NAVENDA NÛÇEYAN – Li ser kesayeta şoreşger û fermandarê nemir şehîd Rêzan Cavîd, Rêveberiya Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (Kodar) Abdurrahman Hacî Ehmedî ji ajansa me re axivî.
Hacî Ehmedî di axaftina xwe de bal kişand ser kesayet û têkoşîna şehîd Rêzan Cavîd di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de, weke kesayetekî mezin, fedekar û şoreşger di asta jor de bû. Abdurrahman Hacî Ehmedî bi axaftina xwe ya li ser kesayeta şehîd Rêzan Cavîd, bang li tevahî ciwanan jî kir ku riya şehîd Rêzan Cavîd bidomînin.
‘ŞEHÎD RÊZAN KESAYETEKÎ TAYBET BÛ’
“Min rêheval Rêzan Cavîd di sala 2003’an de li Qendîlê nas kir. Ji ber ku em her du jî ji Mehabadê bûn, em gelekî nêzî hev bûn. Ew dema nû hatibû, behsa xebat, têkoşîn û çalakiyên xwe yên li Tehran û bajarên mezin yê dikir. Di zanîngehên Îranê de gelek çalak bû û dixwest li wir bernameyên ku PKK’ê pişniyar dikir pêk bîne. Piştî ku me hev nas kir, dema ku em diçûn û dixebitîn ew her tim bi min re bû. Hevaltiya me pir taybet bû. Mirovekî xwedî seknek bû, di nav hemû rêhevalên xwe de jî wisa bû.”
Li ser kesayeta şoreşger û fermandarê nemir şehîd Rêzan Cavîd, Abdurrahman Hacî Ehmedî wiha got: “Gelek taybetmendiyên kesayeta wî ew cuda kirin. Ew bê navber kar dimeşand û hertim ji bo karên zêde xwe pir diwestand. Ji ber vê yekê kesayeta şehîd Rêzan ji bo min taybet hat. Kesayeta şehîd Rêzan ji min pir balkêş bû. Tenê carekê dilê min êşand û ew jî rast digot, nirîna min ne rast bû, piştî wê em bi hevre axivîn û min lêborîna xwe jê xwast, ji ber ku ew ya rast bû. Rastî jî kesayeta Şehîd Rêzan Cavîd, di her alî de kesayetekî dilovan bû, bi taybetmendiyên xwe yên cuda her însanek qezenc dikir. Tam jî mîna şoreşgerekî APOYÎ jiyan dikir. Min du însanên wisa naskir, yek ji wan jî şehîd Akîf bû, mesela şehîd Akîf bi şev dema xwarin li ser hemû hevalan belav dikir, piştî hemûyan dixwar wî xwarina xwe dixwar. Tu carî nedigot xwarin hindike û heval birçî nedihêştin. Rêheval Rêzan jî kesayetekî wisa bû, dema şev dibû, piştî hemû hevalan wî betaniya xwe dianî, digot dibe ku têra hemû hevalan neke. Hemû rêhevalên me yên PJAK’ê kesayetên taybetin, lê şehîd Rêzan taybetiya xwe cuda bû, rastî jî cihekî ku li pişta wî mirov rexne bike nîne.”
“Ji ber vê yekê ez hêvî dikim ku herkes kesayeta şehîd Rêzan fêm bike. Miletê kurd wê bi xortên wiha bigihîje mafên xwe û azad bibe. Hêvîdarim hemû ciwanên Kurd ne tenê li Kurdistanê, li derveyî welat, li Emêrîka, Kanada, Awustralya, Ewropa û li her cihê ku lê dijîn, tevlî vê tevgerê bibin. Em ji serkeftinê ve nêzin, em êdî gihîştine fînalê. Dema me pir nîne em behsa vê bikin. Lê belê zanyariyên zêde gel min hene ku ez karbim bi we re parve bikim, yek ji wan mijarên herî girîng jî pirsgirêka Kurd e.”
“Dîsa ez dibêjim em gihîştîne qonaxa dawî. îro rojeva netewî ya Kurd di hemî cîhanê de rojeva sereke ye. Li ser vê bingehê jî hemû ciwanên Kurd, jinên Kurd berî xwe bidin çiyayên Kurdistanê û tevlî hêzên gerîla bibin. Ên ku tevlî refên gerîla nebe pêwîste piştgirî bi rêbazekî din bide gerîla. Îro roj ew roje ku ciwanên Kurdistanê berê xwe bidin Qendîlê, bila êdî dijmin bizanibe ku, êdî ev gel ji daxwaza mafê xwe ya azadiyê gav paşve navêje.”
NC// Dêrsim Tolhildan