Li cîhanê komeke aloziyên siyasî, aborî, civakî û hawîrdorê, dozên girêdayî avhewa, germbûn, birçîbûn, ziwabûn û hişkesalî heye. Bi awayekî bilez gelek nexweşî, pandemî û vîrûs belav dibin ku li ser jiyana mirov û tenduristiya wan û hemû zindiyên li ser rûyê erdê xeter in. Bi zêdebûna nakokî û şerên ne wekhev re di navbera dewlet û hikumetan de, ev alozî girêktir dibin ku ji aliyê zihniyeta desthilata netewdewletê û pergala kapîtalîzmê ve tên sepandin. Ev yek bi awayekî neyînî bandor li jiyana mirov û koman dike. Ji lew re dozên girêdayî avhewa û hawîrdorê û mirov li derveyî hesabên hikumetan û serok dewletan e.
Ev alozî, li her deverên cîhanê belav bû. Êdî li ser jiyana bi milyonan gef e. Li dû xwe encamên xeter, mîraseke bi êşê dagirtî, wêranî hişt ku em nikarin bisewfînin. Li gel wê jî, hikumet û pergalên heyî, bêdeng in û erkên xwe li hember dozên gelên xwe paşguh kirine.
Yek ji wan dozan a herî girîng, tunebûna ewlehiya xwarinê ye ku nakokî, pêlên koçberiyê, astengiyên aborî di vê dawiyê de zêde kirin. Li rex wê aloziya Koronayê heye ku bi awayekî neyînî bandor li qadên jiyanî yên li gelek welatan kir.
Divê mirov bêje ku Yemen, di lûtkeya dewletan de ye ku di nav aloziyeke rastîn a xwarinê de ye. Hikumeta Yemenê beriya zêdetirî hefteyekê destnîşan kiribû ku derdora 7 milyon kes ji ber tunebûna ewlehiya xwarinê zehmetiyan dikişinin. Rewş li Lîbyayê jî ne cuda ye. Raporeke NY`yê, lawazbûna ewlehiya xwarinê piştrast kir ku di encama kirîza li Ukraynayê genim, kel û pelên bingehîn kêm bûn. Di raporê de hat gotin ku sêyeka lîbyayî, ji ber tunebûna ewlehiya xwarinê azaran dikişînin. Milyonek û 200 hezar ji nav zêdetirî 6 milyonan, nikarin xwarinê peyda bikin. Sedema rastîn a vê trajediyê, nakokiyên demdirêj ên di navbera desthilatdaran de ye.
Li gorî pêşbîniyên NY`yê, piştî şerê Rûsya û Ukrayna, dê 4 milyon kes bi tunebûna ewlehiya xwarinê re rû bi bûr bimînin. Dê herêma Afrîka başûrê çolistanê ya herî zêde zirarê ji vê yekê bimîne. Li Srî Lankayê jî rewş heman e. Li asta navneteweyî hişyarî hebûn ku zêdetirî 6 milyon kes bi xeteriya tunebûna ewlehiya xwarinê re rû bi rû ne. Li rex wê jî Somalya heye ku FAO hişyar kir ku heke binkeftina hilberandina hilberînan û sewalvaniyê berdewam bike xela (birçîbûn) dê bi Îlonê re li 8 herêmên din belav bibe. Bihayê madeyên bingehîn her ku çûn buha bûn, pêla zuhabûnê ya zêde li Somalya hişt ku zêdetirî milyonek kes koçber bibe.
Heman pirsgirêk li Iraq, Sûriye, Lubnan, Tunis, Fas, Sûdan, Etyopya û Kenyayê jî hene.
Li rex wê pirsgirêkê, aloziyên din hene ku mirov xweza, hewîrdor binpê dike û aloziya avhewayê heye ku li cîhanê belav bûye û gef li gelek qadan dixwe. Li herêmên din ên Ewropayê jî, germahî zêde bûye ku di encamê de ava çeman hilmij bûn. Mîna li Fransayê rû daye, rayedarên fransî destnîşan kirin ku li zêdetirî 100 bajarokî, êdî ava vexwarinê nemaye. Heman tişt li dewletên Yekitiya Ewropayê mîna Hollanda û Brîtanya rû dide ku pêla germahiyê ya zêde û zuhabûn heye.
