NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji dahorandinê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan…..
Jixwe di binyata PKK’ê de taybetmediyek me ya wisa nûnertiya kevneşopiya têkoşîna gelan dike heye. Xisletek
partiya me ya ji dîrokê tê, bi kîjan ol û mezhebî bê ravekirin bila be, misoger beramberî wan nêzîkbûnek teng raber nake û ji aliyê bîrdozî ve jî têgihiştinê esas digire heye. Lewra em rûbirû kîjan tebeqeya gel, mezhep û heta ol bibin bila be, me cudabûnek herî biçûk nedidît. Baxaja me ya bîrdozî bi qasî tevan bigire nava xwe dewlemend û berfireh bû. Tevger ji destpêkê ve li gorî mozaîka hem gelan hem jî mezheban guncav bû. Lewra di nav me de pirsgirêkek wisa nîne. Berovajî wexta me hewl dida pirsgirêkên civakî jî çareser bikin, ji ber vê xisleta me ya xwezayî, em dibûn hêzek çareseriya xwezayî. Niha di nav PKK’ê de mirovên ji her mezhebî tên biratiyek mezin dijîn. Yezîdî, Zerdeştî, Oldar, bê ol, Tirk, Kurd, Ereb, Laz, Çerkez hema hema tev xwe di nav partiya me de rave dikin. Partiya me bi vê xisleta xwe ve ji pêşketinê re vekiriye. Lewra hem ji bo xirabkirina lîstoka li ser Elewîtiyê danehevên me pirin, hem jî ji hêla bîrdozî û nêzîkbûna siyasî ve ger bal bê dayîn em zehmetiyê jî najîn. Em xwedî ezmûnek lihevkirinek demokratîk a berfirehin jî. Bi qasî gelek komên şoreşger ên Tirkiyê û partiyên wan re heyî, bi nirxên bîrdoziya komên wisa yên civakî re jî lihevkirin û îtîfaq pêşxistin ji bo me ne zehmete.
Di bûyera Elewîtiyê de gelek derdorên dixwazin girêdana bi kevneşopiya şoreşgerî re û berxwedaniya li dijî pergalê bidomînin hene. Li nav Elewiyan cudabûnek çêbûye. Her çendî sînordar jî be, ev gihişt encamek girîng. Ev hîn zêdetir kûrkirin, li pêş me weke peywirekê ye. Weke tê zanîn Elewîtî, nexasim li Tirkiye û Kurdistanê
zêdetir aliyê wê yê çandî hatiye destgirtin, lê xwedî xisletek ku aliyê siyasî nehatî nirxandine. Şîa’yên li Îranê bi temamî bûyerek siyasî ye. Nîgarên Olî, zêdetir ji bo desthilatiya siyasî tê bikaranîn. Yek li Sûrî jî Elewî piranî desthilatin û bi temamî xwedî hêza siyasî û berzbûnê ne. Hevnasînek Elewiyên li Tirkiyê zêde bi siyasetê re nîne. Piranî li ser bûyerên çandî, giraniya xwe jiyana azad, lê ji ber bi desthilatiyê re yekbûnê najî vê jî nikare
tam bijî, lewra xwedî xisletek ku vê pirsgirêkê tim dijî ye. Vêca niha rewşa van komaleyên ku giraniya xwe çandî ne ber bi qenalên siyasî ve herikandin, weke peywira herî bingehîn li pêş me ye. Ger tenê xwe bi xebatên çandî ve têr dîtinek çêbe, bêku xwe zêde siyasî bikin teng bihêlin, dê di nava xwe de xirab bibin û jixwe tişta Elewîtiya dewletê dixwaze bike jî eve. Wê di vê manê de jî bibe derdorek oportînîst. Dê bibe kombûnek pergalê ya dengdanê, wexta di bin demogojiyek sexte de xwe bijî, wê pergalê bide jiyîn, bi vî rengî jî cewhera xwe dîrokî re nakokiyê
