NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji dahorandinê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan….
Ji miletê me ya vejîna nû pêk tîne û di rêya rizgariyê de bi gavên ji xwe bawer dimeşê re 10. Salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz be!Miletê herî kevin ê welatek ku di dîrokê de hatiye windakirin, ev ji roja ku ji rojan a herî watedar, bi 10. Salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê re her roj xwe ji nû ve afirandiye, hevnasîna xwe ya bi mirovahiyê re bi şerê mafên mirovî ya herî bingehîn re, bi welatek serbixwe û nasnameya miletek azad ve pêşwazî kiriye û êdî ya hêjayî xwe baştir fêm kiriye. Xwe gihandiye siûdek şerek dîrokî ku ti hêz nikare ji dest derbixe bi
serkeftî bimeşîne. Êdî îro pirsgirêka me, ber bi rizgarî ve em dikarin çi bikin, peywirên me çine, rizgariya ku mafê me ye em çawa dikarin kêliyekê zûtir saz bikine. Em îro vê rastiyê baş dibînin û bi we tevan re nîqaş dikin. Yeqîn dikin, ger em rast bi ser peywirên xwe de biçin, dê ev rizgarî jî dereng nekeve. Hûn miletê me yê hêja li nav jiyanek çetîn re derbas dibin! Pêwîste hûn vê baş bizanin, partî ji bo we ye, Artêşa me ya Gel jî ji bo we ye. Salên dirêjin we navê partiya me ji dûr ve bihîst. Her ku çû ev rastî nêzî we bû û îro jî bûye parçeyek jiyana we ya jê qut nabe. Salên ku ev pêşketina dîrokî pêk anîn û hişt ku tevlî pêşengiya partiya me bibin ji bo we bûn. Şerê partiyê, şerek ji bo we avakirina pêşengekê, we bi we bide nasîn, fêrî şer kirin û fêrî serkeftinê kirin bû. Ev jî hat serxistin. Vêca we bi şerê partiyê re çi ser xist? We hêza fikir ser xist, fêrbûn bibin xwedî siyaset û fêm kir divê jiyana azad çawa be. Paşê artêşa me ket meriyetê. Hêzên me yên çekdar û şerê wan çi bi we da serxistin? Miletê weke we nedikariya hêza li dijmin binêre raber bike, heta doh li hember cendirmeyek dijmin heta erdê xwe ditewand, ger îro beramberî dijmin zêde bi îdîa ne, ne tenê li dij derketinê ve, bi şerkirinê wî paşve dixinû bi gavên ji xwe bawer ber bi serkeftinê ve baz didin, em van tevan deyndarê artêşa ku demek dirêje bi navê we şer dike, ARGK’ê ne. Ew artêşa we ya pêşenge. Her çendî biçûk jî be, her çendî bi kêmasî jî be, şerê vê artêşê ji we re rêya hûn miletê me xwe bigihînin artêşek ku şer dike, li her eniyê xwe bigihînin artêşek siyasî ku encam digire û hemû derfetên wê bidest bixin.Niha hûn vê baştir dibînin, partî partiya we ye, artêş artêşa we ye û hem jî ev jiyana we bi xwe ye.
Em dibînin û yeqîn dikin, hûn îro ji bo azadiyê radibin ser piyan, ji bo vê jî her cure fedekariya tê xwestin raber dikin. Zarokên xwe yên herî hêja bêku çavên xwe bigirin û bi rûkenî dişînin şer, derfetên jiyana xwe ya bi zorê bidest xistîn bi fedekariyek bêsînor pêşkêş dikin. Ango hûn dizanin teqez divê hinek tişt bên kirin. Ev tê çi wateyê? Tê wateya êdî hûn vî şerî weke şerê xwe ya cewherî dibînin, ji bo serxistina wê jî hebûna xwe ya herî hêja didin. Li ser vî bingehî we pîroz dikim. Wateya esasî ya Pêngava 15’ê Tebaxê, we xwe aniye astek miletê ku diwêre wisa şer bike, ji bo serxistinê jî her tiştê xwe fed dike û wisa nêz dibe. Serkeftinek ji vê mezintirîn nabe. Niha
jî hûn baştir dibînin, di dîrokê û li nav alema mirovahiyê de, em miletek herî zêde winda bûyî, ji her cure mafên mirovî û netewî hatî dûrxistin, ji mêj ve derbarê wê de fermana mirinê hatî dayîn û xistibûn bin erdê de bûn. Heta doh dijmin îsyanên dema Komarê çewsandin, bi vê re digot; “Me ew kirin gorê, ser jî beton kir.” Li gorî xwe dihizirî her tişt kiriye û li hember dijminê ku me weke miletek êdî zindî nabe dibîne şerê ku heta niha me meşandî, di rastiyê de şerek vejînê bû. Di demek nêz de vejîn pêk hat, hem jî ji nû ve çêbû. Kes nikare îdîa berê jî dîrokek me ya wisa û welê hebû bike. Dîrokek me hebû, lê ev dîrok, ber bi salên 1940’î ve dîrokek qediyayî bû. Dîrokek me hebû, lê di navê de her tişt dijberî me bû û dîrokek ku me êdî ti derfeta jiyana azad ne didît bû. Her ku diçû di nav wê dîrokê de her tişt zêdetir tine dibû. Bi vî rengî di destê me de miletek winda kirî û welatek windakirî, xirabtir jî
