NAVENDA NÛÇEYAN – Di daxuyaniya Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê de wiha hate gotin:
“Li dijî dijminên Kurdan ên ku çerxa dewleta Tirk a faşîst digerînin, çalakiyên me bênavber dewam dikin. Bi çalakiyên xwe yên ku di salvegera cejna xwe ya vejînê de lidar xistî em berxwedana gerîla silav dikin, bang li gelê xwe yê welatparêz dikin ku dakevin qadên têkoşînê, Kurdistanê li dijî faşîstan biparêzin û berxwedana gerîla ya li çiyê mezin bikin.
12’ê Tebaxê li Arnavûtkoy a Stenbolê jî yekîneyên me ji du baskan ve bi teqemeniyên bi destan çêkirî û çekên ferdî li qereqola polîsan xistin. Di encama çalakiyê de hate tespîtkirin ku 2 polîs bi giranî birîndar bûne. Her wiha zerar li wesayitên polîsan ên li dora qereqolê bû. Yekîneyên me piştî vê çalakiyê bi rengekî serketî û koordîneyî ji qada çalakiyê çûn.
13’ê Tebaxê li navçeya Demîrtaş a Mersînê, dikaneke xurdefiroş a AKP’iyekî û 3 wesayitên luks ên faşîstekî hatin şewitandin.
14’ê Tebaxê li navçeya Arîfiye ya Sakaryayê, yekîneyên me di dema derbasbûna wesayitên 2 faşîstan de teqemeniya berê li qadê bi cih kiribûn, teqandin. Di encamê de zerar li wesayitan bû û faşîstan hewl dan ji wesayitê birevin. Di wê kêliyê de jî bi teqemeniyên bi destan çêkirî li wesayitan ahte xistin. Di encamê de 2 faşîst bi giranî birîndar bûn. Piştî çalakiyê yekîneyên me bi rengekî ewle ji qadê vekişiyan.”