NAVENDA NÛÇEYAN – Girtiyên li girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê diyar kirin ku MÎT û rêveberiya girtîgehê bi girtiyan re hevdîtin dikin û sîxûriyê li wan ferz dikin. Girtiyan bi nameya ku nivîsandinê, diyar kirin ku ji her bûyereke neyînî ku biqewime, rêveberiya girtîgehê û Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê berpirsyar in.
Girtiyan di nameya xwe de ev agahî dan: “Êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li hemberî gelê Kurd û hêzên şoregerî didomîne. Beriya çend mehan li girtîgeha ku em niha lê dimînin, Abdulbarî Kalkan û Adnan Kiliç ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî pişta xwe dan nirxên civakî û xwe radestî dijminê kirin. Piştî ku ev her du kes rêya berûmetiyê hilbijartin, hem bi rêvebera girtîgehê û hem jî bi Mit re hevditîn kirin û sixûrtiyê qebûl kirin. Hem li ser hin hevalên me îfade dane û hem jî hinek agahiyên derbarê me de dane dijmin. Ev her du kesên rûreş niha li derve ne. Em nizanin niha li derve çi dikin û têkiliya wan bi dijmin re di çi rewşê de ye. Em dixwazin gelê me ye welatparêz û dostên me yên hêja li hemberê van her ku kesan pir hişyar bin.
Li aliyê din em nizanin ku MÎT bi kîjan qanûnan tê girtîgehê û bi girtiyan re hevdîtin dike. Lê em ve karê qirêj ku tê kirin, baş dizanin. Çi bikin bila bikin wê ev karên qirêj encam negrin. Li vê derê jiyana me di talûkeyeke giran de ye. Di nava van şert û mercan de jiyana me ne di ewlehiyê de ye. Ger hatina MÎT’ê ya li girtîgehê dewam bike û li hemberê hevalekî me bûyereke neyînî biqewime, rêveberiya girtîgehê û Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê berpirsyar in.”