BERN – Dewleta Tirk a dagirker 18’ê Tebaxê li gundê Şemokê yê li ser rêya Til Temir û Hesekê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi balafireke bêmirov a bombebarkirî êrîş bir ser dibistanekê û 4 zarok qetil kir. Ev komkujî li bajarê Bern ê Swîsreyê bi çalakiyeke afîşê hate şermezar kirin.
Aktîvîstên Koma Swîsreyê ya li dijî Qirkirina Jinê (Gruppe Offensiv gegen Feminizide) li nuqteyên girîng ên bajêr afîşên zarokên hatin qetil kirin; afîşên Raniya Eta, Zozan Zêdan, Dîlan Izedîn û Diyane Elo daliqandin.
Bi navê komê daxuyaniyek hate dayîn û hate gotin, “18’ê Tebaxê roja Pêncşemê navenda perwerdeyê ya zarokên keç ku Neteweyên Yekbûyî piştgirî jê re dikir, ji aliyê balafireke bêmirov a bombebarkirî ya dewleta Tirk ku Neteweyên Yekbûyî li piştê ye, hate bombe kirin. 4 zarokên keç mirin, 11 jî birîndar bûn. Zarokên hatin kuştin Dîlan Ezedîn, Ranya Eta, Zozan Zêdan û Diyana Elo ne. Zarok bingeha jiyanê ne! Em êşa xwe dikin hêrs, hêrsa xwe dikin berxwedan.”
Di dewama daxuyaniyê de biryardariya li ser şikandina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hate nîşandan.