NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Dahorandina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan…..
Miletê Kurdistanê Yên Bi Mebesta Serxwebûn Û Azadiyê Rabûye Ser Piyan Û Hemû Dostên Hêja! Mîhrîcana hûn sazûman dikin, pêvajoyek ku di dîroka miletê me û jiyana we de yekem care şerê azadiyê bi serkeftî tê meşandin û nexasim di sala 1994’an de pêngava mezin a çewsandina faşîzmê tê valederxistine. Li şûna vê şerê azadiyê di serî de li lutkeyên welat pêl bi pêl li ser hemû miletê me yê welat, hûn Kurdistaniyên li Ewrûpa û hemû dostan belav dibe. Em van jî di pêvajoyek ku hûn ji nû ve radibin ser piyan û bi çoş pêşwazî dikin. Hûn jî li ser vî bingehî vê mîhrîcanê lidar dixin. Ev jî xebatek wateya wê pir mezin û xebatek ku tevkariyên wê ji têkoşîna me re çêbine. Em we silav dikin!Me ji bo hemû girseya me ya li Ewrûpa, miletê me, hemû xebatkarên partî û eniyê ji bo vê salê ev got: Dijmin xwest me bi temamî ji welatê me qût bike. Bi hezaran gund şewitand û hilweşand. Xwest bê nasname bihêle. Bersiva ku em bidin vê jî, di mercên tam serxwebûn û azad de hemwelatiyek Kurdistanê û bingeha vê jî di nav girseya Kurdistanî ya li Ewrûpa avêtine.Hemwelatî, weke hûn jî dizanin girêdana kes bi dewletê ve ye. Dema em vê ji we re dibêjin, weke ku dewletek Kurdistanê heye bi girêdanekê hûn bi Kurdistanê ve tên girêdan. Ev bersiva herî mezin em bidin bênasnamekirin û valekirina Kurdisanê ye. Ya pêk tê jî wisa ye.
Hûn Miletê Me Yên Hêja, Hemû Dost û Tevahî Xebatkarên Hêja Yên Girêdayî Netewên Cuda!Wexta miletê me şoreşek wisa dijî ne tenê rizgariya netewî, nûnertiya pêngavek mezin a mirovatiyê dike. Dikare bê gotin, şoreşa herî mirovî, şoreşa Kurdistanê ye. Me her tim ev got: Derguşa mirovatî û berbanga şaristaniyê li Kurdistanê ye. Îro di pêvajoyek ku mirovatî bi xeteriyek pir mezin re rûbirû ye, ji bo pêşîlêgirtina qirêjiya xweza, teqîna şênî, pevçûnên kêmnetewên bêwate û hema bêje di nav hemû civatên biçûk de diyar dibin, raveya herî watedar şoreşa ku em pêş dixine û em dixwazin vê jî bi hemû baweriya xwe ve vebêjin. Ev şoreş, şoreşek wisa enternasyonalîste. Her çendî li ber çavan weke şoreşek nû û miletek pir paşketî bê dîtin jî, lê rastî wisa ye. Di vê navberê de dixwazim vê jî bêjim, ev şoreş di serî de şoreşa Tirkiyê ye. Li gorî ku ev şoreş, şoreşek serdestên Tirk, nexasim faşîzma 12’ê Îlonê ya ku ev çardeh salin xwîn vedireşê ser miletê Tirk û rejîma bi hemû astên xwe ve ferz dikin vale derdixe ye, rejîmek wisa derxistina holê, teşîr û tecrîtkirinê ve anîna ber tinebûn û hilweşandinê, eşkere ye em şoreşek Tirkiyê
pêk tînin. Yeqîn dikim ev şoreş wisa ye dê hemû demokratên însafa wan heyî jî bi çoşek mezin silav bikine. Ji hemû dostên ji Tirkiyê ku beşdarî vê mîhrîcanê bûne re tenê vê nabêjim, di heman demê de mizgîniya wê didim.
Şoreşa Kurdistanê Ya Serkeftî, Tirkiya Ser Ketiye û Li Ser Vî Bingehî Hemû Miletên Rojhilata Navîn Ên Ser Xistine.
