Malbat ew saziye ku ji têkiliya di navbera herdu cinsan, zarok û xizmên wan de hatî avakirin û pênasekirin. Ev sazî xwedî dîrokek kevnar e û bi pêşketina pergala hiyararşîk a di nava civakê de derketî holê. Despêkê ji komên mirovan ên hinekî mezin re malbat dihat gotin, wê demê têkilyên malbatê ne li ser esasê berdewama neslê mêr bu. Ji komên nêzî hevdu, mirovên hevdu yên bi hevdu re tevdigerin pêk dihat. Paşê bi demê re ev şiklê malbatê hat guhartin û bu malbata li ser esasê serweriya cinsê mêr. Dibe mirov malbat û malbatgerî ji hevdu cuda bigrê dest. Malbatgerî ji avahî zêdetir aliyê wê yê têgîh li pêş e. Malbatgerî ji milê pergalê ve hatiye îcadkirin û di navbera jin û mêr de hatî sînordarkirin. Ew şikle malbatgerî hîn bêhtir li ser esasê serwerya mêr hatî avakirin.
Emê di herîkîna nivîsa xwe de li ser sedem û derketina malbatê hûr û kûr bisekinin. Û hewl bidin bandorên wê yên li ser şêwegirtina ferdên civakê û zarokan zelal bikin. Hemû aliyên wê weke, têkîliyan malbatê bi desthilatdarî re, bi milkbûnê re, bi axatî, koletî yanê çînayetî re, bi nebûna îradeyê re çiye? Di piratîkê de çawa tê jiyankirin binirxînin.
Bê guman Rêbertiya me di derbarê jin û malbatê de, hîn ji salên 80’an de dahurandinên pir kûr çêkir û li ser wan dahurandina, gelek tezên xwe yên din jî weke “çawa bijîn” Rastiya ziman û şoreşê, paşê jî bi cildan purtûk nivîsandin û danîn pêşiya me, da ku em bikaribin mijarê rast fêmbikin. Dîsa em vê mijarê weke sedema hebûn û jiyana xwe bibînin û milîtantiya wê xetê bikin. Di çarçoveya van eserên Rêbertî ku ji bo me weke çavkaniya lêkolîn û lêhûrbunê ne, weke destpêk dibe em biçin destpêka dîrokê û mijarê ji wir de bigrin dest û bên, ji ber me li ku derê wenda kirî dibe em di wir de li xwe bigerin.
Gerdûn bi awayekî giştî weke Rêber APO dibêje “mîna ku armanca gerdûnê azadî be, daîma di nava lêgerînê de ye. Tevgera wan weke enerjî yek bê sînor diherikin ew azadî bi xwe ye hemû hebûnên di gerdûnê de, zindî, xweza, erd û asîman, derya û zerya bi awayekî hevsengî bi hevdu re di nav têkiliyê de ne. Lê civak parçeyê xwezayê yê herî zekî ye, zekaya xwe xwe di pêş de ye. Li vir jî Rêbertî dibêje; “qadên li wir zeka komkirî zêde be, ew qad ji bo azadiyê hîn bêhtir hesas in”. Ango azadî di gerdûnê de ne tenê armanca civaka mirovan e, armanca hemû hebûn, zindî û herikînên di nava gerdûnê ye. Li cem mirovan mêjiyekî nerm, zekî û qayîşokî heye, ev him di aliye erênî de him jî di aliyê neyînî de dikare bandora xwe çêke û bê gûhartin. Ji bo wê di dîroka gerdûnê de gûhartin û vegûhartina fîzikî û hîsî pir bi lez çêbûye. Lê çawa cinsê mirov pêşdikeve û evrîma xwe bidawî dike, gûhartin hêdî hêdî çêdibin, li şûna wê aliyê çandî û aqilê mirovan de pêşketin bi lez dibe. Ev gûhartineke semyandar a cîhanê ye. Civaka însan weke parçekî xwezayê dema xwe ya sosyolojîk a herî dirêj ji %98 weke civaka xwezayî li derdora jin-dayikê avabûye û jiyan dike. Serdemên herî dirêj ên weke mezolotîk, paleolitîk, newolitîk bi zor û zehemtiyên herî mezin jiyankirine. Di van hemû serdeman de wekî hemû zindiyan li ser esasê (xwe bi cihkirin, têrkirin û xwe zêdekirinê) tekoşînek bê hempa dane meşandin. Lê ji ber cinsê mirovan di nava hemû zindiyan de hebûna herî lawaz e, nikare weke şexs bi tenê jiyan bikin. Dema pitik ji dayîk dibe pir lawaz e, weke çêlikên lawiran tavilê ranabe ser piyan û muhtacê lê mêzekirinê ye. zarok heya temenekî diyar ji milê dayîkan û koma civakê ve lê tê mêyzekirin. Car din weke cinsê mirov li gor zindiyên din di nav xwezayê de hêza wan a xweparastinê ji felaketên xwezayî û lawirên mezin nîne, tenê ew weke kom dikarin xwe biparêzin. Ev taybetmendiya mirov dihêle ku mirov bi awayekî komî jiyan bikin û hebûna xwe berdewam bikin. Wê demê ti ferqa navbera cinsan û çînan de nebû. Jin dayîk e. Ji ber taybetmendiyên xwe ya zaroktînê, ya dimijînê, ya zarok xwedî dike, ya xarin kom dike, rola wê derdikeve pêş. Cardin ji her kesî hez dike, hemû zarokan weke zarokên xwe dibînê, ji hemûyan re weke hevdu nêz dibe, xwe dayîka civakê dibînê, taybetmendiyên xwedawendî pê re bi awakî xwezayî pêşdikevin.
