NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) Ûlaş Alankûş (Şafak Kizildere) bi daxuyaniyekê bi bîr anî.
Daxuyaniya ku hatî dayîn bi vê rengî ye;
“Şervanê pêşengê şoreşa yekbûyî ya Tirkiyê/Kurdistanê HBDH’ê û pêkhateya wê ango Yekîneya Gerîlayên Çiyayî ya MLKP’ê FESK’ê Ûlaş Alankûş ê ku di 5’ê Tebaxê de li Bazîd a Agiriyê di şerê bi artêşa Tirk a dagirker û mêtinger de, tevlê karwanê nemiran bû.
Ji dibistana Serhildana Hezîranê re derbas bû. Li ser têkiliya serhildan, şoreş û desthilatdariyê, rol û erkên pêşengtiyê rawestiya. Ji bo desthilatdariya bindestan pêwîstiya têkoşîna çekdarî ji bo wî dihat wateya erk û berpirsyariyeke nû.
Weke ciwanek ê xwendevan ê amadeyiyê bi îradeyeke zanabûn ve jiyana ku li ser hatiye ferzkirin red kir û cihê xwe di nava têkoşîna şoreşgerî de girt. Bi biryar bû ku bibe milîtanê têkoşîna desthilatdariya şoreşgerî, di nava Yekîneya Gerîlayên Çiyayî Behra Reş a HBDH’ê de cih girt.
Hevrê Şafak tevî ku yek ji şervanên ciwan ên têkoşîna me ya yekbûyî ya şoreşgerî bû, ne şert û mercên giran ên xwezayê, ne astengî û ne jî îxanet, nikarîn kêliyekê jî wî ji biryardariya xwe ya şoreşa yekbûyî ya Tirkiye-Kurdistanê bide paş. Ji bo bi destxistina wesfên erkên xwe, bi tempoya xebateke bênavber di nava têkoşîna şoreşê de cih girt.
Hevrê Şafak Kizildere bi taybetmendiyên xwe yên kesayeta şoreşgerî; sadebûn, dilnizm, sekna wî ya bi îrade, dilsoziya bi nirxên şoreşgerî, cesareta şoreşgerî ya nemiran, biryardarî û azweriya wî ya fêrbûn û derbasî çalakiyê kirin, di jiyana xwe ya şoreşgerî de veguherande pêşketinekê.
Bû şopdarê kesên ku beriya wî ji bo şoreşa yekbûyî derketibûn rê. Dema berê xwe da Behra Reş ku xakên Mahîr Çayan, Kemal Pîr û Metîn Lokumcû ye, biryardariya ji bo belavkirina şer li Tirkiyeyê û avakirina şoreşa yekbûyî, di pratîka rêheval Şafak de wateya xwe dît.
Wî karî ku şoreşgeriyek tije di temenê xwe yê ciwantiyê de bi cih bike. Weke rêhevalê Baran Serhat, Koray Aspîr, Sînan Guneş, Atakan Mahîr û Mehmet Alî Kasirga, weke gerîlayekî bi hêvî, bi vîn û bi biryar temenê xwe bi dawî kir. Dema ku li Bazîdê bi çek di destê xwe de bi hevrêyên xwe yên PKK’ê re ber bi nemiriyê ve dimeşiya, li pey xwe mîrasek tije têkoşîn ji me re hişt.
Em hevrê Şafak Kizildere bi hezkirin û minetdarî bi bîr tînin û bejna xwe li ber bîranînên wî ditewînin. Di şexsê rêheval Şafak de soza me ji bo hemû nemiran e; heta ku faşîzm bê tunekirin û qêrîna serketinê li axa Tirkiye û Kurdistanê deng vede, em ê çek bi dest şer bikin.
Di serî de ciwan, kedkar û jin divê guh bidin banga Ûlaş Alankûş û cihê xwe di nava refên têkoşîna şoreşa yekbûyî de bigirin. Divê rabin ser piyan.”