WAN – Li gor agahiyên malbatên girtiyan parve kirin, girtî bi koronayên ketine lê hem nehatine derman kirin, hem jî dermanên pêwîst nedane wan. Girtiyekî ku navê wî nehatiye hînbûn ev 25 rojin ku bi koronayê ketiye, tevî ku testên wî pozîtîf derdikevin wî nabin nexweşxaneyê û di qewişekê de bi tenê tê ragirtin.
Gelek girtî koronayê ji ser xwe avêtine û encamên testên koronayê yên gelek girtiyan hê jî pozîtîf derdikevin. Hat gotin ku li gel li her du girtîgehan korona belav bûye jî rêveberiya girtîgehan heya niha tu tedbîr negirtine.