NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji dahorandinê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan….
Dîroka lenetî bi erdê re kirina yek, dijminê ku ji bilî tinekirinê tiştek din nahizire ji welatê xwe derkirin û ji bo bidestxistina serkeftina ku mafê me ye em rabin serhildanê! Em şer bikin û ji bilî serkeftinê jî tiştek din nepejirînin! Ji hêla miletê me û Kurdistanê ve ji bo em ji vê rewşa pêşveçûna her tim serberjêr diçe, ji bilî dagirker, talanker û mêtîngeriya hoveber re xizmetê bike tiştek din nake, bêku fêm bikin em mirovin an na û em nexistine dewsa mirovan de heta roja îro hatine rawestînin, Şoreşek Kurdistanê ya mezin a em di navê de dijîn heye. Di vê şoreşê de ji bo êdî çarenûsa xwe em bi destê xwe diyar bikin, me ev şerê berxwedaniya mezin bidest xistiye. Emê Şerê pîroz a rizgariya netewî, ji bo şerê me yê gelêrî ku her tiştê me winda kirî cardin bide serxistin bimeşînin. Ji bo carek din em darbeyek mezin li dijminê bêku ti quralan binase welatê me wêran dike, miletê me tine dihesibîne bidin, em nehêlin ev milet û welat cardin bikeve vê rewşê roja serhildanê, meşê, şerkirin û serxistinê ye. Ji bilî vê hêcetê –çi çavkaniya xwe ji nav me, çi jî derve de bigire- bêku em ti astengiyê binasin azadiya xwe tam serxistin peywirek devjê nayê berdane. Emê ji bilî vê firsendê nedin ti jiyanê û weke şêwaza jiyana rêya sereke em bi vê rojê û salê re rûbirû ne. Miletê Kurdistanê Mazlume, Êş kêşaye û Egîde! Em ji kîjan alî ve lê binêrin, kîjan hêcetê rêz bikin bila be, em li ol, felsefe, zanist û yek jî li jiyana xwe binêrin. Em dibînin ku ger dê ji namûs, rêzdarî û jiyanek mirovî hinekê para me jî bikeve, êdî darbeyek li vê jiyana ku wê bi ti şêweyî neyê pejirandin û erêkirin a dijmin li ser me ferz dike, ji bo em kêliyekê zûtir wê bi erdê re bikin yek û li ser çavên xwe bavêjin, niha baştir fêm dibe divê em her tiştê we pêşkêş bikin û ji her demê zêdetir jî bi vê bawerin. Hûn jî di vê mijarê de ji me pêşveçûn û meşek hîn xurtir dixwazin. Raste. Em jî dibêjin ku, îro ji bo Şoreşa Kurdistanê ya mezin, em her tim di nav hewldana şerkirina vê meşa mezin û dijwarkirina vî şerî de bûn. Jixwe tişta heta niha me jiyayî hinekê jî wisa bû. Me heta niha hinekê şer kir, emê ji vir û şûn de bi her tiştî ve xwe danin holê, ji bo mirovekê û miletekê çi hewce be, ji bo wê bi şerek mezin ser bixin me biryara xwe da. Yek tenê jî ji me bimîne, dîsa jî wê ew ji bilî vê tiştek din nepejirîne. Êdî ji bo em meşa xwe ya navdar tacîdar bikin, em bi hev re ne. Ji bo serkeftinê em bi firsendek mezin re rûbirû ne. Dîrok vê ji me dixwaze. Yên ji ol û Xweda fêm dikin hebin, ol û Xweda jî vê dixwaze. Yên ji zanist û felsefeye fêm dikin hebin, zanist û felsefe jî vê dixwaze. Em hêza xwe ji miletê xwe digirin. Ev jiyana lenetî ya ku mirovatiyê çi li paşerojê, çi jî di roja me de bi ti şêweyî nepejirîne, ji bo hem jî di demek pir kin de bi erdê re yek bibe, sonda me bi we re ye û em hewl didin vê biryara mezin bi hev re bidin. Dijminek wisa ye, ji aliyekê ve her roj behsa biratî, yekîtî û bihevrebûnê dike. Lê ji aliyê din ve jî li hukumata Demîrel û Înonû ya herî dawî hatî, van camêrên ku hewce dike me baş binasin û em ji xwe re kirin palpiştek ku bûn hukumet binêrin. Bêku ev bizanin çawa bûne hukumet, bi şêweyek hukumeta şerê taybet, faşizan û kontra ya Ozal jî li pey xwe bihêlin, bi alîkariya dewletên emperyalîst, roket û topên firok û helîkopterên teknîka dawî yên di destê xwe de bi feraseta; “Zivistane, bahoze, nikarin birevin” bi ser me de dibarînin. Hûn jî pir baş dibînin ku, ev hukumet ji bo me ji bilî tinekirinê tiştek din nafikire. Kesên miletê me ji xwe re kirin palpişt û hatin ser kar, yên ji sedî salan ve xwe sipartina miletê me ve Anatolî dagir kirin û gelek milet ji nav hebûna dîrokê derkirin, niha carek din xwe dispêrin we miletê me, dixwazin ewladên herî fedekar û leheng-çeleng ên dîroka me ku yekem care derdikeve holê û PKK’ê tine bikin.