Hezkirin, wekhevî, edalet, bereket, ked, parvekirin di jina dayik de weke taybetmendiyên xwezayî ne. Ji ber van sedeman her kes li dora jina dayîk kom dibe û civakbûn jî li ser vê esasê pêş dikeve. Bê gûman ev rewşa civakbûna xwezayî weke me li jor jî aniye ziman, dema herî dirêj jiyan dike. Li van taybetmendiyên xwezayî pir tiştên din jî zêde dibin. Zekaya civakê her ku diçe zêde dibe, li nêzî çemên avê û erdên bi bereket bi cih dibin, mal tên avakirin amûrên çandinî û pêdiviyên jiyanê ji milê jinê ve tên îcadkirin, li wir dest bi çandinî dikin, dema îstiqrar çêdibe ew dikarin xwe biparêzin. Divê wateyê de Rêbertî dibêje ‘’gûhartinên di dema newlotîkê de çêdibin di asta şoreşê de ne, heta çend şoreş di hundurê hevdu de tên jiyankirin.” Şoreşa ziman, şoreşa gûndvanî û şoreşa çandinî çêdibin. Ev hemû bi hevdu re weke şoreşa çandê tên dîtin, çanda dayik a xwedawend. Yanê him civakbûn çêbuye, him ziman pêşketiye, him bi bi cîhbûn him jî çandinî dikin. Êdî ji rewşa koçberî derdikevin, îstiqrar çêdibe, him baweriya anîmîzim heye û derbasî toteman dibin. Ev hemû bi xwe re çandekê ava dikin. Ev çand û ev guhartin hemû ji ber di pêşengtiya jinê de pêşdikeve her kes bi awayekî ji dil beşdarî vê pergalê dibe. Bi hezaran salan e ev pergal didome. Her çiqas dîroka nivîskî qala vê serdema civaka mirovahî nake, an jî weke dema komînala hov pênase dike jî, nayê wê wateyê ku nîne, an jî weke ew dibêjin nîne. Niha asta zanist û lêkolînên zanistî ên arkolojîk gihîştiye, dîsa hîn vedîtinên li şûnwaran ku komên mirovan lê jiyankirine de hatine dîtin vê yekê pişt rast dike. Mirovahî bi hemû temenê xwe deyndarê vê dema zor a klanên wê demê jiyankirine ye. Her wiha di esasê xwe de derketina hiyererşî heya roja me ya îro tiştek li dîroka mirovahî weke nirx zêde nekirine. Berovajî wê hemu nirxên civaka xwezayî kirine bin serwerî û yekdestiya xwe û li ser wê kedê rûnişitine. Niha tenê çînek, an jî komek mirovan ji vê yekê sudwerdigrê û piraniya gelan û civakan di sînorê birçîbunê de jiyan dikin û weke koleyan di xizmeta vê pergalê de dixebitin.
Bê guman malbatgerî jî berhemek pergala hîyararşî ye. Dive mirov malbat û malbatgerî ji hevdu cuda bike. Peyva malbat weke pênase ji koman re hatiye gotin. Bi zimanê Erebî aîle, bi zimanê İngilîzî family tê gotin. Zindiyên ji heman cureyî bin, komên ji heman cureyî ên nêr û mê re malbat tê gotin. Malbata mirovan heye, malbata nebatan heye, malbata lawirên difirin, ên dixuşun û dimeşin hene, yanê hebunên weke kom ji heman cureyî ji haman malbatê re malbat tê gotin. Civaka neolitîk de komên mirovan cara yekem bi navê kilan tevger kirine, paşê jî weke malbat tevgeriyane. Ev şêwazê malbata civaka xwezayî demên dirêj jiyan kirine, wê demê weke sazî neyînî nebû. Klan hinekî di aliyê hêjmar de ji malbatê mezintir e, malbat hîn biçûk e û tevgera xwe siviktir e. Heya dema Hîtîtan jî malbat dayiksalarî ye, jin û mêr bi hevdu re jiyanê bi rêve dibin, hîn li wir hîyerarşî û milkbunî tine ye, mêr ne sermiyane, ne serwere.
Xalîde Engîzek Nivîsandiye …..