MEXMÛR – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) duh bi şev 38’emîn salvegera 15’ê Tebaxê bi şahiyekî mezin hat pîrozkirin. Şahî li Navenda Çand û Huner a Mexmûrê, bi tevlîbûna sedan şêniyên wargehê û bi deqeyek rêzgirtin destpêkir.
Piştî rêzgirtinê li ser wate û girîngiya rojê Hevseroka Meclîsa Gel ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Filîz Bûdak axivî.
Filîz Bûdak di destpêka axaftina xwe de cejna vejînê li Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, şervanên serê çiya û tevahî gelê welatparêz pîroz kir û got: “38’emîn salvegera ji mirinê şiyarbûyîn li tevahî gelê Kurd pîroz be. Guleya yekem bûye serhildan, têkoşîn û îrade. Guleya 15’ê Tebaxê li koletiyê hatiye xistin. Em bi rihê Fermandar Egîd li berxwedidin û xwe perwerde dikin. Ji bo wê, kes nikare gav bi me paş de bide avêtin. Em bi rihê 15’ê Tebaxê şiyar bûne û bûne xwedî vîn. Gerîlayên me niha bi vê rihî li hember çekên kîmyawî li berxwe didin. Em ji Mexmûrê silavên xwe yên germ ji gerîlayên niha li Zap, Avaşîn û Metînayê, li dijî dagirkeran şer dikin re dişînin. Îro em bi hebûna wan gerîlayan hene. Wê serkeftin bibe ya me. Ji ber ku xeta Egîd xeta aştî û azadiyê ye.”
Piştî axaftina vekirinê, nirxandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û Fermandarê Biryargeha NPG’ê Mûrat Karayilan, ên di derbarê cejna vejînê de bi sînevîzyonekî hat pêşandan.
Piştre Koma muzîkê a Kevana Zêrîn-Tev Çand, koma govendê ya Hêviyên Zap’ê, Hunermend Bager Medî û koma govendê ya Şehîd Ehmed Rûbar, bi muzîk û govendên xwe yên gelêrî reng dan şahiyê.
Herî dawî Hozan Comert û Hozan Pashawa bi stranên xwe coş û moral dan gelê wargehê û pîrozbahî bi girtina dîlanê bi dawî bû.