REQA – Dewleta Tirk ya dagirker, ber bi sedemîn avabûna Komara Tirkiyê ve diçe, bi vê re dixwaze hemû planên ku danîbûn pêşiya xwe pêk bîne. Ji bo ku bigihêje armanca xwe dixwaze hebûna gelê Kurd ji holê rake. Ji ber vê sedemê di van demên dawiyê de, êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk hem li ser çiyayên Kurdistanê û hem jî li bajarên Kurdistanê pir rengekî hovane, bi pêşketiye. Bi taybet li ser Rojavayê Kurdistanê û tevahî herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên xwe bê navber didomîne. Li hember van tevahî êrîşan Rêveberiya Xwaser ya herêmê rewşa awarte ragihand, heman demê de ji aliyê Hêzên Sûriya Demoqratîk QSD’ê ve jî seferberî hate îlan kirin.
Li ser vê bingehê şêniyên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê xwe ji bo şerê li dijî dagirkeriyê di xeta Şerê Gelê Şoreşgerî de amade dikin. Şêniyên ku cihê xwe di nava van amadekariyan digirin ji me re axivîn û diyar kirin ku ewê heya dawiyê li pişta hêzên xwe bin.
Welatparêzê bi navê Îsa El-Ehmed bi teqez kirina piştgiriya wan ya ji Hêzên Sûriya Demoqratîk re dest bi axaftina xwe kir û got; “Em weke şêniyên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, emê hertim li kêleka Hêzên Sûriya Demoqratîk (QSD) bisekinin. Dewleta Tirk ya dagirker gelên me yên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dike armanc. Dewleta Tirk şêniyên me yên li Kobanê, Eyn Îsa û Hesekê dike hedefa xwe de. Divê em herkes li kêleka Hêzên Sûriya Demoqratîk bisekinin, em jî bi QSD’ê re parastina welatê xwe bikin. Weke ku me Reqa û derdorên wê, Kobanê û Hesekê rizgar kir, emê tevahî herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, ji dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê ve rizgar bikin.”
Di dawiyê de Kesê bi navê Mihemed Hesen bang li tevahî hêzên cîhanî kir ku çavên xwe ji êrîşên dewleta Tirk ya dagirker re negirin û wiha domand; “Erdoxan dixwaze her tiştî bin pê bike, divê raya giştî ya cîhanê û mafê mirovan vê yekê bibînin. Her roj li ser me agir dibarîne, çi karê wî ji sivîlên li herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê heye. Her roj li jin û zarokên me dide. Divê cîhanê çavê xwe ji vê re vebike, Erdoxan tu çi ji me dixwaze.”
NC// Hozan Can