NAVENDA NÛÇEYAN – Nûçeya mirina bi guman ji Girtîgeha Tîpa E ya Aydinê vê carê hat. Hat îddîakirin ku girtiyê edlî Firat Çaglayan ê 28 salî şeva 24’ê Tebaxê di tuwaleta qawîşa ku lê dima întîxar kiriye.
Rayedarên girtîgehê ku telefonî malbata girtî kirin, îdia kirin ku Çaglayan bi benê pêlavan dawî li jiyana xwe aniye.
Cenaze ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Aydin a Adnan Menderesê. Serdozgeriya Komarê ya Aydinê der barê mirina bi guman de lêpirsîn da destpêkirin.
Di 13’ê Çileyê de girtiyê 28 salî Yilmaz Ekinci jî li Girtîgeha Aydinê bi awayek guman jiyana xwe ji dest dabû. Hatibû îddîakirin ku girtî bi xwe întîxar kiriye. Lê belê di îfadeyên girtiyan de hatibû diyarkirin ku Ekîncî hatiye êşkencekirin.