BEHDÎNAN – HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên YJA Starê yên şehîd bûne eşkere kir û got, “Em soz didin ku li ser xeta şehîdan bê tawîz bimeşin û armancên wan bi ser bixînin.”
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye;
“Artêşa Tirk a dagirker 18’ê Hezîranê saet di 20:30’î de li qada Herekolê ya herêma Botanê dest bi operasyonekê kir. Di 18 û 19’ê Hezîranê de bi balafirên şer bombardûmaneke giran li qadê hate kirin. Piştre jî di 20 û 21’ê Hezîranê de bombardûman bi helîkopterên êrîşê hate kirin. Di pêvajoya operasyonê de ku heta 21’ê Hezîranê dewam kir, di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî giran qewimî. Di vî şerî de hevrêyên me Jiyan û Arîn bi fedaî şer kirin û weke milîtanên YJA Starê Yên bi rûmet bi berxwedaneke dîrokî şehîd bûn.
Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji tevahiya xelkê Botanê û gelê Kurdistanê re dixwazin û soz didin ku li ser xeta şehîdan em ê bêtawîz bimeşin û armancên wan pêk bînin.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne;
Nasnav: Jiyan Amargî
Nav paşnav: Esma Avşar
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Hediye-Bakî
Dem û cihê şehadetê: 20’ê Hezîrana 2022 / Herekol
Nasnav: Arîn Hezex
Nav paşnav: Şukran Alp
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Selîm-Mehmet Saît
Dem û cihê şehadetê: 20’ê Hezîrana 2022 / Herekol
JIYAN AMARGÎ
Hevrêya me Jiyan li nava eşîra Didêrî ya Cizîra Botan, li malbateke welatparêz ji dayilk bû. Lê belê malbata wî piştre koçî Êlihê kir û li wir mezin bû. Dema ji dayik bû, malbata wê navê Jiyan lê kir, lê belê dewleta Tirk a faşîst asîmîlekar ji ber ku ev navê bi Kurdî qebûl nekir, li nasnameya wê Esma qeyd kir. Lê belê malbatê timî bi navê Jiyan bang lê kir û bi vî navê ji zimanê dayika xwe mezin bû. Fermiyeta pûç û qedexeyên zordar ên dewleta Tirk a qirker nekarî li pêşiya vê bibe asteng. Di salên 1990’î de xaltîk, ap, pismam û keça metka wê li nava raefên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê şehîd bûn. Ji ber ku li nava malbateke welê mezin bû ku xizmên wê tevlî refên têkoşînê bûn û şehîd bûn, her wiha ji ber qedexeya navê wê, nakokiyên kûr bi hevrêya me Jiyan re çêbû û kete nava lêgerînan.
Hevrêya me Jiyan 13 salan xwend û li zanîngeha Sêwasê di beşa radyo û televîzyonê de perwerde wergirt. Li vê derê êrîşên faşîzan lê hate kirin. Ji be Kurdbûna xwe di rojeke 15’ê Sibatê de avêtin ser mala wê û ew destgîr kirin. Zû hîn bû ku li dibistan û sîstema dewleta Tirk cihê Kurd ên azad nîne, lewma kete nava lêgerînên cidî. Piştî ku hevaleke wê tevlî nava gerîla bû û şehîd ket, vê yekê bandoreke mezin li hevrêya me Jiyan kir û li ser rastiya PKK’ê û rastiya dijmin bêhtir fikirî û beşdarî nava karên ciwanan bû.
Hevrêya me Jiyan tevlîbûna li karên ciwanan ji bo xwe têrker nedît û jiyana sexte ya li dibistanên dewleta Tirk di berdêla dûrketina ji Kurdîtiya Azad, dûrketina ji nasname û navê xwe pêşkêş dikir, red kir û biryar da ku beşdarî nava refên gerîla bibe. Roja ku tevlî nava refên gerîla jî bû rojeke gelekî bi wate bû, di salvegera Komkujiya Helebçeyê de 16’ê Adarê tevlî bû. Bi îdîaya ku êşên gelê Kurd kişandiye bike çalakiya tolhildanê tevlî gerîla bû û meşa xwe ya şoreşê da destpêkirin. Bi rabûna li ber rastiya dewleta Tirk a faşîst ku nasnameya Kurd ên azad înkar dike û ji bilî tunekirinê alternatîfeke din nas nake, wê di nava jiyana şoreşger de bi biryardarî navê xwe kir Jiyan û ber bi jiyana azad ve gav avêt. Piştî ku tevlî nava refên tevgera Apoyî bû, jiyana azad a ku ji zarokatiyê ve lê digeriya dît ku di nava jiyana PKK’ê de ye, ku li ser bingeha îdeolojiya Apoyî şênber bûye. Lewma bi coş û kêfxweşiyeke mezin tevlî nava jiyana azad a bi efsûn a PKK’ê bû, kenê li ser rûyê wê ti carî kêm nebû. Piştî ku perwerdeya destpêkê ya gerîla wergirt, li qada Garê bi yekîneyên gerîla re ma û pratîk kir. Tecrûbeya xwe ya destpêkê ji vê derê wergirt.