miletek ku ji bo dijminê xwe kar dike û welatek ji mêtînkirî kembaxtir dima. Dema me PKK derxist holê, me welatek wisa mîras girt. Wexta me bi navê we peyva destpêkê got, dema me got; “Kurd jî hene”, me wisa hûn ji nû ve girtin. Pir eşkere ye qonaxa îro em gihiştinê, astek hewce dike hûn têkoşîna me bi rêzdarî bibîr bînine. Ev roj rojek wisa ye. Ya em anîn vê rojê jî, şehîdên me yên leheng û çelengin. Yek jî divê em vê rojê ji ber bîranîna şehîdan wisa fêm bikin. Ji aliyê miletekê ve xwe evqasî jibîrkirin rewşek mirov bêzar dike. Dibe ku hûn carina bi rojên pir bi êş ve rûbirû bimînin. Lê di rastiyê de weke milet roja me ya herî bi êş roja doh bû. Bihizirin, bi navê mirovahî tiştek li holê nemabû, rewşek şepirze û şermîn hebû. Lê dîsa jî di wan mercan de jî hizirîn ku we jiyan
kiriye. Di astek herî ketî de xizmeta ji dijmin re we jiyan hesiband. Ger hêjî hûn dihizirin we di wan mercan de jiyan
kiriye, miletek wisa dê miletê herî bi lenet û ketî were bibîranîn, tenê ne ev jî dê bibe miletek her tim tifî lê tê kirin, zindî û mirî jî wisa bê bîranîn. Yeqîn dikim ev jî, mirinek ku ji miriyên li ser piyan kembaxtire. Mixabin heta doh jî tişta dihat jiyîn ev bû. Me çima hewl da PKK di bin agirek wisa de, di nav vî agirê mezin û tirsnak de derbixin holê? Ji bo ji vê jiyana pir rezîl û pêwîste yek kêliyê jî neyê jiyîn rizgar bibin. Îro di rewşek hatî guhertin de hûn her roj dijmin lenet dikin. Bi wêrekiyek ji me zêdetir hûn hewl didin bi ser dijmin de biçin. Dê siberojê ev meşa we hîn dijwartir bibe û dibe ku cîhan tev jî bibe yek dê nekare we rawestîne. Bes heta em dîroka xwe ya nêz nezanin, nikarin tiştekê ji vê meşê fêm bikin. Wexta min bi xwe bi navê we dest bi şoreşgerî kir û pêş xist, bi tena xwe bi salan li dijî vê jiyana bi lenet şer kir, li şûna bêjim; “Ez bi tenê me, derfetên min tine ne” û xwe bavêjim erdê, bi yek peyvê û bi her tiştê xwe ve weke kesek deyndar min destpêkirinek ûmeşek esas girt û çareyek din jî nedît. Ev ne tenê ji bo min, ji bo we tevan derbasdare. Em dixwazin bibin mirov, we anîna rewşek mirovek bi şeref, em dihizirin ji nan û avê jî zêdetir hewce ye. Şaşiya we ya herî mezin, hûn dihizirin bê vê û ev taloqkirina mahşerê re bikarin bijîne. Pir eşkere bêjim, ne tenê ji we miletê me re, ji we tevan re bêjim, ji hemû partiya me û artêşa me ya ku şer dike re bêjim, ger hewce bike emê vê jiyanê hezar carî bixin binê erdê û ti carî jî hêjayî we nabînin. Ev jî soza me ya ji nû ve dest bi jiyanê kirine. Jiyan bi yek-du peyvên nû ve têgihiştin, hewldana me ya ji nû ve dest bi jiyanê kirine.Xirabiya herî mezin, hem jî xirabiya em xwe bi xwe dikin çiye? Karên ku dijmin bi xwe nake, leşkertiya ku bi leşkerên xwe nade kirin û kedkariya bi kedkarên xwe nade kirin, weke leşkerên ezabê we dide pêş û bi we dide kirin, di berdêla karên herî qirêj de bêku tiştekê bide bi we kedkaran dide kirin, heta karek hemaltî û zibalê jî ji we re zêde dibîne, we dike mehkumê heqaret û jiyana herî ketî, hûn di berdêla vê de li hember van tevan bê îsyan û bê bertek dipejirînin. Vêca ger ev ne tawane çiye? Ger ne rewşek miletek heta doh we tawanek wisa dijiya
ye çiye? Em di van mijaran de vekirî bin. Em çiqasî vekirî bin û bikarin paşeroja xwe rast têbigihin, emê ewqasî qîmeta îro, qîmeta rojên bi helwdanên mezin hatiye avakirin û di serî de jî bi xwîna şehîdan hatiye paqijkirin baş bizanin. Li we dinêrim, her roj weke bi dijmin re şer bikim, bi partî û artêşê re şer dikim. Çima? Ji ber weke tawanbaran jiyanê digirin dest, weke tawanbarekî ji fêrbûna jiyanê rizgar nebûne lewma. Elbet ez jî vê jiyanê efû nakim. Bi salan tenê bûm, lê çawa bi ser de çûm û min efû nekir? Ji ber tiştên ku diviya nehatiban efûkirin hebûn. Ji ber rewşên ku nehêjayî jiyînê hebûn. Berzbûna herî mezin, vaye di vir de xwe nexapandine, di vir de rêzdariya beramberî xwe newindakirine. Ger di vir de ti rêya jiyanê nemabe jî, jiyana ketî ya dijmin ferz dike nepejirandin, DI ŞOREŞA DEMOKRATÎK DE SERHILDANÊN GELhewce bike weke mirovê ku êş dijî çil salan bi tena xwe bêku tiştekê bixwe û vexwe, xwe bi dilopek av û zeytînekê bide xwedîkirin, lê nebûna xwedî jiyanek wisa tawanbar û hevkarê dijmine.
wê bidome…..