NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji dahorandinê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan….
Heta Arîf Sax xwe hostayê herî mezin dibîne jî, mil bi milê Waliyê Şerê Taybet ê Erzînganê Yazicioxlo yê dibêje; “Min gêrîla nêzî vir nekir” re digere. Ev hemû planin. Taybet ev girtin cem xwe. Dewlet tev ji bo van di tv û radyoyan de bernameyên taybet sazûman dike. Yeqîn dikim nîvê wan ji vê kevneşopiyê tên. Lê belê bi dewletê re yekbûnê dijîn. Dewlet jî bi rêya van li ser girseya Elewiyan nêzîkbûnên xirabkirin û ji cewherê valekirinê pêş dixe. Di dema pêş me de dijberî vê xirabkirinê kevneşopiyek ku têkoşîna me ya şoreşgerî sînordar nûnertiya wê dike ji niha ve pêşxistin hewce dike û em vê nîqaş dikin. Ev potansiyel, ne potansiyelek wisa hêsan bê tasfiyekirine. Tişta di destpêkê de bê kirin, ji nav van hewldanên Elewîtiya çandî ya teng derketin, ew derbaskirin, beramber xirabûnê
tevdîr girtin, qenala şoreşgerî saxlem sazkirin û bi tevgera şoreşgerî ya giştî re hevgihandine. Weke ku derfetên vê zêde hene, pir eşkereye divê hûrûkûr û jidil li ser xebat bê kirin. Bi qasî Elewîtiya Anatoliya, Elewîtiya Kurdistanê û Elewîtiya Rojhilata Navîn girîngiya xwe diparêze, hêjî xwe tam ber bi şoreşê ve neherikandiye. Ger em niha li ser PKK’ê bihizirin, mînak me bi Elewîtiya Rojhilata Navîn re jî pêwendî pêş xistin. Elewîtiya li Kurdistanê jî, jixwe bi giranî ji bo me girseyek bingehîne. Ango PKK di vê mijarê de di rewşa rêxistinek herî zêde xwedî îdîa de ye.Lewra di pêşengiya PKK’ê de derfeta pişgiriya ku tevgera Elewîtî bibîne û pêngava bavêje pêkane. Jixwe pêşketina wê ya rojane jî rê ji vê re vedike. Bi gelemperî jî tevgera şoreşgerî ya ku PKK pêşengiya wê dike, di cewher de jî şerê rizgarî wisa gelek partiyên Elewî yên sexte, trîlyonên Elewî û dîsa gelek kesayetên ku di qada hunerê de jî ber bi gelek xirabiyan ve dibin û komên wan derxistiye holê, dê hîn jî derbixe û teşîr bike. Niha jî peywira ku ev hîn zêdetir biplan û rêxistinkirî bê kirin heye. Em xwe bi tiştên dikin ve têr nabînin, emê hewldana zêdetir kirinê û
heta ber bi desthilatî ve birinê jî raber bikin. Pêwîste ji ber Elewîtî xwe dispêre bingehek netewî ev jî weke hêcetek zêde cuda dîtinê neyê destgirtin. Mînak Şîa’tiya li Îranê, zêdetir xwe dispêrin netewên Fars û Azerî. Elbet tevî ku
bingeha netewî nayê paşçavkirin, divê zêde rê ji cudabûnê re jî veneke. Elewîtiya Farsî her tim desthilatî xwestiye. Li Sûrî Elewîtî ji sedî dehe, lê belê li ser ji sedî notî jî bibandore. Di vir de cudabûna di navbera Elewîtiya Kurdistan û Elewîtiya Tirk de, li gorî min ji cudabûna netewî zêdetir, Bektaşî hîn ji dema Yawuz ve xwe weke mezhebek dewletê –jixwe dergeha netew a fermî ye- birêxistinkirine. Lewra ev li şûna weke xisletek ji ber haya xwe ji netewê heyî ya Elewîtiya Tirk nirxandin zêdetir, divê weke desthilatiya siyasî ku Elewîtiyê dixesîne –dibe ku di navê de Kurd jî hebe- bê nirxandin. Yeqîn dikim mirov dikare cudabûna di navberê de jî wisa binirxîne. Li gorî qinyata min li Anatoliyê ji Tirkmenan yên dijberî Bektaşiyan hene. Ango divê mirov cudabûnê bi şêweya Elewiyên ji aliyê dewletê ve hatine xesandin û Elewiyên li ber xwe didin diyar bike. Elbet dibe ku hinek cudabûnên ku ji cudabûna netewî çavkaniyên xwe digirin hebin. Di mijara Elewîtî ji cewheraşoreşgerî hatiye valekirinê de, di roja mede çawa ku reîstiya olî amûrek dewletê ya venêrînê ye, komale û tekke jî wê demê rolek wisa lîstine.
Vekiriye Elewîtî ne rêbazek cuda ye. Heta pir eşkereye weke di Xiristiyaniyê de bi şêwazên Katolîk, Ortodoks û Protestan cudabûnek jî nîne. Lê belê di nav Îslamiyetê de dîsa jî beşek bibandore. Pêwîste em bizanin Sûnîtî di nava xwe de bi çiqas mezheban cuda bûne. Misoger dê Elewîtî jî di nava xwe de pir rehet cuda bibe. Ev çima wisa ye? Ji ber cewaziyên netewî û civakî di astek pir pêş de ne. Ango pêwîste wisa bê payîn. Çima pir naşibin hevdu? Îran bi xwe kevneşopiyek împaratorî ye. Li wir li dijî împaratoriya Sûnî, Emewî û Abbasiyan dê bi kevneşopiya Elewî û kevneşopiya Elî ve têbikoşe. Lê ji aliyê din ve jî dewletek mezine, dê wê dewletê esas bigire. Lewra heta dawî nêzî feraset û felsefeya dewletê ye. Lê belê li Anatoliyê, berovajî kevneşopiya Sûnî nêzî dewletê ye. Eşkereye dê Elewîtî heta dawî xwe bispêre felsefeya razdar. Dibe ku li Kurdistanê hîn cudatire. Dê zêdetir nêzî Zerdûştiyê be û bi wan kevneşopiyan raveya xwe bibîne.Çi bi Baba Îshaq û Bedrettîn re dibe, çi jî di gelek îsyanên pişt wê re dibin, Kurdîtî, Elewîtî û Tirkmenî têkilhev bûne. Vaye pêwîste mirov behsa xisletên van ên çînayetî ku nêzî hevin bike. Yeqîn dikim hem di dema Selçûkî hem jî Osmaniyan de gelek çîn, tebeqe û heta çandên ji netewên din bi lez di bin rêbertiyekê de ji yekbûnê dûr nesekinîne. Baba Îshaq û Şêx Bedrettîn yek ji mînakê vê ne. Yeqîn dikim gelek mînakên mîna vê hene. Van berxwedaniyan tevê, kevneşopiya Elewîtiyê hêjayî xwe dîtine. Ji ber Sûnîtî desthilate. Her tişta li dijî wî hatî pêşxistin jî, Elewîtî ye. Lê belê cewaziya tevan a netewî û civakî heye û eşkereye ku dê neşibin hev jî. Zêde hewce nake ev bên nîqaşkirin, bi qasî dixwazin dikarin nîqaş bikin. Me di vê mijarê de rêbaz diyar kiriye.