ŞIRNEX – Hat zanîn ku ciwanê bi navê Agît Dayan ê 23 salî ji ber sedemekî nediyar xwe kuştiye. Malbat serê sibê bi dengê demanceyê diçin mala ku Dayan lê dimîne û dibînin ku Dayan di nava xwînê de ye. Malbat bang li tîmên tenduristiyê kir û tîmên hatine cihê bûyerê diyar kirin ku Dayan jiyana xwe ji dest daye. Tîmên tenduristiyê cenazeyê Dayan ji bo karên otopsiyê birin Nexweşxaneya Şirnexê.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.