NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Mahsûm Korkmaz (Fermandar Egîd) ên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) daxuyaniyek da û got, “Me li Îzmîrê li polîsan xist! 16’ê Tebaxê bi şev saet di 23:00 de li Menderesê me li hemberî polîgona polîsên faşîst çalakiya sûîqestê kir. Em bi wesayitê hatin ber deriyê polîgona lêdanê û li dijmin reşandin. Di vê çalakiyê de ku ji bo bîranîna Fermandar Egîd ê Pêngava Vejînê ya 15’ê Tebaxê hate li darxistin, polîsek faşîsr hate kuştin, yek jî birîndar bû. Aqûbeta polîsê duyemîn nayê zanîn.”
HBDH’ê di daxuyaniyê de got; “Em parêzvanê gelê xwe ne, emê bi gelê xwe re ji bo hilweşandina vê faşîzmê ku nahêle gelê me azad nefes bigire têkoşîn bikin. Emê îradeya gelê xwe ne, em şervanên şoreşa yekbûyî ne. Hûn li kuderê bin, emê hesaba zilma ku we li gelê me kirî, ji we bipirsin.”
HBDH’ê di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku herkesê sûcê li karker û kedkaran bike, bi dijmin re di nava hevkariyê de be, wê bibe hedefa hêzên wan û got; “Emê vê plana we ya hov bişewtînin, em li her derê ne. Heya ku hûn dev ji dijminatiya gelê me bernedin, emê li her derê li we bidin.”