NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi daxuyaniyekê nasname û dîroka zarok, sivîl û fermandarên wan ên di êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûne eşkere kir, diyar kir ku divê hemû kes li dijî van sûcên şer ên dewleta Tirk rabe û bibe xwedî helwest.
Daxuyaniya ku hatî dayîn bi vê rengî ye;
“Şoreşa Rojava a ku bi pêşengiya hêzên YPJ’ê, keda gelê herêmê û bi xwîna dehan şervanên enternasyonal ve pêk hat, her dem bûye hedefa êrîşên dewleta Tirk a dagirker û ew feraseta faşîst bi alîkarî û fînansekirina çeteyên DAÎŞ’ê, bi êrîşên dagirkeriyê heta hedef kirina pêşengên şoreşa Rojava, êrîşkariya xwe bi awayekê şênber raxistiye ber çavan. Dewleta Tirk a faşîst bi van êrîşan hewl dide tola DAÎŞ ji hêzên YPJ’ê bigre û DAÎŞ ji nû de zindî bike.
Hemû cîhan dizane ku di pêşengtiya hêzên YPJ’ê de çeteyên DAÎŞ têk çûn û bi vê serkeftinê şoreşa Rojava mezin bû û destkeftiyên YPJ’ê wisa ava bûn. Lê dewleta Tirk a dagirker û çete di sala 2016’an û vir de li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûrî dîsa li herêmên dagirkirî bi tacîz, tecawiz, revandina mirovan, ziyanê madî û manewî, guhertina demografya, kiryarên asimilasyonê, tehrib û tunekirina cihên dîrokî, talankirina xwezayê heya êrîşên tang, top û balafirên keşfê ve her cure êrîşê pêk tîne û mafê mirovan binpê dike. Ev êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çete li ber çavê hemû cîhanê têne jiyan kirin û heya roja îro li hember van êrîşên hovane jî, di milê tu sazî û dezgehan ve helwest nehatiye raber kirin.
Li ser vî esasî bangawaziya me ji gelê me, sazî û dezgehên demokrasîxwaz ew e ku herkes li hember van êrîşan li hember dewleta Tirk a kujer û çete doz vebikin. Heman demê de em ji Konseya Ewrûpa û Netewên Yekbûyî re dibêjin van sûcên dewleta Tirk a dagirker û çete bixine rojevên xwe û li hember van sûcan helwestên şênber û ku van êrîşan bide sekinandin raber bikin. Dîsa hemû kesên parêzkar, parêzerên dost re dibêjin ku ew jî xwedî li vê dozê derbikevin û parêzeriya vê dozê bikin.
Di dema herî nêz de navê welatî, zarok û pêşengên şoreşa Rojava ên ku şehîd û birîndar bûne wiha ne;
Sosin Birhat – 19.08.2021 – Şehîd bû
Rênas Rojhilat (Selahettin Şehabî) – 19.08.2021- Şehîd bû.
Egîd Girkêlegê (Bêvan Remedan) – 19.08.2021- Şehîd bû.
Rûbar Hesekê (Eli Elxirze) – 19.08.2021- Şehîd bû.
Seyfallah Ehmed (Seyfallah Newaf Ehmed) 19.08.2021- Şehîd bû.
Yusuf Gulo-85 salî – 09.11.2021 – Şehîd bû.
Mazlûm Gulo – 09.11.2021 Şehîd bû.
Mihemed Gulo – 09.11.2021 Şehîd bû.
Dilar Heleb (Ranya Henan)-20.04.2022 Şehîd bû.
Ronahî Kobanî (Rodîn Ebdilqadir Mihemed)-20.04.2022 Şehîd bû.
Kobanî (Cihan Nidal Elî)-20.04.2022 Şehîd bû.
Mizgîn Botan (Rahime Xezali)-30.05.2022 Şehîd bû.
Mizgîn Kobanê (Siham Mislim)-02.07.2022 Şehîd bû.
Jiyan Tolhildan (Selwa Yusif)-22.07.2022 Şehîd bû.
Roj Xabûr (Ciwana Heso)-22.07.2022 Şehîd bû.
Barîn Botan (Ruha Beşar)-22.07.2022 Şehîd bû.
Dîna Osman 6 sali-04.08.2022 Birîndar bû.
Mehmûd Xerîb Mamo 6 salî-04.08.2022 Birîndar bû.
Hisên Cemal Qasim 7 salî-04.08.2022 Birîndar bû.
Avrîn Ebdurrehman Heyder 13 salî-04.08.2022 Birîndar bû.
Orîvan Mihemed Ebdo 15 salî-04.08.2022 Birîndar bû.
Hisên Beyrem Elîko 43 Salî-04.08.2022 Birîndar bû.
Sebah Henan Hemo 10 Salî-04.08.2022 Birîndar bû.
Azriya Ehmed Reşo 23 Salî-04.08.2022 Birîndar bû.
Ronahi Silo 27 Salî-04.08.2022 Birîndar bû.”