NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Tevgera Çand û Hunera Kurd a Ewropayê Xelîl Xemgîn têkildarê 38’emîn pêngava 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê, heman demê de derbarê êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk li ser Herêmên Parastina Medya û Tevahî Kurdistanê, li hember wê erka her hunermendekî Kurd, ji ajansa me re axivî.
Xelîl Xemgîn bang li tevahî hunermendên Kurd kir ku nekevin xefikên şerê taybet, û berê xwe bidin vê şerê hebûn û tunebûnê û got; “Em di rewşeke wisa de ne, ku rewşekî awarte ye. çi dibe bila bibe divê em berê gelê xwe bi hunerê bidin vê şerî, em rastiya keç û xortên xwe yên ku ji bo me şehîd dikevin, ji civaka xwe re vebêjin.”
Xelîl Xemgîn destpêkê bi bal kişandina ser Pêngava 15’ê Tebaxê dest bi axaftina xwe kir;
“Pêngava 15’ê Tebaxê weke roja vejînê, weke roja ji nû ve ava kirinê jiyanê, tê naskirin. Dema mirov li dîrokê jî mêze dike, asta ku gelê Kurd tê de bû, nîv mirî bû, jiyan jê re nemabû, jê re jiyan nîn bû. Riyeke çareseriyê jî nîn bû, ku ew kesayeta mirî pê rabe ser xwe, dîsa ji nû ve rih pê re. Çawa karibe ji nû de çanda xwe, dîroka xwe, nasnameya xwe û mafê xwe bi dest bixe. Wekî em hemû jî dizanin çawa dijmin Kurdistan kiriye çar perçe, beşa herî mezin jî Bakurê Kurdistanê, di rewşeke mirî de bû. Bi saya felsefeya Rêber Apo, ta ji salên 70’ê de ya ku gotiye Kurdistan mêtîngehekirî ye, bi salên dirêj dest bi amadekariyan kir, û gihîşt Partiya Karkerên Kurdistanê.”
“Wekî em jî dizanin beriya ku bibe partî, grupekî siyasî û îdeolojîk bû rizgariya gelê Kurdistanê destpêkiribû. Her wiha di sala 1982’an de li Bakurê Kurdistanê ji ber derbeya leşkerî, yanê faşîzmekî giran, weke ewreke reş û tarî bi ser gelê Kurd de girtibû. Hemû partiyên çepgir û yên ku di nava sîstema Tirkiyê de partiyên desthilat bûn, bi vê derbeyê re hemû hatin girtin û hatin qedexe kirin. Faşîzmekî herî tûj, bi taybetî jî li ser gelê Kurd hovîtîyeke cuda hate meşandin, her tiştê ayîdî Kurd hate qedexe kirin. Bi taybet di zîndanan de faşîzmekî cuda da meşandin. Bi taybet di zîndana Amedê de. Lê kêleka wê mirov berxwedana dîrokî ku rêberên PKK’ê yên weke Mazlûm Dogan, Xeyrî Durmuş û Kemal Pîr pêk anîne dibîne. Wan bi berxwedana xwe ya dîrokî nîşan dan ku wê tevgera PKK’ê di berxwedana xwe de bi israr be û her biçe mezintir bibe. Di sala 1984’an de weke em dizanin 15’ê Tebaxê, piştî amadekariyên dûr û dirêj, du navçeyên li Botanê yanê li Şemzînanê û Eruhê çalakiya 15’ê Tebaxê weke şerê çekdarî hate ragihandin. Tevgera Azadiya Kurdistanê, êdî dest bi şerê çekdarî kir. Ev şer jî heya roja me ya îro hat û mezintir jî bûye. Îro jî gihîştiye asteke wisa ku bikeve rojeva tevahî dinyayê, hemû desthilatê cîhanê jî êdî ketine, nava vê de û li ser disekinin.”
“15’ê Tebaxê bi gelek rêbazan, bi fedakeriyên mezin, bi berdêlên pir giran gav bi gav xwe bi pêşxist. Dibe ku piştî wê jî çend caran hatibe ber îmha û tunekirinê. Ema israra Rêber Apo, nêzîkatiyên Rêber Apo û hewldanên meşandina vê şoreşê û vê şerî ji derfetiyên kêm, rê li ber van polîtîkayên îmhayê girtin. Şerê ku ji derfetên kêm hatiye destpêkirin, heya roja me ya îro bi xurtî berdewame. Armanca vî şerî ewe ku pirsgirêka Kurd were çareser kirin, Kurd bigihêje mafê xwe û mafê xwe bi dest bixe. Mafê xwe ji tu kesî nexwaze, ew bi xwe mafê xwe bi dest bixe. Mînak hemû netewan çand, ziman, îrade, azadî û her tiştê xwe, li gorî rêgezên ji wan re hatî diyar kirin parastine. Lê bi destpêkirina pêngava 15’ê Tebaxê ev rastiya Kurdê nîv canî ji holê radibe û Kurdê serhildêr, ku daxwaza mafê xwe dike derdikeve holê. Bê guman pêngava 15’ê Tebaxê jî bi berdêlên pir giran hatiye ava kirin, ji ber vê jî Rêber Apo pêngava 15’ê Tebaxê weke yekemîn guleya ku Kurdan li xwe xistî pênase kir. Ew Kurdê ku teslîm bûye, ew Kurdê ku tune bûye, Kurdê tirsonek û mirî, bi vê fîşekê ev taybetmendiyên xwe kuşt. Ji bo vê jî mirov dikare bêje fîşeka yekemîn tirsa ku di hundirê gelê Kurd de hatî ava kirin kuşt û cesareteke mezin di Kurdan de bi pêşxist. Pêngava 15’ê Tebaxê bi xwe re gelek nirxên giranbûha anî û di wê xetê de heya roja îro jî nirxên hîna giranbûhatir jî ava dike.”
