RIHA – Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar ku 9’ê Adara 2021’ê li ber edliyeya li Rihayê destpê kir, îro di roja xwe ya 535’emîn de li pêşiya avahiya edliyeyê dewam dike. Ji 8’ê Tebaxê û vir ve bi biryara walîtiyê rûniştina malbatê ya li qadê hatibû qedexe kirin. Walîtiyê ji bo çalakiya malbatê asteng bike biryara “Li ber avahiya cemaweriyê xwepêşandan qedexe ye” derxist.
Lê malbata Şenyaşar tevî qedexeyê çalakiya xwe ya li ber deriyê avahiyê didomîne. Ji ber ku polîsan nekarî malbatê derxîne, vê carê nehişt ku xebatkarên çapemeniyê dîmen bikişînin. Polîsan gef li xebatkarên çapemeniyê xwar ku eger dîmen bikêşin wê der barê wan de doz vekin.
Ferît Şenyaşar ê ku li qada bi navê “Kuşeya edaletê ya malbata Şenyaşar” li derveyî avahiya edliyeyê daxuyanî da çapemeniyê û wiha got: “Di vê nobetê de qeymeqam, Midûrê Şaxa Ewlekariyê, Midûrê Emniyeta Bajêr hatin guhertin. Îro 4’emîn Dozgerê Komarê dest bi wezîfeyê xwe dike. Her kesên ku tên ser wezîfeyê bi heman rêbazê zext û zorî pêk tînin û hewl didin me ji edliyeyê dûr bixin.”
Dayika Emîne Şenyaşar jî got, “Li hundirê edliyeyê destûr didin daxuyaniya çapemeniyê û dîmenan bigirin, lê li me qedexe ye. Em ji ber vê yekê li derveyî avahiyê daxuyaniyê didin. Dayik li ber deriyê edliyeyê nobetê dewam dike. Dayik bang li kesên xwedî wijdan dike. Ger wezîfedarên xwedî wijdan bibêjin em mirov in, divê ranezên. Li holê zilm heye û dayikek edaletê digere heye. Bila daxwazên wan di zûtirîn dem de bên cih. Dayik temena wê ji 65 salî zêdetir e. Hemû Tirkiye li vê zilmê temaşe dike.”