Di van demên dawîn de, bi taybet piştî dan û standinên Astanayê ku di 19’ê Tîrmeha 2022’yan de li Tehranê pêk hatin û hevdîtina şefê faşîst Erdogan û Pûtîn li Soçiyê di 5’ê Tebaxa 2022’yan de Lihevkirina Edeneyê girêdayî mijara Sûriyê dîsa kete rojevê.
Di vê çarçoveyê de dive bersivên van pirsan bên dayîn; Lihevkirina Edeneyê çi ye, di kîjan şert û mercan de ji aliyê kê ve û ji bo çi pêk hatiye, girêdayî wê pêşketinên çawa çêbûne û îro gihaştiye merheleyeke çawa?
Di 20’ê Cotmeha 1998’an de li bajarê Edene yê Tirkiyê bi navê Lihevkirina Edeneyê “Peymana Hevkariya li dijî Terorê û Rêxistinên Terorîst” di navbera şandeyên Sûriye û dewleta Tirk a faşîst de hate îmzekirin. Ji bilî serokê Amerîkayê Bill Clinton, serokê Misirê Husnî Mubarek û wezîrê karên derve yê Îranê Kamal Herrazî jî di vê lihevkirinê de bi roleke girîng rabûn. Wê demê Hafiz Esed serokê Sûriyê bû, Suleyman Demîrel serokkomarê Tirkiyê bû, Mesut Yilmaz jî serokwezîrê hikumeta ANASOL a Tirkiyê bû.
Rayedarên Tirk ên wê demê digot “Bêyî navbeynkariya Mubarek û Herrazî, dê Tirkiye bi Sûriyê re biketa şer.”
LIHEVKIRINA EDENEYÊ BI TENÊ LI DIJÎ KURDAN Û RÊBER APO NEBÛ
Wekî ku tê zanîn, beriya lihevkirinê di 9’ê Cotmeha 1998’an de rêber Abdullah Ocalan di encama zexta dewleta Tirk a faşîst û NATO’yê de neçar ma ku ji Sûriyê derkeve. Rêber Apo ev pêvajo wek ‘komploya navneteweyî’ pênase kir. Bi vê nirxandinê re derket holê ku hêza ku mudaxleyî pêvajoyê kiriye ne tenê dewleta Tirk e. Yanî bi Komploya 9’ê Cotmehê re bi rastî jî pêvajoya NATO’yê ya ku bi destê dewleta Tirk dagirkirina Sûriye jî dest pê kir. Bi peymana 20’ê Cotmeha 1998’an a bi navê Lihevkirina Edeneyê re, dewleta Tirk a faşîst a ji bo dagirkirina Sûriyê mafekî fermî wergirt.
Lewma bi Komploya 9’ê Cotmehê û Lihevkirina Edeneyê re, di şexsê rêber Apo de mudaxeleya NATO û Îsraîlê ya bi pêşengiya DYA’yê li dijî hemû herêmê û bi taybet Sûriyê dest pê kiriye. Ji ber vê yekê, dê şaş be ku mirov bibêje Lihevkirina Edeneyê tenê li dijî rêber Apo û Kurdan hatiye kirin. Ji ber ku Lihevkirina Edeneyê ji bo pêkanîna ‘Projeya Berfirehkirî ya Rojhilata Navîn’ qonaxeke girîng bû. Geşedanên wekî dagirkirina Efganistan, Iraq, Lîbya, êrişên DAIŞ’ê û tevgerên Îsraîlê li herêmê û hwd rasterast girêdayî komployê û gavên piştî Lihevkirina Edeneyê ne. Ji bo vê jî, piştî komployê rêber Apo projeya Konfederalîzma Demokratîk a Rojhilata Navîn wek stûneke girîng a pûçkirina komployê bi parêznameyên ku li girtîgeha Îmraliyê nivîsandine, derxistiye holê.
PÊVAJOYA DAGIRKERINÊ BI ROJANEKIRINÊ RE DEST PÊ KIR
Lihevkirina Edeneyê di sala 2010’an de wek “Peymana Hevkariya li dijî Terorê û Rêxistinên Terorîst” di navbera dewleta Tirk ya faşîst û hikumeta Şamê de hate nûkirin. Li gorî wê, ev peyman ku ji 23 xalan pêk tê, dê 3 salan derbasdar bûya, her du dewlet, li dijî rêxistinên gefan li wan dixwin tedbîran bigirin, bi taybetî jî PKK û pêşî li hemû çalakiyên wan bigirin. Her du dewletan li hev kir ku destûrê nedin tu mayîn, lojîstîk, perwerde, veguhastin û çekan û di operasyonên hevpar, îadekirina girtiyan û parvekirina agahî, belge û îstîxbaratê de hevkariyê bikin.