Çi dibe bila bibe, pêngava 15’ê Tebaxê biryara çareseriya doza Kurde, biryara ji nû ve misogerkirina mafê gelê Kurd e. Ji ber vê jî ji bo gelê Kurd pêngava 15’ê Tebaxê cuda ye, bi wê re gelê Kurd gavên xwe yên nû û li xwe xwedî derketinê avêtin. Di dîroka Kurdistanê de gelek serhildan çêbûn, encamê wana tevahiyan bi komkujiyan bi dawî bûye, lê pêngava 15’ê Tebaxê bi serkeftina xwe li ber van tevahî rêkeftinên ku di dîroka serhildanên Kurd de hatiye jiyanî kirin girt. Dema ku pêngava 15’ê Tebaxê ava bûye, bi qasî 300 gerîlayan jî nîn bû, lê roja îro em mêze dikin, bi hezaran gerîla hene, bi milyonan însanên welatpêz çêbûne. Di rojeva hêza cîhanî ya herî mezin NATO’ê de rojeva ku niha bûye mijara nîqaşê, mijara gelê Kurde, ev jî asta mezinbûna gelê Kurd nîşan dide.”
Her wiha endamê Tevgera Çand û Hunera Kurd a Ewropayê Xelîl Xemgîn derbarê 100’emîn salvegera temambûna peymana Lozanê û girêdayî wê êrîşên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastina Medyayê ev nirxandin kir;
“Ev êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk ya faşîst û dagirker ne êrîşên yekemîn e, her carê dema ku êrîşan dide destpêkirin, wê weke êrîşên dawiyê bi nav dike. Hemû êrîşên ku pêk tîne jî bi armanca îmha û tune kirinê ye. Beriya wê çend salan jî dîsa êrîş dabûn destpêkirin, li Garê û Metîna jî êrîşên dijwar kirin, dîsa li Zapê di 2018’an de, dema êrîş kir, nikarîbû li berxwe bide hêza xwe kom kir û reviya. Lê ev êrîşên ku nû dane destpêkirin, armancên wan yên cudatir hene, hevkarên xwe zêde kirine. Ev şer hemû li gor stratêjiya dewleta Tirk ya dagirker dimeşe, ji ber ku wê di sala 2023’an de, 100’emîn avabûna Komara Tirkiyeyê temam bibe, peymana ku tê de Kurd hatin parçe kirin, dixwaze ji nû de xwe li ser hebûna Kurd zindî bike. Ji bo vê dibêjin Mîsaqê me yên milî hene, mirov dikare ji bo Mîsaqê milî bêje, ji xeta Idilê, Helebê, heta Mûsil, Kerkûr û Xaneqînê hemû weke Mîsaqê xwe yê milî dibînin. Ji bo vê jî dixwazin heya sala 2023’an vê armanca xwe pêkbînin, heta mirov dikare bêje ev weke stratêjiyekê danîne pêşiya xwe, dixwazin dewleta xwe biparêzin, dema wan jî pir kêm maye.”
“Ji xwe gelek herêmên Sûriyê dagirkirine, li Başûrê Kurdistanê jî nêzî 150’ê bargehên leşkerî ava kirine û heya Mûsilê jî çûne. Çawa ku ji xwe re li Sûriyê hevkar çêkirine, li Îraqê jî hevkarên wî hene, weke eniya Tirkmenan û hin tevgerên kurd jî bi rengê xwe ew tefizandine û bi hevkariya wan dixwazin armanca xwe pêk bînin. Êrîşa ku di 17’ê Nîsanê de jî li ser Herêmên Parastina Medyayê jî dane destpêkirin, li ser heman planê ye. Em bala xwe bidinê êdî teknîkên serdemê yên herî nûjen û çekên kîmyawî jî êdî bikartînin, ji ber ku dixwazin ji vê şerî encamekî derbixin. Lê berxwedana ku gerîla raber dike, berxwedaneke wisa ye ku, ew hêzên dagirker xistiye nava tirsekî mezin de. Dikin nakin nikarin li ber berxwedana gerîla bi pêş ve biçin. Em mêze jî bikin, ji ber ku li çiyayên Kurdistanê encam negirt, êrîşî Rojavayê Kurdistanê dike. Hertim ji hêzên ji xwe mezintire dibêje, hêzekî teror heye, ew jî behsa gelê Kurd û tevgera azadiya Kurd dike. Wan dema ku ev êrîş dan destpêkirin bi baweriyeke mezin êrîş kirin, gotin em bawerim ku emê vê carê wan tune bikin, lê niha em dibînin ku ew bi xwe tune dibin.”
