Di dema têkçûna Împaratoriya Osmaniyan de xwestina her mafekî di aliyê rêveberên wê demê ve wek “xencera ji piştê ve” dihate binavkirin. Le belê yê ku ev xencer di pişta xwe de hîs dikir, gelên heremê û nûnerên wan bûn.
Di destpêka sedsala borî de mudaxeleya netewedewletan li Rojhilata Navîn fikrên nîjadperestiyê bi pêş xistibe jî, fikra ummetî ya pêvajoya Osmaniyan û jiyana bi hev re, xurt bûn.
Zemîna civakî ya Rojhilata Navîn bi fikra olî veguhertin lê dihate zanîn ku dê pergalên ku xwe spartine serdestiya neteweyî, dê pirsgirêkan çêke. Ji ber wê pergalên dewletên ku ji berê de ava bûne, pêkan e ku mirov wek hêzên konfederal bibîne.
Bi pêvajoya Şerê Cîhanê yê Yekemîn re Îttihat û Terakkî ji bo ku pergala ku xwe bispêre serdestiya neteweyekê, zemîneke guncaw dît, lê belê ji ber ku bandora xwe tam ava nekiribû, ketibû pey provokasyonên ku vê zemînê çêkin.
Piştê têkçûna sefera Misirê sûcdarkirina hin alîyan û ronakbîrên Ereb, tenê yek ji van propagandayan bû. Pêşveçûnên sîyasî û leşkerî yên wê demê ku bi tevî daxwazên civakê bihatana dîtin dê nêrxandinên objektîftir bihatana kirin. Lê belê mesele jixwe sekna dûrbûna ji objektîfiyê bû.
Di dîroka sîyasî ya Tirkan de rastîyek hebû ku bi propagandaya îxanetê ya “Ereban ji paş ve xencer li me xist” dihat kirin. Êdî Tirk bi hemû gelên heremê re di pevçûnekê de bûn û divê hemû bihatana sirgûn kirin. Di hemû polîtîkayên qetlîam, koçberî û asîmîlasyonê de planek heye.
DEWLETA TIRK HÊZÊN PARAMÎLÎTER JI BO BERJEWENDIYÊN XWE TESFÎYE KIRIN
Di 2011’an de li Mizgefta Emewî ya li Şamê nimêjkirin, hedefa dîktatoriya AKP’ê bû ku hevaltî bi komên çeteyan re danîbû û divê di wê perspektîfa dîrokî de were dîtin. Ji ber ku ev rewş bi demekê an jî hin aliyan sînordar nîn e.
Mevlut Çavuşoglu ya ku buna ku rêvebera Esad bixîne kedekî mezin ew gotara wî ya ku alîgirên ku dijatî ya Esad dikin bînin cem hev tevgerekî mezin çêkir. Di heremên di bin dagirkeriyê de xwepêşandan dest pê kirin. Alên Tirkan hatin şewitandin, nuqteyên lşekerî rastî êrişan hatin. Heta di hin baregehên ku leşkerên Tirk lê bûn, tê gotin ku alên Tirkan anîne xwarê.
A rastî ji berê de eşkere bû. Ew çeteyên ku wek dijber hatin perwerdekirin hêzên paramîlîter bûn ji bo dewleta Tirk di heremê de xeyalên xwe pêk bîne, bi kar dianî. Demek paşê ev têkilî, yanî dema ku berjewendîyên dewleta Tirk guherîn, xirab bûn û dihat zanîn ku ev hêzên paramîlîter dê bên tesfiyekirin. Çeteyên ku Şamê ji heremên başûr kişandin yekem îşareta îcazeta li hember dagirkirina Efrînê bû.
PLANA ROJAVA YA ÇETEYAN NEGÎHÎŞT ARMANCA XWE
Di hedefa vegotina eşkere ya ku îro tê gotin a “Kurd dixwazin dewletekê ava bikin lê em û Artêşa Azad bi hev re li hember vê têdikoşin” de guhertinek heye. Belê Artêşa azad û DAIŞ bi ser neketin, merhele ya ku dewleta Tirk gihîştiyê jî nikare bi Kurdan gav bide avêtin. Çeteyên ku şandin Lîbya, Azerbeycan û Herêmên Parastinê yên Medyayê belkî bi kêr hatin lê belê li Rojava tu car negîhişt armanca xwe. Ji ber wê ji bo ku zêdetir feydeyê jê bigire çavê wî li şirîkekî nû ye. Yanî bi kurtasî çavê Tirkan lê ye çeteyên ku 10 sal e dixebitîne, bifiroşe.
Bi awayekî îxanet li wan jî kiriye. Hêrs û bertekan hinek jî berê xwe daye vî îxanetê. Lê belê ew jî ne tenê ne. Di genetîka Tirkan û sîyaseta wan de ev tişt heye.
TESLÎMKIRINA MÛSIL Û ŞENGALÊ JI DAIŞÊ RE BI DESTÊ PDK’Ê YE
Belê wekî ku tê payîn Barzanî jî yek ji wan e ku ev îxanetê kiriye. Dewleta Tirk a ku bû alîkar ji bo Mûsil teslîmî DAIŞ’ê bikin bi PDK’ê re ev pêvajo plan kir.
Çawa ku dewleta Tirk di mijara teslîmkirina Mûsilê de aktora yekem e, di teslîmkirina Şengalê de jî PDK aktora yekem bû. Lê a rast planeke B a Tirkan ji bo PDK’ê jî hebû.
Beriya 8 salan di van deman de Barzanî di hevdîtineke xwe de îtîraf kiribû haya wî ji wê planê heye. Li gorî lihevkirina li Ammanê dê DAIŞ heta Şengalê biçûya, Mûsilê jî bistanda lê dê destê xwe neda heremên din. PDK bi îxaneta xwe li hember Kurdan dixwest ku planên xwe yên Rojhilata Navîn mayînde bike.
ÊN KU LI HEMBER ÎXANETÊ LI BER XWE DIDIN DÊ BI SER BIKEVIN
Lê Barzanî piştî ku DAIŞ’ê berê xwe da Hewlêrê ketibû nava tirs û fikaran. Ê ku wî demê dîtibe dizane ku ew dem Barzanî û malbata xwe ketibûn nava tevgera revê. Piraniya Hewlêrê hatibû valakirin. Dema ku HPG li Mexmûrê li hember DAIŞ’ê sekinî û li başûr enîya parastinê ava kir, Barzanî û malbata xwe spasiya xwe pêşkêşî gerîla kir.
Va ev gotin tam li gorî wê deme ye. Dema ku Barzanî bi xizmên xwe yên nêz re rûniştiye, kesekî ev goti dîrekt ji devê wî bihîstîye. Belê, Tirkan dîsa bi hinekan re îxanet kiribû. Duh Barzanî, îro çete.
Ev her du bûyer bes e ji mirov re ji bo ku mirov bizane bawerî bi Tirkan nabe. Ez bawer dikim ê ku li hember vê çanda îxanetê tê bikoşin bedel çi dibe bila bibe dê bi ser bikevin û bigihînin encameke mezin.
Sînan Cûcî Nivîsandiye……