Piştî vê rojanekirinê di sala 2011’an de pêvajoya dagirkirina NATO’yê û dewleta Tirk a faşîst a Sûriyê dest pê kir. Hêzên qaşo opozîsyona Sûriyê di çarçoveya projeyên “perwerde bike-çekdar bike” yên NATO’yê de li Tirkiyê amade bûn ku hikumeta Şamê hilweşînin. Bi serhildana Îxwan Muslimîn a Sibata 1982’yan re ku desteka xwe ji dewleta Tirk a faşîst digirt, encama ku tê xwestin bi Lihevkirina Edeneyê û nûkirina wê, peymana 2010’an dest pê kir. Yanî bi Lihevkirina Edene yê û rojanekirina wê re, di şexsê rêber Apo û PKK’ê de komkujiyên li dijî Kurdan salox didan, her wiha derfetên pêkanîna projeya Mîsaqî Mîllî ya Osmaniyên Nû pêşkêşî dewleta Tirk a faşîst kirin. Ji ber vê yekê, ev peyman dihat wê wateyê ku hikumeta Şamê li şûna perspektîfa dualî ya têkoşîna hevpar a li dijî terorê, dawiya xwe amade dikir.
Eger em bala xwe bidinê, tevî ku li aliyê Tirkiyê bi dehan kampên çeteyan hene jî, hikumeta Şamê nikare tevgereke bi tenê jî li dijî wan bike. Yên ku di wan kampên çeteyan de tên perwerdekirin û çekdarkirin, li dijî hikumeta niha ya Şamê şer dikin. Lê belê tevî vê yekê jî hikumeta Şamê nikare gavekê bi tenê jî li dijî van çeteyên ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve hatine têrkirin û navgîna mêtingeriya dewleta Tirk a faşîst a li ser xaka Sûriyê ye, gavekê jî biavêje. Ne gavek, ji ber “pêwîstiyên Lihevkirina Edeneyê” nikare îdiayekê bi tenê jî li dijî wan bike. Nikare tevgereke bi tenê jî di çarçoveya plansaziya hevpar a li dijî van hêzên dijberî Sûriyeyê yên li nava sînorên Tirkiyê de bike.
YÊN DILSOZÊN SÛRIYEYA DEMOKRATÎK BÛN, KIRIN HEDEF
Tevî Lihevkirina Edeneyê û peymanên di sala 2010’an de hatin îmzekirin jî, Kurd nebûn aliyekî êrişên ku di sala 2011’an de bi desteka NATO û Tirkiya faşîst ku ji bo hilweşandina hikumeta Şamê dest pê kirin. Hêzên ku di bin navê Opozîsyona Sûriyê de bi rêxistin bûn, dixwestin bi dewleta Tirk a faşîst re di hikumeta nû de Kurdan bikin hevkarê vê projeyê. Kurd li ser xeta sêyemîn a rêber Apo bûn û bi pêşengiya PYD’ê bûn hedefa êrişa çeteyan û dewleta Tirk a faşîst, ji ber ku bi parastina yekparebûna axa Sûriyê li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di serî de li Rojava, bi têkoşîna Sûriyeya demokratîk re dilsoz man. Ewilî bi El Nusra û piştre jî bi êrişên DAIŞ’ê re hewl dan Kurdan û qadên xweseriya demokratîk ji holê rakin. Pirsgirêkên di van pêvajoyan de hatine afirandin û asta pêşketina destkeftiyên encamgir tên zanîn. Tevî hemû kêmasiyên xwe jî avaniya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên herêmê û heta ji bo mirovahiyê bûn îlham. Ji ber ku ‘paradîgmaya ekolojîk-demokratîk û azadîparêza jinan’ a rêber Apo ket meriyetê, dewleta Tirk a faşîst û hêzên global ên mîna Rûsyayê, bi taybet DYA/NATO ku pê re bûn yek, li dijî avabûna xweseriya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi êrişên veşartî yan jî aşkera kirin.