Di dawiyê de Xelîl Xemgîn bi bal kişandina ser girîngiya pêvajo û erka her hunermendekî axaftina xwe bi dawî kir, wiha got;
“Bê guman şerê ku tê kirin şerê hebûn û nebûna Kurda ye, ger ku dewleta Tirk li Başûr û Rojava bigihêje hedefa xwe wê tevahî gelê Kurd tune bike. Bi taybet jî hêzên ku hevkariyê bi dewleta Tirk re dikin, dema ku karê dewleta Tirk bi wan xilas bibe, an jî dema ku dewleta Tirk Başûrê kurdistanê bixe bin destê xwe, wê ew hêzên hevkarî jî bê hesab bide ber xwe. Di destpêkirina vê şerî de jî bi rêz Mûrat Karayilan bang kir û got; “Ev şer şerê hebûn û tunebûnê ye”. Rastî jî ev şer şerê hebûn û nebûnê ye. Ji teknîka ku dijmin bikartîne, ji siyaseta ku dike û kîmyasalên ku bikartîne re, îspata harbûna xwe ya di vê pêvajoyê de dike.”
“Niha li Zap, Metîna û Avaşînê di şerê li dijî gerîlayan de nêzî 5000 hezar leşkerê xwe şandine wê derê. Li kêleka wê jî bi riya cerdevan, ajan, xayîn û xwe firoşan şerî mezin ya taybet jî dimeşîne. Şerê ku li Kurdistanê û çiyayên wê û li ser tevahî gelê Kurd tê meşandin, divê hunermend berî her kesî wê şerî bibînin. Mesela dema em bala xwe bidin torên senal, emê tê de bibînin, dijmin çawa hunermendan ji xwe re li dijî civakê bikartîne. Li ser Rojava jî dixwaze heman tiştî bike, dema ku êrîşekê pêktîne, li dijî kesên ku di nava civakê de bi moralin, wan sîûqast dike. Weke mînak mirov dikare bêje Mam Yûsif tu têkiliyên wî bi karên siyasî re nîn bû, lê ji ber ku kesekî welatparêz û xwedî manawiyet bû ji bo vê ew kirin hedef. Ji derveyî wê mesala li Başûrê Kurdistanê diçin cilê gerîla li xwe dikin û êrîşên pêşmergeyan dikin, yan jî cilê pêşmergeyan li xwe dikin û êrîşî gerîla dikin, tenê ji bo ku karbin gerîla bixin nava gumanan de.”
“Li Bakurê Kurdistanê jî gelê Kurd xistine rewşeke wisa de ku gelê Kurd bifikre her tişt çareser bûye, tu pirsgirêk nemane, bi taybetî di aliyê çand û hunerê de. Ji bo vê jî her kesekî ku hunermende pêwîste bi rengekî ji rengan li hember vî şerî bisekine, li hember dijmin xwedî helwest be. Ger ku yê nekeve nava vê şerî de ewê xwe bi xwe tune bike. Banga gerîla û Rêverberiya Xwaser ya Rojava jî eve ku herkesî tevlî vê şerî bibe. Girînge ku gel bikeve nava şer, ji ber ku navê şer jî şerê gele. Şerê gel jî tê wateya ku herkes bi hêza xwe ya cewherî, li hember êrîşên tune kirin û îmhayê bertekan nîşan bide. Ji bo wê jî her kesekî hunermend, rewşenbîr, ronakbîr û hemû kesên ku di nava civakê de têne naskirin, divê ji bo bi dest xistina vî şerî bikeve nava hewldana û helwestên xwe yên tund nîşan bide.”
“Dijmin 24 saetan li ser nirxên gel, şehîd û Serokatiyê ve êrîşan dike, divê ji vê re tewîz neyê dayîn. Divê hunermend wisa nêz bibe ku, xeteriya li ser gel, weke xeteriya li ser xwe jî bibîne. Hunermendek çawa tevlî pêvajoyê bibe, li kêleka kê bisekine, çawa helwestên xwe nîşan bide, divê vê bizanibe. Gelek hunermendên me hene, tenê ji bo dawet, şahî û qirûşekî pere, ji bo jiyanekî pir erzan xwe heya dawiyê her ditepsîne. Tapî hin kes hene vê yekê bi zanebûn dike û hin kesî dikevin xefika wê de. Em di rewşeke wisa de ne, ku rewşekî awarte ye. çi dibe bila bibe divê em berê gelê xwe bi hunerê bidin vê şerî, em rastiya keç û xortên xwe yên ku ji bo me şehîd dikevin, ji civaka xwe re vebêjin. Ger ku hîç derfeta hunermendekî nîne, bila tenê rojê saetekê bi van şehîdan re jiyan bike û fêm bike çima ew canê xwe dide. Parastina nirx, destkeftî û keda gelê Kurd, erka her hunermendekî ye.”
NC// Lêgerîn Çiya