Qaşo dê ev bi dilovanî nêz bibin û we bidest bixin, bi vî rengî jî PKK’ê ji we û pişgiriya we dayî bêpar bihêlin. Qaşo ev dilovaniya beramberî we ye! Vaye hukumeta beramberî me rewşek evqasî ketî dijî. PKK çiye? PKK’yî kîne, miletê Kurdistanê kiye, qet van nahizirin. Ger îro miletê Kurdistanê heye, pir vekiriye ev milet, berhemek PKK’ê ye. Ger ji bo miletê me şeref û serbilindiyek heye, yê ev derxistî holê jî PKK ye. Dijmin li nav çavên we dinêre derewan dike û qaşo hewl dide we bikar bîne. Bêguman hûn vê lîstoka sedî salan dizanin. Em bi navê ol xapandi, bi navê zanistê xapandin. Em dikarin bêjin, ji bo xapandinê çi hebe tev bikar anîn. Heta roja îro serî li gelek rêbazên ketî dan û wisa hewl dan we bixapînin. Êdî me xêra partiya xwe ew roj li paş xwe hiştin. Ger îro li cîhanê yekane miletê neyê xapandin heye, ew jî hûn miletê Kurdistanê ne. Îro dikarin miletê Sovyetê jî bixapînin. Ew miletên Sovyetê yên mezin, ew miletên ku Şoreşa Cotmehê ya mezin pêk anî xapandin û xistin nav lepên şoreşa dijber. Lê hûn îro miletê ku weke sosyalîstên herî pêşveçûyî tê binavkirin bi qasî miletê Sovyetê jî li paş xwe bihêlin li pêş hemû cîhanê, weke miletek nayê xapandin û firsenda xapandinê nade dimeşin. We her tişt berçav girtiye wisa şer dikin. Bêguman ev kêfxweşiyek mezine. Lewra ger cîhanê jî bigire pişt xwe, hûn hêzek rasteqîn dikarin vî dijminî bi erdê re bikin yek. Em hewce nabînin xwe û partiya xwe bi we bidin nasîn. Her roj li ber serê we şehîdên her yek weke remza lehengiyê derdikevin hene. Ji bo radest nebin, keç û xortên ku fîşeka xwe ya dawî li xwe dayîn hene. Dema hewce kir jiyana xwe tine bihesibîne, di nav berf û bahozê de ji bo azadiyê nede berçav sir û seqem çiye û her roj bi berxwedanî li ber serê we navnîşanên lehengiyê kesên ku şehîd dikevin hene. PKK, PKK’ya wane. Em jiyanê tenê wisa dibînin. Em dibêjin hemû PKK’yî wisa ne. Ev jî şeref û serfiraziya me ya herî rasteqîne. Kurdistan jî li ser vî bingehî îro li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava radibe ser piyan. Zext û îşkenceya sedî salan bi erdê re dike yek, her cure sextekariyê datîne aliyekê, yekem care ji bo Şoreşa Kurdistanê ya mezin pêk bîne, Bakur û Başûr digihîne hev, dîsa ji her mezhebi, ji her herêmê, eşîretê, xwendî-nexwendî, jin-zilam, zarok û îxtiyar hemû derdorê li hev dicivîne û radike ser piyan.
Wê demwa bike….