ŞEHBA – Artêşa Tirk a dagirker di 24’ê Tebaxê de bi balafireke bêmirov êrîşî navenda navçeya Til Rifetê kiribû û di encamê de 3 kes şehîd bibûn û 6 kes jî birîndar bibûn.
Îro kesê bi navê Zuhêr Ebdulrehman Mihemed yê 36 ku di wê êrîşê de birîndar bibû, ji ber birînên xwe yên giran şehîd bû.
Zuhêr Ebdurehman Mihemed ê 36 salî li nexweşxaneyeke Helebê şehîd bû. Bi şihadeta Zuhêr Ebdulrehman Mihemed re hejmara şehîdên wê êrişê gihaşt 4’an.