NAVENDA NÛÇEYAN –
Di 15ê Tebaxê de dîrokeke nû li bakurê Kurdistanê hat rêsîn û nivîsandin,ew roj bi navê “Vejîna jiyana nû”hat nasîn,ev roj ew roj bû ku gelê kurd piştî wê rojê nema li hember zilm û zordestiya dagirker û mêtîngeran serê xwe bitewîne ,vê dîrokê bi pêşengtiya roja 15ê Tebaxê gava xwe ya yekem avêt,û ev bû 37 sal in bê navber dewam dike.
Partiya Karkerên Kurdistanê berxwedana xwe ya çekdarî ya ku di ferhenga xwe ya siyasî de bi navê “mermiya yekem” bi nav kiriye cara yekem di sala 1984an de bi pêşengtiya pêşengê mezin “Mehsûm Qorqmaz” hat avêtin.
Îro jî roja salvegera 37emîn a destpêkirina çirûska yekemîn a tekoşîna çekdarî ye .Bi saya vê rojê gelê kurd bû xwedî hêz û vîn.
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) pêngava 15ê Tebaxê di ferhenga xwe ya siyasî de bi pêngava polîtîkî,îdyolojî,çandî,exlaqî û rêxistinî dide nasîn.
Rêber Apo jî di derbarê pêngava 15ê Tebaxê de wiha dibêje;
“Nabe ku mirov pêngava 15ê Tebaxê tenê weke pêngaveke leşkerî bide nasîn ,armanca vê pêngavê xortkirina nasnameya kurdiyetiya ku di dîrokê de hatiye înkarkirin e.”
Dahûrandin û derbirîna herî zelal pênasekirina 15ê Tebaxê ye ku ev pêngav parastina kesayet ,parastina rastiya gelê ku li ber têkçûyînê bû,rast e ew weke êrîşekê bû ,lê ya rastî hişyarkirina gelekî ku ji xwe re dibêje “Ez gelim min tune neke bû.
Bi awayekî taybet weke bersiva li dijî êşkencekirin,tunekirin û wê qêrîna ku di zindana Amedê de digot “Em dev ji hebûna xwe bernadin” bû.Her wiha bersiva gotina Mezlûm Doxan ku ji hundir zindanê de dibêje ;”Divê ku dengê me bigihêje cîhanê”, bersiva gotina Mihemed Xeyrî Dirmuş :Hûn nikarin hebûna me înkar bikin,bû ,ji bo bersiva van hemû bangînan dem hatibû ku şer dest pê bike.
Derbeya leşkerî ya faşîzmê ya 12ê Îlonê hemû welat veguherand zindanekê û bi taybet zindana Amedê,civak bi êşkence,zindankirin,darvekirin û bi cûreyên herî tûnd ên êşkenceyan dihat sepandin.Di van şert û mercan de pêngava 15ê Tebaxê dest pê kir ,ev pêngav damezirandina artêşa Kurdistanê bi nasnavê “hêzên rizgarkirina Kudistanê bi serkêşiya Mehsûm Korkmaz Egîd bû.
Endizyarê vê pêvajoyê Rêber Abulah Ocalan hertim bal dikişand ser pêvajoya 15ê Tebaxê ku ev pêvajo bi giştî ji bo gelên Rojhilata Navîn û bi taybet ji bo gelê kurd pir girînge.
Rêber APO di dahûrandinên xwe yên derbarê 15ê Tebaxê de wiha dibêje:
Ji destpêkê de pêngava 15ê Tebaxê tenê ji aliyê leşgerî ve weke îro nehatibû dahûrandin,lê armanc jê danasîna nasnameya kurdiyetê ya ku di dîrokê û roja îro de hatibû înkarkirin e.
Bi taybet piştî înqîlaba faşîzmê yê 12ê Îlonê êdî polîtíkayên tesfiyetkariyê li dijî PKK ,gel û heya di zindanan de jî pêk dihatin,di heman demê de dixwestin ku bi van êrîşan nîşan bidin ku şoreş berdewam nake.
Zêdebûna tûndiya ku ji aliyê sermayedaran ve ji destpêka damezirandina tevgerê û piştî înqîlaba 12ê Îlonê pêk dihat pêwîstiyeke mezin bi gava ber bi parastineke çekdarî ve didît .
Pêngava 15ê Tebaxê bersiva êşkenceyên ku di zindana Amedê de pêk dihat û bersiva qêrîna ku digot ;”Em dev ji hebûna xwe bernadin” bû,her wiha wiha domand:banga Mezlûm Doxan ku dibêje:divê ku em dengê xwe bigihêjin cîhanê her wiha banga Mehemd Xeyrî Dirmuş ku dibêje :hûn nikarin hebûna me înkar bikin,her wiha îsrara Kemal Pîr gava ku dibêje :azadiya gelê tirk bi azadiya gelê kurd ve girêdayî ye ,da ku bersiv ji van qêrînan re bihata dandin ji bilî berxwedanê tu rê nînbûn.Pêngava şerîlankirinê di wateya xwe de bersiva ji serdema dagirkirin û pişaftina gelê kurd re bû ,êdî dema jiyana azad li dijî hêzên olîgarşîk ên mêtînger hatibû û bi taybet olîgarşiya turkî û kurdî,da ku gelê kurd azad û bi rûmetî bijiya pêwîstiyeke mezin bi fedekariyê hebû,ew fedekarî jî bi şerê gel pêkan bû,ji derveyî vê tu rê nînbûn ku tekoşînê li dijî hêzên mêtînkar ku ji çar hêlan ve kurd dorpêç dikirin pêk bihata,ango gava ku gelê kurd li dijî hemû hêzên olîgarşîk û mêtînger rû bi rû tekoşîn da meşandin dê bikaribe azad û bi rûmet bijî.