Baldariya gelek netewan a beramberî şoreşa me ne tenê ji bo rizgarvaniya netewî, pir rehet dikare bê gotin ji bo hûn ji pêşketina mirovî ya herî bingehîn û rêya çareseriya mirov re tevkariyê dikine, dikare wisa bê bawerkirin. Ji vir û şûn de hûn dikarin pişgiriya xwe watedar bikin. Paşverûtiya nav-netewî li dijî Şoreşa Kurdistanê bûye yek. Mirovatiya pêşverû ya navnetewî jî di Şoreşa Kurdistanê de bûne yek. Li ser vî bingehî we û dostên ji netewên din silav dikim. Her wiha peyama herî girîng ku em bidin we miletê me, dost û derdorên eleqedar û her kesî, şoreşa me û nexasim eniya wê ya çekdarî pir xurt pêş dikeve. Her çendî hukumeta şerê taybet bêje; “Bi dawiya havînê re dê ev kar jî biqede”, em dixwazin ji we re bêjin şerê gêrîla niha destpê dike û vê peyama şanazî dikin. Em ti demî evqasî ne bi ewle bûn. Em ti demî ji hêla şoreşê, nexasim hêzên me yên çekdarî û dîsa di nav miletê me yê serî hildayî de evqasî ne xurt bûn. Şoreşa esasî ya çekdarî, serhildana miletê me ya esasî rasterast di vê mîhrîcanê û vê şeve de destpê dike. Ji rejîmek wisa mirovahiya hilweşiyayî roj bi roj mehkumî mercên paşverû dike û heta dike meymûn bersivek wisa dayîn serfirazî ye. Em vê serfiraziyê jî tev bi hev re parve dikin. Em bawerin, ger em vî şerî bi vê tempoyê bimeşînin, emê serkeftinek mirovahî ya herî eslî bi hev re parve bikin. Li ser vî bingehî di serî de hûn miletê me yên ku peywirên xwe hêjayî pêk ne anîne, ji vir û şûn de li ser bingeha girêdana hemwelatiya Kurdistanê, emê di nav şerê mînak a girêdana bi welat, nasnameya netewî û azadiya xwe de bimeşin. Êdî serdema
gotina; “Bi min tiştek çênabe” derbas bû. Mîna hûn jî dibînin miletek birêxistinkirî her tişte. Tiştek ku ser nexe, di cîhanê de tiştek ku bibe asteng, ger astengî hebe jî nekare derbas neke nîne. Pêşketinek mûcîzewî heye û tam jî nêzî serkeftinê ye.Wexta we xwe bi temamî birêxistin kir û her malbat, her kes para dikeve ser milê xwe pêk anî, tê wateya ev şoreş ser ketiye. Lewra hemû girseya me ya Kurdistanî ku li Ewrûpa dijî, divê di sala pêşiya me de rêxistinbûna xwe temam bike û bi vê jî têr nebe. Çawa ku hûn weke kes û malbatên qurbanên bi armanca carek din venegerin ji welat qût û berbelav hatin hilbijartin, ew vegera welat ku hûnê ji xwe bidin destpêkirin, vegera di rih, fikir û jiyanê de pêk bînin. Li ser vî bingehî divê miletê me ji bingeh ve di serxistina welat, nasname û mirovahiyê de miletê me jî cihê xwe di nav destpêka wê ya xurt û pêkhatina wê de bigire. Peywira ku ji hemû dostên me û di serî de jî ji şoreşger, demokrat û mirovên sosyalîst ên Tirkiyeyî re dikeve, li hember hukumeta şerê taybet a miletê me evqasî qirêj dike, Tirkiye jî aniye rewşa ku lê neyê jiyîn û bi ti hêcetî nayê pejirandin ji eniya
xwe ve dijderketine. Her çendî dereng jî be, wextê ji vê re gotina êdî bese. Vê siûda xwe baş bikar bînin, daku şoreş hinekê jî bibe şoreşa we. Bila ew başiya mezin we sedî salan ji miletê Kurdistanê dîtî, vê carê jî miletê Kurdistanê ji we bibîne û serkeftina xwe jî bike ya xwe. Kurtasî ji bo azadiya we, em li benda pişgiriya we ne.
Li ser vî bingehî vê mîhrîcanê û hemû şahiyên wê, di serî de şeva we ya mezin pîroz dikim. Ji bo serkeftina wê jî ji dil û can silav dikim. Silav û hezkirinên xwe pêşkêş dikim.