LI DIJÎ HEMÛ GELÊN SÛRIYÊ PEYMANA XIYANETÊ
Dagirkera Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî li ser vê bingehê çêbû. Dewleta Tirk a dagirker a faşîst bi îdîaya ku li gorî Lihevkirina Edeneyê ye, êrişên xwe yên dagirkeriyê zêde kirin, hikumeta Şamê jî ku îdîa dikir serdest e, li pêşberî êrişên dewleta Tirk a faşîst bê deng ma yan jî bû hevparê van êrişan. Ji daxuyaniyên dîktatorê dawîn ê faşîst Erdogan û peyayên wî jî tên dîtin ku rêveberiya Şamê jî şirîkeke sereke ya van êrişan e. Di berdêla dijberiya hêzên demokrasiyê de di vê pêvajoya hevkariyê de, Osmaniyê Nû yên faşîst di her gavekê de parçeyek ji xaka Sûriyê bi xwe ve girê dan. Rêveberiya Şamê ku demekê digot ‘Hatay xaka min e’ êdî nikare axa xwe ya lê serwer jî biparêze. Ji bo vê jî ev peyman ne tenê li dijî Kurdan, her wiha li dijî tevahiya gelên Sûriyê peymaneke xiyanetê ye.
BERIYA DAGIRKIRINA SERÊKANIYÊ Û GIRÊ SPÎ QALA WÊ DIKIRIN
Serokê Rûsyayê Pûtîn 23’yê Çileya 2019’an li Moskovê bi serokê çeteyê faşîst Erdogan re rûnişt. Piştî hevdîtina bi Erdogan re, Lihevkirina Edeneyê wek formuleke demkî ya ji bo destpêkirina dan û standinên rasterast bi rejîma Beşar Esed re li Sûriyê bi nav kir. Piştî rojekê serokê faşîst Erdogan got “divê li ser Lihevkirina Edeneyê israr bê kirin” û di dema serdana xwe ya Sirbistanê ya 7-8’ê Cotmeha 2019’an de ji bo dagirkirina Serekaniyê û Girê Spî jî gotibû “Em li ser bingeha Lihevkirina Edeneyê li wir in… Heke li hemberî PKK’ê ji aliyê rejîmê ve tedbîr neyên girtin, mafê hêzên me heye ku li dû bikevin.” Bi Peymana Soçiyê re ku di 22’yê Cotmeha 2019’an de di navbera Rûsya û Tirkiyê de hate îmzekirin, Rûsyayê diyar kir ku ew ê pêkanîna Lihevkirina Edeneyê hêsan bike.
LI SOÇÎ Û TEHRANÊ JÎ QALA WÊ HATE KIRIN
Piştî civîna Tehranê ya 19’ê Hezîrana 2022’an Reîsî, şefê faşîst Erdogan û Pûtîn civîna Tehranê û 5’ê Tîrmeha 2022’yan Pûtîn-Erdogan li Soçiyê mijarên rojanekirina Lihevkirina Edeneyê û pêşvebirina têkiliyên bi hikumeta Şamê re, ji devê serokê çeteyan Erdogan û peyayên wî nakeve. Em îro di vê çarçoveyê de şahidiyê li geşedanên girîng dikin. Jixwe piştî hevdîtinên Tehran û Soçiyê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûne. Bersiva pirsa bê ka li Soçî û Tehranê peymanên bi çi rengî hatine danîn, di wan êrişan de ku her ku diçe zêdetir dibin, derdikeve holê. Berdevkên desthilata faşîst a AKP/MHP’ê qebûl dikin ku têkiliyên bi hikumet û îstîxbarata Şamê re xwe dispêrin dema borî. Kesê bi navê Dogu Perînçek ê patenta xwe ji CIA’yê girtiye, got ew ê meha bê biçe Şamê.
Di vê pêvajoyê de gelek caran tê gotin hikumeta Şamê ku li dijî êrişeke gengaz a mêtingeriyê ya dewleta Tirk a faşîst bi QSD’ê re ketiye nav tifaqeke leşkerî, li dijî Rêveberiya Xweser jî bi Tirkiya faşîst re îstîxbaratê parve dike. Ji aliyekî ve Rûsya hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser neçarî dan û standinên hevbeş dike û ji aliyekî din ve jî lêgerîna lihevkirinê bi Tirkiyeya faşîst re didomîne. Ji aliyekî ve desthilata faşîst a AKP/MHP’ê ku diyar dike ew amadekariyên dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, li aliyê din jî aşkera dike ku bi êrişên balafirên bêmirov û topan dest ji qirkirinê bernedaye ku jê re dibêje ‘bi zimanekî ku cîhan jê fêm bike’. Serçeteyê faşîst ku piştî Tehran û Soçiyê dibêje “Divê DYA ji rojhilatê Firatê vekişe” balê dikişîne ser êrişên ku dixwaze pê Rojava bê Kurd bike.
