WAN – Greva birçîbûnê ya bi dem û dorveger a girtiyên di Girtîgeha Tîpa T ya Beşîkduzuya Trabzonê de tên ragirtin ket roja 42’an. 14 girtî bi daxwaza dawî li binpêkirina mafan were dest bi grevê kirin. Girtiyan di axaftinên xwe yên bi malbatê re kirin de diyar kirin ku pirsgirêkên ku ew dijîn berdewam dikin.
Girtî van daxwazan ji rêveberiya girtîgehê dikin: “Pirtûk, radyo û rojnameyên ku ew dixwazin werin dayîn, dawî li lêgerîna tazî bê kirin, mafên tenduristiyê bên dayîn, xwarinên tên dayîn bi tendurist bin û karibin bên xwarin û dawî li binpêkirina mafên din were.”