Rêber APO wiha didomîne:
Binçavkirinên ku di encama bêdispilîkirinê de pêk dihatin rê li ber bêhêvîbûnê vekir,em derbasî nava vê rewşê bûn û me ev rewş derbas kir,û demeke nû bi navê pêngava sêyem bi armanca têkbirina êrîşên dijberî şoreşê û rewşa bêhêvîtiyê dest pê kir.
Bi hatina salvegera yekem a pêngava 15ê Tebaxê serokê rayedarên artêşa tirk got ku “me tevgera azadiyê di hundir de têk bir û yên mane bermahî ne”.
Lê PKK dikarîbû careke din xwe li derve mezin bike ya rastî ev nêrîna wî rast bû jî lê pêngaveke dîrokî hate avêtin û careke din PKK dikarîbû xwe mezin bike.
Rêber Apo dibêje;
Piştî salên 1980î Berxwedan û pêşketinên Îdyolojîk û siyasî girîngiyeke xwe yê mezin ji bo danasîna rastiya kurd hebû,gaveke welê dîrokî bû ku em û gel di cihê ku teslîmiyetê li ser me ferz dike de ber bi berxwedaneke çekdarî ve birin,û hêvî da ku dengê heqîqetê careke din bilind bibe.
Tekoşîna çekdarî di kêliyên xwe yên rast û herî bi hêz û rewa de dest pê dike,tevî ku ji aliyê tektîkî û teknîkî ve baş amadekarî tune bûn,lê pêngava 15ê Tebaxa 1984an dengekî pir bi hêz li ser qada kurdî belav kir,gelê kurd tevî hemû tengasiyan jî tevlî vê şoreşê dibûn,pêngava 15ê Tebaxê derbeyeke herî mezin li dijî hêzên mêtînger û faşîst bû,vê gavê tekoşîneke hevseng ji gelê kurd û Kurdistanê re li seranserî cîhanê belav kir.
Di vê rojê de stûnên bingehîn ji tekoşîna rizgarkirinê ya ku gelê kurd 40 salî gihand vê astê re ava kir,ev berxwedan bi saya vê felsefeyê û rihê şoreşgerî yê têkoşer ê ku dixwaze hemû gelên Rojhilata Navîn ji zordarî û desthilata rêjîmên dîktator ên ku azadiya gelan mehkûm dikin rizgar bike berdewam dike.
Ev Felsefe di Şoreşa Rojava de ava bû û bi gewde bû ,ciwanên Rojava jî xwediyê mermiya yekem şehîd Egîd ji xwe re weke pêşengê mezin û mînaka mezin a lehengiyê û berxwedanê dîtin,şagirtên şehîd Egîd yên tekoşîn û berxwedanê Yekîneyên Parastina Gel,Yekîneyên Parastina Jin û Hêzên Sûriye Demokratîk in.
Van hêzan bi wê seknê dijminê mirovahiyê yê herî hov DAIŞ têk birin,ev jî nimûneyeke ji felsefeya ku ji Kobanê dest pê kir û bajarên Efrîn,Reqa ,Minbic , Tebqa û hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye rizgar kir.
Ev serkeftin bi saya ketina PKKê ji Şengalê û Bakur û Rojhilatê Sûrî bû.
PKK dest pê kir û bi 8 şervanan Şengal rizgar kir bi pêşengtiya Şehîd Egîd Çivyan,her wiha têkçûna DAIŞ li Kobanê û Şengalê têkçûna Enqereyê bû.
Niha jî dewleta tirk dixwaze tola DAIŞê li çiyayên Kurdistanê hilîne,ji ber vê êrîşên xwe yên dagirkirinê li dijî herêmên parastina rawa yên medyayê pêk tîne ,ji ber ku dizane bê tunekirina gerîla nikare gelê kurd tune bike ,lê gerîla tevî bikaranîna hemû çekên qedexekirî li dijî wê bi vîna xwe ber xwe dide , teknîka dijmin rojane vala derdixe û derbên mirinê li dijmin dide.
Hejmara kuştiyên artêşa dewleta tirk a bîlançoya 3ê mehan a berxwedanê 1700 leşger û rayedarên payebilind ên kuştî derbas dike.
Bêguman tekoşîna li dijî çekên kîmyewî û qedexekirî ne mijareke hêsane ,lê bi saya rihê fedekariyê yê şehîd Zîlan û cesareta wê ya ku ji neviyên xwe Mehsûm Qorqmaz,Kemal Pîr û ji bilî wan standiye vê tekoşînê teqez dike û hêzên gerîla jî ev yek teqez kirine.
Da ku em di şerê hebûn û nebûnê de serbikevin,divê em xwe ji bo têkbirina êrîşeke muhtemel li dijî herêmên me amade bikin,ne tenê ji bo têkbirina êrîşan her wiha ji bo rizgarkirina herêmên me yên dagirkirî jî amade bikin û em dîwarê şerm û zilmê bişkînin û herêmên xwe rizgar bikin.