NAVENDA NÛÇEYAN – Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê navên şehîdên ku roja pêncşemê di êrîşa balafira dagirkeriya Tirk de li ser navenda perwerdeyê ya keçan a li gundê Şemokê ku 2 km dûrî baregeha Koalîsyona Navneteweyî ye û li ser rêya Til Temir-Hesekê ye, eşkere kir. Li gorî daxuyaniya rêveberiyê, navên şehîdan wiha ne: Raniya Eta, Zozan Zêdan, Dîlan Izedîn, Diyane Elo.
Li gorî Rêveberiya Xweser, “Ew şehîd ji nava hêzên leşkerî hatine derxistin.”
Rêveberiya Xweser her wiha bi bîr xist ku navenda peerwerdeyê ya li gundê Şemokê 2 km dûrî baregeha hêzên Koalîsyona Navneteweyî, li ser rêya Til Temir-Hesekê ye.