KOBANÊ – Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Firatê li dijî êrîşên dewleta Tirk ya dagirker ên ku bê navber li ser herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin daxuyaniyek dan.
Daxuyaniya ku bi deqeyeke rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê destpêkirî, ji aliyê endama Komîteya Perwerdê ya Herêma Firatê Rozîv Bûşrî ve hate xwandin.
Bi temamî daxuyaniya ku hatî dayîn wiha ye;
“Ev bi dehê salane li ser tevahî axa Kurdistanê dewleta Tirk ya faşîst êrîşên hovane dide meşandin. Bi vê dixwaze tevahî axa Kurdistanê dagir bike û ji gelên me bide vala kirin. Bi vê armancê ve giredayî ev 4 meh zêdetire li ser çiyayên Kurdistanê êrîşên hovane yên derveyî mirovatiyê dide meşandin. Ev 4 mehe bi çekên kîmyewî, û bi tevahî çekên giran Zap, Avaşîn, Metîna û tevehî çiyayên me bombebaran dike. Lê ruxmê vê jî nikare pêş de biçe.
Armanc dikir ku bi van êrîşan destpêkê çiya piştre jî tevehî axa me dagir bike, û wê bixe bin desthilatdariya xwe. Lê rastî berxwedaniyek pir mezin, berxwedaniyek destanî ya gerîla hat. Bi hezaran windahiyên ku dide, li hember berxwedana gerîla û gelê Kurd ve bi binketî ye. Ji ber nikarî di çiya de bighêje armanca xwe vê carê berê xwe da qadên me yên din. Ji bo vê jî ev bi mehane li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê gefan dixwe. Rojane li ser gelê me êrîşan pêk tîne. Her roj bi teyareyên xwe yên keşfê, bi top û obusên xwe ve êrîş dike. Rojane zarok, dayîk, gel û şervanên me şehîd dikevin. Ji bo piştgiriya êrîşên xwe bigire bi herkesî re hewl dide li hev bike û êrîşên xwe rewa bike.
Dixwaze me ji axa me derbixe, hebûna me tune bike. li ser vê jî xwe di heremê de bixe diktatorê herî mezin. Di nav vê meha dawî de ji herêma Cizîr, herêma Firat, herêma Efrîn û heta herêmên rizgarkirî bigre, bi dehan şehîd hatin dayîn. Herî dawî jî di 16 mehê de dîsa tevahî axa me dan ber topan, bombebaran kir û şehîdên me çêbûn.
Dewleta Tirk ewqas lawaz bûye ku êrîşî gel taybet jî êrîşî zarokan dike. Li hember tevahî van êrîşan rolek pir mezin dikeve li ser milê civaka Bakur-Rojhilatê Sûriyê. Ji bo vê jî em wek jinên ciwan yên herêma Firatê didin diyar kirin ku di avakirina şoreşê de, di parastina van nirxan de rolek mezin dikeve ser milê me.
Em ji vê bawerin ku emê bi riya Şerê Gelê Şoreşgerî ya ku Rêber Apo dayî ava kirin, bikaribin şer bikin û serbikevin. Yekane riya serkeftina me xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bi rêxistin kirine û bi Şerê Gelê Şoreşgerî şer kirine.
Heman demê em wek jin dikarin û bawer dikin ku emê pêşengtiyekî rast bikin. Ji ber ku yên herî zêde di avakirina şoreşê û şer de rola xwe lîstine jin bûn, jinên berxwedêr di şer û şoreşê de pêşengtî kirin. Niha jî rola herî mezin dikeve ser milê me de. Em wek jinên ciwan yên herêma Firatê dibêjin ku emê bi Şerê Gelê Şoreşgerî serbikevin û Modernîteya Demokratik mayînde bikin. Ji bo vê jî emê li hember her cure dagirkeriyê şer bikin, axa xwe biparêzin û nehêlin ku dagirkerî û îxanet li ser axa me jiyan bikin. Ji bo tola şehîdên xwe li ser axa xwe heya dawî emê li berxwe bidin.”
Herî dawî daxuyaniya jinên ciwan bi berzkirina siloganên weke “Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Gerîla, Şehîd Namirin” bi dawî bû.