bijî û bên bikaranîn. Dê ev çawa bê xirabkirin? Dê ev rewş Elewîtiya çandî bi veguhertina Elewîtiya siyasî ve bê derbaskirin. Bêguman bi qasî Elewîtiya çandî binirxe, ewqas jî têrê nake. Piranî girtî maye, ji sedî salan ve, li nav mercên weke çiyan de hewl daye azad bimîne, lê belê di mercên netewî û civakî yên roja me pêş dikevin de ev têrê nake. Bal bidinê, rêyek berbelavbûnê jî, xirabûnek pir kembaxe. Bîrdoziya laîktî ya li Tirkiyê û nûjentî di Elewîtiyê de bûye xwedî pişgiriyek pir mezin. Çima? Ji ber ew xisleta azadiyê li vir ber bi qenalek pir şaş ve tê herikandin. Di bin navê ne muhefezekar bin, azadîxwaz bin de, tam ber bi xirabûnekê ve diherike. Eşkereye ev tam bi lîstokek dewletê ve encam dibe. Di vir de qenala siyasî nîne. Lê belê di rastiyê de azadî jî qenala siyasî dixwaze. Ger tê xwestin azadî tam rast bê jiyîn, teqez divê bi armanc û amûrek siyasî ve bê girêdan. Îro di nav pergalê de zêde kesên Elewîtiya takekesî dijîn hene, lê kole ne û her cure lîstok li ser hatiye lîstin. Bertekên wan ên kesî hene, lê nikarin ber bi ti encamê ve bibin. Çima? Ji ber yekbûna wan bi muxalefeta civakî re nîne. Çima? Ji ber rast nêzî pirsgirêka desthilatî nabin. Berovajî di destê desthilatiya beramberî wan de her yek pêlîstokekin. Vaye hinek kesên xirab bûne, bi nirxên çandî re zêde hatine tevlîhevkirin û şehtkirin hene. Di vê manê de ger di roja me de nêzîkbûnek baldar ji vê re neyê kirin, li gorî min çawa ku muhefezekariyek Neqşîbendiyan hebe û dewlet vê bi baskek xwe ve bikar tîne, wê di vê manê de Elewîtî jî bi muhefezekariya Elewîtî ve rewşek xeternak bijî. Ya rastî divê mirov bal bikişîne ser vê. Ger muhefezekariya di bin navê xebatên Çanda Elewî de neyên derbaskirin, wê di encamê de cewhera wê jî bi îxanetê re rûbirû bimîne.Bêguman vê çandê di dîrokê de rê ji berxwedaniyên mezin
re vekiriye. Di demên çepên Tirkiyê pêş ketîn de jî, ya rastî gelek berxwedêrên eslê xwe Elewî hebûn. Di bîra me de ye, mînak gelek milîtanên eslê xwe Elewî yên weke Îbrahîm Kaypakkaya dinasim hene. Sedan, hezaran li Dêrsimê hebûn. Ger ev bi şoreşê re yekbûnê saz bikin, dikarin bibin leheng û çeleng. Heta mirov dikare di nav me de herî dawî vê di rastiya Zîlan (Zeynep Kinaci) de bibîne. Teqez girêdanek xwe bi vê kevneşopiyê ve heye, lê ev jî di nêvenga PKK’ê de pêk hatiye. Zeynep hemşîre bû. Ger nêvenga PKK’ê nebûya, dê ew jî xirab bûba û têk biçûya. Jixwe dibêje ku ew xeterî jiyaye. Bes bîrdoziya şoreşgerî ya mezin a PKK’ê dema yekbûnek bi kesayeta milîtanî ya bi wê re saz kir, di dîroka mirovahiyê de bû xwedî çalekiyek wisa mînaka wê neyî û mezin. Nexwe divê mirov li vir li dijî xirabûnê çarçoveya şoreşgerî baş dane holê. Ger ev pêk were, dê rê ji pêşketinên mezin re veke. Hêj derfetên vê bi temamî nehatine tinekirin.Pergal pir ji vê ditirse, ji ber ditirse jî trîlyonan belav dike. Bi rêxistinên naylon ve, nexasim bernameyên hunerî yên xirabûnê pêşve dibe pêş dixe. Mînak gelek ozanên Elewiyan derketine.
Wê Bidomê….