NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji dahorandinê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan….
Me hewl da vê jî bikin. Ya herî girîng, me bi vê jiyana tawanbar re şer kir. Vaye weke encama vê jî, miletê me ya ji nû ve vejiyayî û ketî ser rêya serkeftinê derdikeve holê. Ti kes, heta dijminên me jî nikarin îdîa bikin ku ev pêşketin ne girîngin. Pir girînge, ji bêhna ku em digirin jî girîngtire. Ger dê ji vir û şûn de jiyana we wate bidest bixe, dê ev jî bi vê bêhngirtinê pêk were. Vaye ez jî ji vê re dibêjim jiyan.Pir vekirî daxivim û nebêjin me fêm nekir. Li holê ye, hêjî hûn miletê cîhanê yê herî di zehmetiyê de ne. Rewşa we ya heyî, miletek nekariye xwe ji cîhanê re vebêje, ji bo vê xwe nekiriye hêzek, xwe bi siyasî nekiriye, xwe birêxistin nekiriye, di şerkirinê de xwe nekiriye xwedî gavên taktîkî rave dike. Elbetemê li ser berpirsyarî û peywirên me çine baldarî rawestin. Ger em henase digirin û didin, emê bêjin ev besî me ye û ya dimîne jî peywire. Ango berdêla wê çi dibe bila be, dê ya hewce bê kirin. Êdî pêwîste hûn rastiya miletê me ya heyî têbigihin. Hûn bi çavekî misoger dibînin ku di nava şerekî de ne. Nexasim di vê sala dawî de, ger hûn bibînin şer hûn weke agir dorpêç kirine, bi hezaran gund di serê we de wêran kirine, milyonan ji we ji axên hezar salî hatine qutkirin û etal û betal anîne rewşek ku nikarin di konan de jî bijîn, hûnê fêm bikin ev şer, ev şerê taybet herî zêde êrîşî we dike. Dîsa hûn jî fêm dikin, ev şerê ku artêşa me dimeşîne, şerek wisa ye pêwîste herî zêde hûn bimeşînin. Ji ber hûn vê dibînin û fêm dikin pişgiriyê didin û weke şapeyê beşdar dibin. Jixwe ji bilî vê nedihat hizirîn. Dijmin her roj teretûre û gefên nû bilêv dike. Dema dibêje; “Ji bo yekîtî û yekbûna welatê me ya millî yan emê biqedînin, an biqedînin”, ji aliyê din ve jî dibêje; “Emê bi dilrehmiya dayîkê vehemêzbikin.” Devek evqasî demogojîk û faşîzan dema evqasî heqaretê li me dike, gelo em çi dibêjin? Tişta di rastiyê de li ser me tê ferzkirin çiye? Her roj qetilkirina mirovên bêguneh, mirovên hinekê pak mane binêrin! Hem jî bi şêwazek kuştinên kiryarên wan nediyar dikujin, didaleqînin, lê belê nabêje; “Min kiriye.” Ev jî helwestek ku di dîrokê de kêm tê dîtine. Hûn bi baş naskirina vî dijminî re rûbirû ne. Miletê ku dijminê xwe baş nas nake, li ser vî bingehî xwe bi peywiran ve girê nede rêzdariyê nabîne. Milyonan miletê me li dervî welat belav bûne, derbasî bajarên mezin ên dijmin bûne, dîsa milyonan li welatê xwe li nav wargehên komî de hatine girtin. Niha her tişt baştir zelal dibe. Wextê wê ye ku her tişt rast bê dîtin. Divê em bizanin ji vê re bêjin êdî bese. Çima evqasî ‘kuştinên kiryarên wan nediyar’, mirovên me yên ji rêzê û durist bi şêweyek hovane ji piştê ve fîşek li serê wan didin û davêjin quncikekê? Ma êrîşek ji vê xetertir û girantir heye? Her roj bi dehan bûyerên wisa hene. Van ji nav we digirin. Heta ev û ew diçe, dibe ku siberojê dor bê we tevan. Lewra roj roja berpirsyariya xwe dîtinê ye. Roj roja naskirina dijmine. Roj roja fikra emê firsend û derfetan ji bo vî şerî çawa seferber bikine. Zêde naxwazim bêjim ku Pêngava 15’ê Tebaxê çi dane serxistin. Bêguman hûn bi vî şerî gihan vê rewşê. Me ne tenê dijminê xwe derxist holê, niha em bi wî re şer dikin. Em jî dersên ku wî heq kirine didinê. Ya herî girîng jî, ji bo di pêşeroja nêz de misoger winda bike, çi hewce be emê wê bikin. Pêşketina Pêngava 15’ê Tebaxê tirsek mezin da dijmin. Ji ber ji vê pêngavê ditirse, zêdetir bi we êş da kêşan. Weke min gotî, bi hezaran gundên we hatin valekirin. Milyonan ji komkujiya Ermeniyan jî kembaxtir rêbazan hatin koçberkirin. Cardin dibêjim. Komkujî û koçberiyek ji ya li ser Ermeniyan hatî sepandin kembaxtir tê meşandin, heqaret heye, dibe ku hûn niha hinekê vê dibînin. Ji heft salî heta heftî salî her kesî ev di hemû şaneyên xwe de hîs dikir û digot; “Wey, ev çiye hatî serême?” Çima wisa çêbû? Ji ber weke ku te di wextê de dijminê xwe nas nekir, te her tim xizmeta wî kir. Ji ber te xwe baş birêxistin nekir, derfetên xwe nekirin xizmeta şer û ber fermana rizgariyê. Lewra niha jî di nava êş û janê de yî. Rêya derbaskirina
