BEHDÎNAN – Gerîla TV dîmena çalakiya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya xistina helîkoptera Skorsky ku di 19’ê Tebaxê de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê pêk hatiye parve kir.
Têkildarî çalakiya ku hatî li darxistin NRÇ ya HPG’ê ev daxuyanî da;
“19’ê Tebaxê saet di 21:35’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, liv û tevgera helîkopteran hebû. Helîkoptereke bi tîpa Skorsky ku dixwest dagirkeran li derdora çeperên şer ên li qada Şehîd Gelhat deyne, bû hedefa tîmên me yên bi tevger. Tîmên me yên bi tevger ji nêz ve derbên giran li helîkopterê dan. Helîkoptera Skorsky ku nekarî dagirkeran deyne qadê, berê xwe da sînorê Bakurê Kurdistanê û li nêzî qereqola Girê ya li navçeya Çelê kete xwarê. Bi saetan şewitî û bi temamî îmha bû.”