ŞENGAL – Li navçeya Sînûnê ya Şengalê Ciwanên Êzidî di bin dirûşmeya,“ Rêxistinkirina Ciwanên Êzidî wê bibe tolgirtina 74’an ferman û misogerkirina xweseriya Şengalê” bi beşdariya 300 delege, 200 mêvanên ji Başûr, Ewrupa û Şengalê û tevlîbûna ciwanên Ereb û Şîe 3’emîn Kongreya xwe li darxistin.
Di kongreyê de piştî deqeyeke rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên doza azadiyê, axaftina destpêkê ji aliyê Berdevka Ciwanên Êzidî Sara Botan ve hate kirin. Sara di axaftina xwe de got; “Em di serî de vê Kongereyê di şexsê Saet Hesen de li tevahiya şehîdan û Rêber Apo pîroz dikin. Em wek Yekîtiya ciwanên Êzidî, vê kongreyê di meha Tebaxê de li dardixin, da ku dijmin zanibe, ewê nikaribe me bi êrîşan tune bikin. Em gihane wê baweriyê ku rêgirtina li ber fermana wê bi rêxistin bûna ciwanan pêk were. Em vê kongereyê li tevahiya hêzên xwe yên parastinê pîroz dikin. Li gerîlayên ku niha li çiyayên azad li dijî dewleta Tirk li berxwe didin pîroz dikin.”
Ji ciwanên ku cihê xwe di kongreyê de girtine ji me re axivîn û diyar kirin ku wan ev kongreya xwe diyarî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê kirine û ewê bi her awayî ji bo Kurdistanekî azad û Şengaleke serbixwe têkoşîn bikin.
Destpêkê jina ciwan ya bi navê Sêvê Murad axivî û got; ” Ez cihê xwe di Rêveberiya jinên ciwan de digirim. Em jî weke jinên ciwan, em bi rengê xwe tevlî 3’yemîn kongreya ciwanan bûne. Armanca me ji, darxistina vê kongereyê ew bû ku em ji êrîşên dewleta Tirk ya dagiker re bibin bersiv û tola şehîdên xwe yên ku di vê mehê de şehîd bûne hilînin. Em weke ciwanên Êzîdî dixwazin bi vê kongreya xwe helwestên xwe yên li hember polîtîkayên dijmin yên şerê taybet zelal bikin. Wê di dawiya kongreyê de hin biryar werin derxistin, emê li gorî van biryaran tevlî kar û xebat bibin.”
Sêvê axaftina xwe domand û diyar kir ku ji bo civakek were tune kirin dijmin hertim ciwanan dike hedefa xwe ya yekemîn; “Ciwan pêşengê civakê ne, ji bo civaka Êzîdî jî ya ku herî zêde pêşengtî dike, ciwanên me yên Êzîdî ne. Ji bo ku civaka Êzîdî bidin helandin û nehêlibin xwe bidomîne, êrîşî ciwanên wê dikin. Li hember vê em bang li tevahî ciwanên Êzîdî dikin ku di tevgera ciwan û jinên ciwan ên Êzîdî de bawariya xwe bibînin û ew jî werin tevlî vê xebatên me bibin.”
Her wiha ciwanê bi navê Mistefa jî wiha dest bi axaftina xwe kir; “Em 3’yemîn kongreya ciwanên Êzîdxanê li Rêber Apo, tevahî şehîdên azadiyê û gelê xwe yê welatparêz pîroz dikin. Em di wê baweriyê de ne ku, emê tola fermana 74’an ji faşîst û qirkeran bigrin. Ev kongreya me di encama keda salan ya şehîdên me ye. Dîsa em vê kongreya xwe li Gerîlayên Azadiyê yên ku li Zap, Metîna û Avaşîn berxwe didin pîroz dikin.”
Heman demê de ciwanê bi navê Şervan Êzîdxan jî nirînên xwe yên derbarê kongreyê de wiha anî ziman; “Ev kongreya 3’yemîn ya ciwanane ku li ser navê Yekîtiya Ciwanên Êzîdî hatî ava kirin. Di kongreyê de xala herî girîng ku derketî pêş civakbûyîna gel, ciwan û jinên Êzîdî bû. Kongreyê me weke bangkekê li tevahî ciwanên civakên din e. Em bi vê kongreyê xwe ya ku xwedî wateyeke cuda ye, mirovahiyê diparêzin. Heman demê de xalê dîtir ku ji bo me xalekî esas bû, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Li ber hemû êrîş û zextan dîsa me karîbû ku em kongreya xwe li darbixin.”
Şervan bang li tevahî gel û ciwanên Êzîdî kir ku ew ji axa welatê xwe dernekevin û welatê xwe ji dagirkeran re terk nekin; “Dijminê me yê ku Kurdistan kiriye çar perçe, ji viya têr nebû, dixwaze Êzîdxanê jî di nava wê de bike perçeyekî cuda. Em ji hemû keç û xortên Êzîdî re dibêjin, ji welatê xwe dernekevin dema hûn derdikevin dijmin bi hêz dibe. Em dikarin xwe li ser xeta şehîdên xwe yên pêşeng, li ser fikir û felsefeya Rêber Apo hêza xwe ya manewî xurt bikin û têkoşîna xwe bilind bikin.”
