STENBOL – Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, Mazlûm Dînç, Newroz Ûysal, Îbrahîm Bîlmez û Cengîz Yureklî bi daxwaza hevdîtina bi miwekîlên xwe re serî li Serdozgariya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re, di nava hefteyê de du caran serî li cihên pêwendîdar didin lê belê bersiveke erênî yan jî neyînî nayê dayîn. Ji ber vê yekê, di 22’ê Mijdara 2021’an de bi daxwaza “hevdîtina lezgîn”, serî li Dadgeriya Înfaza Cezayê ya Bûrsayê dan. Dadgeriyê di bersiva xwe de diyar kir ku di 12’ê Cotmeha 2021’an de, li Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji bo 6 mehan cezayê hevdîtinê hatiye birîn û di 18’ê Tebaxê de jî 3 mehan cezayê qedexeya hevdîtina bi malbatê re hatiye dayîn. Dadgeriyê, bi van hincetan serlêdana parêzeran red kir. Lê derheqê biryarên weke hinceta qedexeyê hatine nîşandin de tu agahî bi parêzeran re parve nekir.
Ji dîroka 25’ê Adara 2021’ê û heya niha agahî ji Rêberê Gelan Abdullah Ocalan nayê girtin.