COLEMÊRG – Şewata daristanê ya li gundê Marûnûs ê Colemêrgê ya di encama êrîşên dagirkeriyê de rû daye 6 rojin didome. Li gorî agahiyên hatine bi dest xistin, di 12’ê Tebaxê de di navbera Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û leşkerên dagirker de pevçûneke dijwar rû da ye.
Piştî ku pevçûn rû da dagirkeran bi çekên giran herêm gule baran kirine, ji ber vê yekê jî daristan şewitiye. Hate diyar kirin ku şewata daristanê beriya 6 rojan destpêkiribû, heya roja îro jî hîn didome.
Heya niha bi tu awayî mudaxileyî şewatê neahtiye kirin û şewat ber bi gundê Kavakê ve diçe.