NAVENDA NÛÇEYAN – Tîma Tolhildanê Şehîd Ronahî Nisêbîn a YPS-JIN’ê û Tîma Tolhildanê ya Şehîd Amara Stêrk a YPS-JIN’ê, ji bo xatirê 15’ê Tebaxê çalakî li darxistin.
Di daxuyaniya Tîma Tolhildanê Şehîd Ronahî Nisêbîn de hate gotin; “13’ê Tebaxê bi şev saet di 00.00’an de li Taxa Kale ya Navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê wesayîta Naşît Temellî yê cerdevan û AKP’yî hat şewitandin.”
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku kesên ji eslê xwe dûr ketine, divê di nava civakê de neyê qebûl kirin û bêne ceza kirin. Herkesê xwe ku bi dijmin re kar bike, zerarê bide doza azadiyê wê bê ceza kirin.
Heman demê de di daxuyaniya Tîma Tolhildanê Şehîd Amara Stêrk de jî hate destnîşan kirin ku di 11’ê Tebaxê de li Taxa Azîziyê ya navçeya Seyrantepe ya Amedê û li du taxên navçeya Bismilê bi fişekên hewayî çalakî hatin li darxistin