Li Rojhilata Navîn jî, di serî de Iraq bi pêlên zuhabûnê yên mezin re rû bi rû maye. Asta ava gola Hemrîn a li Diyala bi awayekî mezin kêm bûye.
Tê zanîn ku ev alozî, bi destê hikumet û dewletan tên afirandin ku hewl didin jêderên xwezayî ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bi kar bînin. Di nav de dewleta Tirk heye ku parên Iraq û Sûriyê ya ava çemên Firat û Dîcleyê kêm kirin. Di encamê de zirarên mezin gihaştin qada çandinî û sewalvaniyê. Bi rêya siyasetên xwe xwezaya herêmê wêran dike û şêniyên wê tî dike.
Rojane, xwezaya Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve tê wêrankirin ku daristanan dişewitîne, daran qut dike, ava çeman bi zanabûn kêm dike û bi gelek cureyên çekan xwezayê Kurdistanê qir dike û ajalan dikuje bêy hesab û beyî ku qanûnek rê li pêşiya wê bigire, xwezaya herêmê binpê dike.
Li Bakurê Kurdistanê, bi hezaran gundên kurdan wêran kirin û niştecihên wê koçber kirin. Rojane daran qut dike, difroşe û dişîne derve. Bi vê yekê çarçoveya keskayî ya li wir tune dike, hewl dide têkiliya di navbera mirov û xwezayê de tune bike ku mirov bi rêya wê têkiliyê sûd ji xêr û berakata xwezayê girtiye.
Avakirina bendavan yek ji xeteriyên li ser hawîrdorê ye. Avakirina ewqas bendavan li ser çeman karesatên xwezayî zêde dike. Dewleta Tirk avakirina bendavan, kêmkirina parên dewletên cîran ji avê, di nav de Sûriyê, kiriye çek di destê xwe de û li dijî gelên herêmê bi kar tîne. Dem demê ava çemê Firatê qut dike. Piştî dagirkirina gelek herêman li Sûriyê bi taybet Efrîn, zeviyên zeytûnan veguherandin bor. Her wiha dar qut kirin, gund wêran kirin û zirarên mezin gihandin perestgehan. Di heman demê de li pêşiya çavên cîhanê siyaseta guhertina demografiyê li herêmê pêk anîn.
Erê rast e, bandora kiryarên netewdewletê îro, hawîrdorê û hêmanên xwazeyî derbas kirin, ji wê zêdetir bandora wê diyardeya guhertina avhewayê derbas kir. Kontrola pergalên kapîtalîst a li ser xwezayê wêraniyeke mezin gihand têkiliya di navbera civak û xwezayê de. Bi derketina têgehên netewdewlet û modernîteya kapîtalîst re civaka xwezayî ku li ser ked û hilberandina jinan ava bûye ji holê rabû. Helbet jin ya herî zêde zirar ji van aloziyan dibîne. Di radeya yekemîn de ew qurban e ku berdêla hemû pirsgirêkan dide.
Endamên civakê ji çanda ku bi xwezayê bawer dikirin û rêz jê re digirin dûr ketin. Ji wê zêdetir berê xwe dan pergalekê ku li ser xwezayê bû bela, bi awayekî derexlaqî xweza binpê kir. Di encamê de civakek li dijî xwezayê derket holê.
Teqez binpêkirinên ku ji aliyê pergalên dewletan ve li dijî xwezayê li dewleteke diyar sînordar nema. Mînak li Sûdanê yê bakur rojhilatê Afrîkayê, çemê Nîl ê li bakurê welêt ji ber qumê çolistanê hindek maye zuha bibe. Li gorî pisporan, şopên gund û herêmên Nûbiyayê yên dîrokî ku heta sînorên welêt bi Misrê re dirêj dibin, bi xeteriya çolistanbûnê û tevliheviya lêgerîna zêr a zirarê dide hawîrdor û tenduristiyê, rû bi rû maye. Bendava Nehda Etiyopyayê bi milyonan sûdanî û misrî kabûs e.
