NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Rizgariya Efrînê, bi daxuyaniyekê diyar kirin ku 11 û 12’ê mehê de, li herêmên Bab û Marê çalakiya bersivdayînê li darxistin. Di encama çalakiya du rojan de 3 leşker û 3’ê çete hatin kuştin, 5 leşker û 2 çete jî birîndar bûn.
Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir ku hêzên wan di çarçoveya Parastina Rawa de li Herêmên Bab û Marê çalakiyên bersivdayînê hatin li darxistin.
HRE’yê derbarê çalakiya ku li darxistina de ev agahî parve kir;
“Di roja 11’ê Tebaxê de, li herêma Marê di encama çalakiyek de 3 çete hatin kuştin, 2 çete birîndar bûn. Di vê çalakiyê de herwiha erebeyek jîp hat rûxandin.
Di roja 12’ê Tebaxê de, li herêma Babê, li hember baregehek artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hat lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşkerên dagirker hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn.
Di encama van çalakiyên 2 rojan de bi giştî 3 leşker û 3 çete hatin kuştin, 5 leşker û 2 çete jî birîndar bûn”