ŞENGAL – Li navçeya Sînûnê ya Şengalê Ciwanên Êzidî di bin dirûşmeya,“ Rêxistinkirina Ciwanên Êzidî wê bibe tolgirtina 74’ar ferman û misogerkirina xweseriya Şengalê” bi beşdariya 300 delege, 200 mêvanên ji Başûr, Ewrupa û Şengalê û tevlîbûna ciwanên Ereb û Şîe 3’emîn Kongreya xwe li dardixin.
Di kongreyê de li ser navê sazî û rêxistinên civaka Êzidî û mêvanan axaftin hatin kirin.
Axaftina destpêkê ji aliyê Berdevka Ciwanên Êzidî Sara Botan ve hate kirin. Sara di axaftina xwe de got; “Em di serî de vê Kongereyê li şexsê Saet Hesen de li tevahiya şehîdan û Rêber Apo pîroz dikin. Em wek Yekîtiya ciwanên Êzidî, vê kongreyê di meha Tebaxê de li dardixin, da ku dijmin zanibe, ewê nikaribe me bi êrîşan tune bikin. Em gihane wê baweriyê ku rêgirtina li ber fermana wê bi rêxistin bûna ciwanan pêk were. Em vê kongereyê li tevahiya hêzên xwe yên parastinê pîroz dikin. Li gerîlayên ku niha li çiyayên azad li dijî dewleta Tirk li berxwe didin pîroz dikin.”
Heman demê de li ser navê Fermandariya YBŞ û YJŞ’ê Dilşêr Qîranî jî axivî û got; “Em vê kongereyê li tevahiya ciwanên Êzidî û civaka xwe pîroz dikin. Di vê mehê de me gelek êşên giran kişandine. Em tevahiya şehîdên vê mehê bi bîrtînin û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin. Ew dijminê dixwaze Êzdiyan tune bike, niha dixwaze ciwanên me ji Êzdîtayê dûr bike, planek wisa li ser ciwanên me tê meşandin. Bersivdana van plana jî lazime di serî de ciwan bidin û li dijî derkevin. Eger ciwanên Êzidî xwe bikin yek û destê xwe bikin yek ewê karibin. Bersiva hemû êrîş û planên li ser Êzidyan bidin. Ciwanên Êzdî xwedî îrade ne, ev yek di dîrokê de jî hatiya dûbare kirin. Ji ber bi îradebûna ciwanên Êzdiyan û xwedî derketina wan a li Şengalê, niha dijimin dixwaze Şengalê ji ciwanan vala bike. Em wek YBŞ û YJŞ’ê heya dawî, heya xweseriya Şengalê û pêkanîna xewn û xeyalên şehîdan emê bi ciwanên xwe re bin.”
Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ)’ê Şemê Remo jî wiha axivî: “Em vê kongreyê tişta herî girîng dibînin. Ji ber ku li ber çavê dijmin ku di vê mehê de me dike hedef, ciwanên me bi li darxistina vê kongreyê bersiva herî mezin didin dijmin. Em dibêjin ev kongre li tevahiya gelê me pîroz be. Dijmin niha rê vekiriye ku berê ciwanên me bide derveyî welat. Pêwîste ciwanên me li axa xwe xwedî derkevin û vegerin li ser warê xwe. Tevlî berxwedaniya Şengalê bibin. Pêwîste ciwanên me li pişta hêzên xwe yên parastin bin. Em hemû bi hevre ji bo Şengalek xweser û azad kar bikin.”
Li ser navê Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê jî Herdî axivî û diyar kir ku dewleta Tirk niha li her derî êrîşî gelê Kurd dike û got: “Dixwaze di şexsê gerîla de di serî de civaka Êzidî û tevahiya pêkhateyên din ku daxwaza mafê xwe dikin qir bike. Bi ked û berxwedaniya gerîla û rihê ciwantî ev plana dijminê dagirker hate vale derxistin.”
Li ser navê Hevgirtina Ciwanên Êzdî ya ji Ewropa jî Cewad Êzîdî tevlî kongreyê bûye, di şexsê cangoriyên meha Tebaxê, Mam Zekî, Mam Beşîr û fermandarên nemir Zerdeşt Şengalî û Dijwar Feqîr de kongreya 3’yemîn a YCÊ pîroz kir. Cewad Êzîdî bal kişand li ser girîngiya xebat û rêxistinbûyîna ciwanên Êzdî ya li her deverên cîhanê û diyar kir ku wê bi rêxistinbûnê pêşî li fermana spî ya derveyî welat bê girtin û got ku li her devera cîhanê pêwîstî bi rêxistinbûna ciwananên Êzîdî heye.
Piştî peyam û axaftina, pespektîfiyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatin guhdar kirin.
Kongre heya niha jî bi coşeke mezin berdewam dike.