WAN – Tîma Bersivdanê ya Şehîd Cûdî Faraşîn a YPS-JIN li Wanê bi fîşekên hawayî salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kirin.
YPS-JIN di daxuyaniya xwe de got; “Berxwedêrên xwerêveberiyê ku hebûna xwe di nava Pêngava 15’ê Tebaxê de dîtin, di çarçoveya berpirsyariyên vê pêngavê de wê xwedî li 15’ê Tebaxê derkevin.”
“Bi vî rengî wê li hemberî rêjîma faşîst têkoşîna pêwîst bimeşînin, ziman, nasname û nirxên gelê Kurd biparêzin û tu carî serî li ber zexta rêjîma faşîst netewînin.”
Di dawiyê de YPS-JIN bang li gelê Kurd kir ku cihê xwe di nava berxwedana xwerêveberiyê ya li dijî rêjîma faşîst bigire û xwe li hember wê bi rêxistin bikin.