Hevrêya me Jiyan bi cewhera xwe ya mirovê xeranebûyî, bi kesayetiya xwe ya sade, bi nêzîkbûna xwe ya ji dil, kesayetiya lêgerîne û karaktera xwe ya xurt, zû bi pêş ket. Li nava refên gerîla hîn di sala destpêkê de beşdarî nava karên çapemeniya gerîla bû. Zû hînî çapemeniya gerîla bû, taybetmendiya teknîkî, wateya vî karî têgihişt û xist pratîkê. Sala 2015’an li dewreya çapemeniyê ya Şehîd Denîz Firat perwerde wergirt û ber bi profesyoneliyê ve gav avêt. Hevrêya me Jiyan hewl da rastiya gerîla, rêbaza jiyana mirovên azad ku di şexsê gerîla de şênber bûye, fikir û hestên esîl ên li çiyayên Kurdistanê berz bûne ji gelê me û gelên cîhanê re ragihîne. Dema ku pêwîstî pê hebû li ser vê yekê nivîsî, dema pêwîstî pê hebû dîmenê wê kişand û carna jî li wêneyekî neqiş kir. Ji bo her kêliya ku nekarî li bîra mirovan bineqişîne û bi belge bike, li ber ket. Bi hişmendî û eşqa vî karî li Zap û Avaşînê weke nûçegihana şer û xebatkara çapemeniya azad kar kir. Hem zor û zehmetiyên gerîlatiyê hem jî astengiyên li pêşiya karên çapemeniyê yên di nava atmosfera şer de, bi kesayetiya xwe ya berxwedêr ji holê rakir. Ev pêvajo ji bo xwe weke dema diyarker pênase kir, rastiya dijmin bêhtir ji nêz ve nas kir, li ser hevrêtiya PKK’ê kûr bû, gelekî kete bin bandora lehengên Apoyî ku bi wêrekiyeke mezinb i ser dijmin ve diçin. Piştre jî sala 2017’an derbasî Heftanînê bû û li vê derê kar kir, girîngiya têkşoîna xeta rêxistinî baştir têgihişt.
Ji bo xwe kir esas ku her jin li ser zemîneke xweser xwe perwerde bike û rastiya xwe nas bike, bi hêza xwe bihese, îradeya jinê bê nîşandan û rê û rêbazên têkoşînê hîn bibe. Diyar kir ku jin tenê ji cihê ku lê windakiriye, bi gavavêtina ji wê derê dikare azad bibe. Piştî pratîka ji çar salan bi vî fikrî li Akademiya Şehîd Bêrîtan perwerde wergirt. Bi rêya vê perwerdeyê xwe hînî gerîlatiya serdema nû kir û berê xwe da xaka Botanê. Hevrêya me Jiyan li ser şopa Halîl Dag, Cesûr Roboskî, Arjîn Amed, Alî Kanîroj, Ferzad Med meşiya û derbasî qada Bakur bû. Ji xwe re kir esas ku gerîlayên Bakur, jiyan û şerê wan nîşan bide. Bi coşeke mezin hewl da ku rastiya Şerê Gel ê Şoreşgerî, rastiya gerîlayên li çiyayên Botanê bi kedeke mezin bi belge bike û bi gelê me re parve bike. Di nava şert û mercên gelekî giran de ji Bestayê heta Gabarê, ji Katoyê heta Herekolê li gelek qadan hem bi çekê hem jî bi kameraya xwe karên çapemeniya gerîla bi serketî meşand. Bi kesayetiya xwe ya bi biryar, dilxwaza azadiyê û wêrek li her devera nêzî dijmin kamera xwe bi kar anî, rastiya şer jî bi belge kir. Hêzên me yên gerîla yên li Botanê bi belge kir.
ARÎN HEZEX
Hevrêya me Arîn li navçeya welatparêz a Botanê li Hezexê, li nava malbateke dilsozê nasname û nirxên civakî ji dayik bû. Li nava rastiyeke civakî û nirxên ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê afirandiye mezin bû û tevgera Apoyî zû nas kir. Metka wê hevrêya me Bêrîvan di salên 1990’î de li Nisêbînê şehîd bû, ji ber vê yekê jî bi dilsoziya bi bîranîna şehîdan mezin bû. Hevrêya me Arîn ku haya xwe ji rastiya gel û welatê me hebû, di heman demê de weke jineke ciwan kete nava lêgerîna azadiyê. Li hemberî hovîtiya ku paşverûtiya DAÎŞ’ê li gelê Kurd û gelên herêmê dikir, ne tenê weke jineke Kurd, di heman demê de weke mirovekê bi navê mirovahiyê li ber vê yekê ket û qebûl nekir. Ji bo vê şermê ji holê rake, baweriya xwe bi wê anî ku her kesên xwedî exlaq û wijdan divê li ber vê yekê rabe. Hevrêya me Arîn bi hestên herî esîl ên ji bo mirovahiyê yên di dilê xwe yê pak de, guh da banga Rêber Apo ya ji bo seferberiya ji Kobanê re û beşdarî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû.