Di dawiyê de Şervan bal kişand ser berxwedana gerîla ya li Zap, Metîna û Avaşînê û diyar kir ku ewê weke ciwanên Êzîdî bi gerîla re li dijî dagikeriyê şer bikin.
Kongra ciwanan bi coş û moralek mezin heya saetên êvarê dewam kir. Kongra bi erêkirina rêziknameya Yekîtiya Ciwanên Êzîdî û hilbijartina 20 endamên Meclisê bi dawî bû.
Di rêziknameyê de ala Yekîtiya Ciwanên Êzîdî ku ji zemîna sor, baz, çiya û rojê pêk tê carekî din hate erê kirin. Navê Yekîtiya Ciwanên Êzîdî ji wek Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê hate erê kirin ku navê wê yê kurt YCÊ’ê ye. Her wiha endamên meclîsan ji komîteyên Çand û Huner, perwerde, xwendin, ragihandin, berprisên gund û navçeyan, aborî, dîplomasî, Spor, siyasî û parastinê pêk tê. Endamên meclîsê ji aliyê delegeyan ve hatin hilbijartin û piştre bi bîr û baweriyên Êzdayetiyê sond xwarin. Kongre bi gerîna govendê bi dawî bû. Encamnameya kongreyê bi awayekî nivîskî ku ji 9 xalan pêk tê hate ragihandin.
Encamnameya kongreyê wiha ye;
1- Yekîtiya Ciwanên Êzîdîxan azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixe navenda hemû têkoşîn û xebatên xwe, li ser esasê peradîgmaya Rêber Apo li ser ciwanên Şengal û tevahî ciwanên cîhanê bê belav kirin têkoşîn dike û pratîkî xebatên rêxistinî dide meşandin.
2- Ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo di 50 saliya serkeftina Rêbertî de, meşa xwe ya têkoşînê bilind dike, bi hêz û dînamîzma ciwantî kar û xebat dide meşandin, di çarçoveya hemleya “Werin Cenga Azadiyê” de civîn, semîner, perwerde, komxebat, çalakiyên girseyî dixe navenda hemû xebatên xwe.
3- Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi pêşengtiya ciwanên Êzîdî konfransek li ser asta Îraqê bê bi rêxistin kirin.
4- Yekîtiya Ciwanên Êzîdi li ser esasê vala derxistina polîtîkayên dijmin li ser xaka Şengalê xwe di asta yekemîn de berpirsyar dibîne, li ser wê esasî jî hemû xebatê xwe dixe xizmeta hemleya “xwe ji fermanê biparêze û azadiya Şengalê misoger bike.” Her wiha teqez azadiya Şengalê di vê stratejiyê de dibîne.
5- Ji bo ku peymana 9’ê Cotmehê vala derkeve û îxaneta PDK’ê bişkîne, her wiha siyaseta dewleta Tirk û mala Barzanî li ser qirkirina civaka Êzdî derxîne holê di çarçovaya hemleya “xwe ji fermanê biparêze”wê Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê şêwazê şer kirin û berxwedaniyê ji xwere esas bigirin. Li ser wê esasê tevahî ciwanên Êzîdi li ser parastina cewherî xwe perwerde bike, çi eskerî dibe çi ji fikrî dibe. Li ser vê esasê ji parastina taxan bigre heya ya gund û bajaran wê rêxistinbûna ciwanan hedef bigre.
6- Li dijî plana dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê ku rê li ber koçberiya Êzîdiyan vedike, aktîf xebatê hişyarkirina gel li beremberî van polîtîkayan bê meşandin. Heman demê de xebatê vegera gel li Şengal taybet yên kampan de aktîf bê meşandin.
7- Li dijî dewleta Tirk a dagirker û hemû hêzên dagirker û mêtînger têkoşînekî aktîf dide meşandin, li ser wê esasê jî bi hemû ciwanên ku van hêzên dagirker dijminê Şengalê û civaka Êzîdî dibîne lihevkirinan dike.
8- Li dijî şêwaza jiyana modernîteya kapîtalîst şêwaza jiyana çanda kevnar a civaka Êzîdi esas were girtin û li ser vê esasê xwe di hemû qadên jiyanê de rêxistin dike û ji bo avakirina hişmendiya wê gelek xebatan dide meşandin.
9- Li dijî êrîşên şerê taybet û li dijî sîxûr, destdirêjî, tund û tûjî, kuştin, intihar, faliyatên zanekirinê dimeşîne. Di serî de perwerde û hemû xetên rêxistinkirinê esas digre, li kêleka vê yekê jî xeteke aktif a çalakiyên radikal li beramberî van kiryaran ji xwe re esas digre.
NC// Agir Banê