KOBANÊ – Îro li Kantona Kobanê bi tevlîbûna Saziyên Sivîl, fermandarên leşkerî, siyasetmedar û şêniyên Kantona Kobanê Dîlan Izedîn a ku di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker a bi balafirên biçek yê bêmirov de li gundê Şemokê yê Hesekê şehîd bibû, merasîma veşartinê pêk hat.
Merasîma veşartinê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Piştre Endamê Rêveberiya Xweser ya Herêma Firatê Mihemed Şahîn axivî.
Şahîn diyar kir ku bi salan e gelê Kurd, şehîdên xwe vedişêrin û wiha got, “Dewleta Tirk bi van êrîşan dixwaze tola çeteyên DAÎŞ’ê hilîne. Ji ber vê yekê sazî, zanîngeh, dibistan û her qadên civakî dike hedefa xwe. Em ê li dijî êrîşan serê xwe netewînin.”
Piştî axaftinan nasnameya Şehîd Dîlan Izedîn hate xwendin û cenazeyê Şehîd Dîlan Îzedîn hate veşartin.
Merasîm bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.