JI BO BERJEWENDIYÊN XWE GELAN DIKIN QURBANÎ
Bi şerê Ukraynayê re di warê aborî, malî, leşkerî û siyasî de pirsgirêkên mezin ên Rûsyayê çêbûn lê ji aliyekî ve krîza genim û li aliyê din jî krîza enerjiyê vediguherîne çekekê. Rêveberiya Pûtîn ku dixwaze bandorên dorpêça heyî kêm bike, dijminatiya desthilata faşîst a AKP/MHP’ê ya li hemberî Kurdan teşwîq dike. Anku di hevdîtinên dualî yan jî di navbera delegasyonan de, Rûsya ji bo şikandina ambargoya NATO’yê dijminahiya Tirk a faşîst a li hemberî Kurdan vediguherîne çekekê. Ji bo vê jî qirkirina dewleta Tirk a faşîst ji bo berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî bi kar tîne. Wekî ku di Civîna Madrîdê ya NATO’yê de jî tê dîtin, nêzîkatiya NATO’yê û bi taybetî ya DYA’yê ji ya Rûsyayê zêde ne cuda ye. Ev her du avaniyên bingehîn ên global ku niha hev wek dijminên sereke îlan dikin û dijminahiya xwe bi fedakirina gelan dimeşînin, li Sûriyê jî polîtîkayeke bi heman rengî dimeşînin. Dudiliyê nakin ku gelan ji bo berjewendiyên xwe bikin qurbanî.
Tevî van hemûyan jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilat dev ji lêgerîna têkiliyan-hevbendiyê berneda, bi banga seferberiyeke berfireh bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku ne tenê li dijî êrişeke gengaz, di heman demê de li dijî her cure êrişên leşkerî, aborî, çandî, siyasî û hwh amade bin û li dijî êrişan tê bikoşin. Di rastiya heyî ya cîhanê de, avaniyên global ên kapîtalîst ji bilî bikaranîna gelan ji bo berjewendiyên xwe, nikarin bibin xwedî tu nêzîkatiyekê. Ji bilî şerên bêdawî yên ku îro li Lîbya, Sûriye, Yemen û niha jî li Ukraynayê rû didin, kaosa li gelek deverên Afrîkayê nêzîkatiya modernîteya kapîtalîst a global bi hemû pîvanên xwe radixe ber çavan. Ev hêzên ku derya, çem û daristan tune kirine, niha jî hewl didin bi gefên şerê nukleerî dawî li cîhana me bînin. Lewma yên ku dixwazin bi polîtîkayên girêdayî wan van hêzan bijîn, dê xeyalên wan zû têk biçin.
MÎNA ÎXWAN MUSLIMÎNÊ AKP/MHP JÎ DÊ HILWEŞE
Niha hêzên ku xwe wek Artêşa Azad a Sûriyê bi nav dikin, di polîtîkayên dawîn ên Sûriyê yên dewleta Tirk a faşîst de, xeyalên wan şikestine. Derdorên siyasî û aborî yên Iraqê ku bi rêya PDK û Tirkmenên sunnî hewl didin bi dewleta Tirk a faşîst re têkiliyê deynin, bi kaosa kûrbûyî ya Iraqê re heman nerazîbûnê dikişînin. Hêzên faşîst ên AKP/MHP’ê yên hevkar ên wekî Îxwan Muslimîn, xuya ye bi heman awayî dê têk biçin. Ji bilî têkiliyên birûmet-biprensîp û xwebirêvebirinê, aşkera ye ku hemû nêzîkatiyên pragmatîk, têkilî û tifaqê yên ber li ser berjewendiyên heyî hatine danîn, dê bi heman aqûbetê bi encam bibin.
Ji bo vê jî tenê vebijêrkek li pêşiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye ku di şerê man û nemanê de ji bo afirandina jiyana azad tê dikoşin. Çareserî yekbûna li dora dirûşma “Dem dema azadiyê ye” ye ku bi birêxistinbûn û şêweyên çalakiyê yên li gorî stratejiya şerê gel ê şoreşgerî were pêşxistin.
Halîl Cemal Nivîsandiye…..