Ya ku herî zêde bandor li hevrêya me Arîn kir û meşa wê ya şoreşgerî diyar kir, çalakiya hevrêya me Arîn Mîrkan bû ku sembola fedaî ya Berxwedana Kobanê ye. Ji ber vê yekê jî di nava jiyana şoreşgerî de navê Arîn li xwe kir û biryar da li ser heman xetê bimeşe. Bi kelecaneke mezin tevlî nava refên PKK’ê bû û dilê wê bi kêfxweşiyê dagirtî bû. Mezinahiya hevrêtiya PKK’ê dît ku li herêma Botanê di şexsê gerîlayên destpêkê yên lê rast hatibû, nas kiribû. Fêhm kir ku hevrêtiya li nava PKK’ê tenê bi jiyînê dikare bê fêhmkirin û bi her awayî tevlî nava derya jiyana azad bû.
Hevrêya me Arîn derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, li vê derê perwerdeya gerîlatiya bingehîn wergirt û dest bi pratîkê kir. Zû bi pêş ket û bi kesayetiya xwe ya karker û fedakar di nava jiyanê de bû xwedî cihekî diyarker. Li gel kedkariya xwe her wiha ji aliyê fikrî ve jî kete nava hewldanên berfireh. Bi fikrê ku her astengî û zehmetî bi felsefeya Apoyî û îdeolojiya rizgariya jinê dikarin bêne çareserkirin, xwe perwerde kir. Xwend, lêkolîn kir û di derya kûr a paradîgmaya Apoyî de kesayetiya xwe ji nû ve afirand. Piştî ku demekê pratîk kir, li Akademiya Hakî Karer perwerde dît û hêza xwe zêdetir kir, hewl da xwe bigihîne cewhera xwe û bibe ‘xwebûn’. Weke milîtaneke jin a Apoyî ji xwe re kir esas ku hem ji aliyê îdeolojîk ve hem jî ji aliyê hunera leşkerî ve xwe şareza bike. Piştî ku ji akademiya îdeolojîk weke namzeteke fermandar mezûn bû, beşdarî perwerdeyên pisporiya leşkerî bû û bû pispor. Her tim dixwest mîna Arîn Mîrkan pêşengiyê ji pêvajoyê re bike. Jiyaneke ji rêzê, sekneke ji rêzê, tevlîbûneke ji rêzê li xwe neanî. Li dû perwerdeya gerîlatiya profesyonel, vê carê jî gihîşt wê astê ku bi xwe perwerdeyê bide. Hevrêya me Arîn bi îdîaya xwe ya tevlîbûnê, xurt bû, di pîvanên xwe yên jiyana azad de zelal bû, li ser vê bingehê hevrêyên xwe perwerde kir û îdîa û daxwazên xwe xiste meriyetê.
Piştî ku xwe ji her alî ve bi pêş ve bir û ji şert û mercên giran ên şer re amade kir, weke jineke azad a dilsoza Rêber Apo berê xwe da Botanê. Bi coş û rûmeteke mezin weke fermandareke YJA Starê li xaka ku lê ji dayik bû vegeriya. Gelekî kete bin bandora şehadeta fermandarên me yên pêşeng ên jinê hevalên Delal Amed û Azê Malazgîrt ên li Botanê şehîd bûn. Ji bo xwe kir armanc ku tola fermandarên me yên nemir hilîne. Li ser vê bingehê li Botanê kar kir, li çiyayên Herekolê ku Azîmeyan destan lê nivîsandin beşdarî çalakiyan bû ku derbên giran li dagirkeran hate xistin. Di êrîşa dijmin a giran de ku di navbera 18-21’ê Hezîranê de li qada Herekolê kir, tevî hevrê Jiyan Amargî şehîd bû. Bi biryardariya xwe ya tevlîbûnê, bi baweriya xwe, bi hevrêtiya xwe, bi wêrekiya di şer de, bi sekna xwe ya fermandariyê, bi hestên xwe yên esîl, bi armancên xwe bû temsîla şênber a rastiya sembolbûyî, bilind û azad a jinên Kurd. Rastiya ku di şexsê hevrê Arîn de şênber bû wê rêya azadiyê timî nîşanî jin û ciwanên Kurd bide. Armancên wê, wê ji bo me bibin hinceta serketinê.”