NAVENDA NÛÇEYAN – Nûnerê Girtiyên Behndînan Eyhan Seîd eşkere kir ku piştî ku Hunermend Bilind Amêdî bi mûzîkek 30 çirkeyî tevlî kampanya ji bo azadiya girtiyên Behdînan bû, di 1’ê Tebaxê de ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hate girtin û piştî hefteyekê bi mercê bêdeng bibe hate berdan, lê ji ber ku bêdeng nebû careke din hate girtin.
Nûnerê Girtiyên Behndînan Eyhan Seîd ev agahî dan: “Humerned Bilind Amêdî ji ber ku li hemberî ew zilma lê hatiye kirin, bêdeng nebû, dubare dezgeha ewlehiyê ya PDK’ê di roja 9’ê Tebaxê de bi awayek ne şaristanî revandin û ber bi asayîşa giştî ya Hewlêrê ve dibin. Ew mûzisyen îşkence kirine û heta niha rê nadin tu kes bibîne. Heta rê nadin parêzerê wî jî hebe. Ev jî li dijî qanûna ye. Di nava wê girtîgehê de rê nade terorîstan parêzer hebin, lê rê nade hunermendek Kurd bibe xwedî parêzer.”
Bilind Nebî Amêdî ji derveyî karê hunerî, dikanek wî jî heye û kesek astengdare. Berê jî tevlî kampanya ji bo azadiya girtiyên Behdînan bibû.