Li Yemenê jî, aloziya keştiya Safir heye ku bûye bomeyeke hawîrdorê û ji bo hemûyan fikareke mezin e. Safir, keştiyek li pêşiya beravên rojavayê Yemenê rawestiye ku ji bo depokirin û hinartinê petrolê tê bikaranîn. Lê ji ber ku ji sala 2015`an ve nehatiye sererastkirin, petrolê di keştiyê de û gazên jê derdikevin, bûne gefeke xeter li ser herêmê. Raporên navneteweyî, keştî bi bombeyeke ber bi teqînê bi nav kir ku dibe di her kêliyê de biteqe û binesaziya deryayî wêran bike ku dibe gihêje heta beravên Deryayê Sor, Urdin, Erebistana Siûdî, Sûdan, Cîbûtî. Tê gotin ku dê bibe duyemîn mezintirîn karesata li cîhanê. Heta niha ev pirsgirêk bê çareseriyên bingehîn maye. Li rex wê jî bilindbûna pileyên germahiyê bandor li jiyana mirovan dike. Piştî ku îsbat bû ji ber wê gelek kes wefat kiriye.
Li rex wê jî, vedîtinên din hene ku şîrketên cîhanê yên herî mezin pê radibin. Ev vedîtin xwedî enerjiyeke xurt in ku dikare hawîrdorê bi giştî qir bike yan jî jehrî bike, wek ku tekenolojiyeke pêşketî ya sûdwer e ji mirovan re tê pêşkêşkirin.
Li gel van aloziyan ku gefê li cîhanê dixwin û wî bi zehmetiyên mezin re rû bi rû dihêlin, şîrketên mezin pabendiyên xwe ji bo parastina hawîrdorê bi cih nayînin. Roj bi roj mirov ji xwezaya xwe ya mirovî dûr dikeve ku divê careke din lê vegere. Divê amûr û alavan bi pêş bixe da ku xwezaya tê de dijîn biparêze û hawîrdoreke tendurist û saxlem ji hemûyan re were avakirin, hawirdorê ji karesatên xwezayî û avhewayî bê parastin ku sedema wê ya sereke lêgerîna petrol û gazê û şoreşa pîşesazî ye ku di serdemên borî de, gelek jêderên xwezayî bi karanîn û zuha kirin û bû sedem ku pileyên germahiyê zêde bibin, guheritnên mezin di avhewa û hawîrdorê de çêbibin.
Pirsgirêka qirêjbûna hawîrdorê, gihaşt asta herî jor. Dozên hawîrdorên zenglên xeteriyê lêdan û bi dengê xwe yê herî bilind li hember binpêkirinên pergala heyî ku li ser qirkirina wê ava bûye, qêriya. Hawîrdor rojane tê qirkirin ji ber siyasetên pergalên kapîtalîst û netewdewletan ku projeyên mezin li dar dixin û bi rêya wê herêmê dikin xerab. Hawîrdor dikin çolistan, çiya dikin kavil. Ev pergal, hawîrdor û giyanê civakî yê civakên resen tune kir. Pergala kapîtalîst a desthilatdar, hawîrdor û xweza wek qadekê dibîne ku divê were bikaranîn. Girêkbûna aloziyên hawîrdorê heta gihaşt asta tehlûkeyê, bêexlaqiya ku li civakê serwer bûye, nîşan didin. Ji bo derbaskirina van aloziyan, divê rêxistinên parastina hawîrdorê û hemû endam hemleyên hişyarkirinê li dar bixin. Bêyî hawîrdoreke sax û durst mirov nikare bijî. Ev têkilî, berhema bi milyon salan e.
Hêvîdar Xalid Nivîsandiye….