vê jî, şerê xwe yê cewherî baş meşandine. Pêngava 15’ê Tebaxê hûn anîn asta miletek ku şer dike û wisa serkeftina xwe ya herî mezin derxist holê. Hatina astek miletê ku şer dike, pêşketina herî girîng a ku dîroka me nas dike ye. Ev deh salên dîroka me bi xwe, deh salên ku bi gavên şeref, hêvî dide û rast şer kirî û wisa jiyayî ye. Hûn jî pir baş dizanin ku, di van deh salan de bi xurtbûnek berz ve –Dibe ku destpêkê beramberî yekê sed hebû- bi birek çapûlçiyên hemû cîhanê ji xwe re kirî palpişt ve, bi artêşa xwe ya xwedî teknîka herî pêşketî ve êrîşî me kir û me jî hewl da van tevan pêşwazî bikin. Kes nikare bêje di destpêkê de rewş ne wisa bû û dê hêsan jî bihata şerkirin. Rêxistinên din jî hebûn û wan jî xwest yek-du darbe li dewletê bidin, lê temenê wan yek rojî û yek hefteyî bû. Rêxistinek ku temenê wê mehekê derbas bûyî nebû. Lê belê me ev deh sal her ku çû bi pêşketinek ku berz dibe ve, bi serkeftinên her roj zêde dibin ve derbas kir. Divê hûn pir li ser vê bihizirin. Ev deh sal çawa hatin serxistin? Ev hêjayî hizirînê ne. Ji bo hûn vê bizanin pir axivîm, min pir daxuyanî dan. Divê niha hûn partiya me jî, artêşa me jî baş bizanin. Şer ne hêsane. Êşa wê ne hêsane. Nemaze îşkenceya wê qet ne hêsane. Jixwe şahadeta wê qet hêsan nayê pêşwazîkirin. Ji bo vê çi hewce ye divê rast bê fêmkirin. Bersiva herî baş bikarî bidî vê, bersiva divê em çawa şer bikine. Vê her roj ji endamên partiyê û artêşê re dibêjim û ji we re jî eşkere dibêjim. Hûn neçarin bizanin rast şer bikin. Nebêjin; “Em cahilin, îxtiyarin, jinin û zarokin.” Na, ev şerek gelêrî ye. Em ji dijmin di dilê xwe
de mehkumkirinê bigirin, heta cezakirina sîxur û hevkarên dijmin û ber bi eniyê ve bazdanê, gelek karên ku bên kirin hene. Her kes li gund, mal, taxa xwe û heta li her quncika cîhanê dijmin dibîne û teqez li gorî hêza xwe dikare darbe lê bide. Gerher kes bêje; “Darbeyek jî min ji dijmin re”, wê demê emê dijmin bixeniqînin. Dijmin gelek mirovên durist ên welatparêz dikuje. Lê her der tije hevkar û faşîstin. Hûn jî dikarin êrîşî wan bikin. Li derdor û xwe binêrin, wê demê hûnê rehetî bibînin ku dikarin çiqas kar bikin. Ne quruşek pere, ne jî fîşekek min hebû. Vêca min çawa li vî dijminî da? Encama ku emê ji vê derbixin, encama ku divê em durist bine. Ji hemû endamên partiyê re jî
dibêjim, ji her kesî re dibêjim: Pêwîste durist bin. Madem dixwazin bijîn, madem şeref û rêzdariyê dixwazin, ger hûn li dijminê ku jiyanê ji we distîne bidin, hûnê vê bidest bixin. Ger hûn mejiyê xwe ji bo vê bişixulînin, dê ji we re rêya rêzdariyê vebe û mirovahî jî beramberî me rêzdar be. Bila ti kes cuda mafekê nexwaze. Bi nêzîkbûnên; “Ez jî mirovim. Vaye min cil li ber xwe kirine, kravata min jî heye, çi ferqa min heye?”, xwe nexapînin. Pir bi êşe, lê ezê dîsa jî bêjim. Çawa cil li ber bûnewerek weke mirov dikin û kravat pê ve dikin diberdin qada sîrkgehê, ger em jî rewşên wisa hêjayî xwe bibînin, xwe azad bihesibînin, dê rewşa me jî heman weke bûnewerên şibandine mirov ber bi qada sîrkgehê ve berdayîn be. Em miletek di rewşa ku ji rewşa koletiyê kembaxtir de ne. Lê emê rizgar bibin, lê emê şer bikin û em derfeta bûna mirovê herî bi şeref bidest dixin. Şerê me jî ji bo vê her tişta ku hewce ye dide. Ji bo vê şer binirxe. Ji bo vê, em heta serkeftinê şer dikin. Bila ti kes nebêje; “Min fêm nekir.” Ev şer ne vale ye. Hinek kesên qaşo bi Kurdiniyê re mijûl dibin hene û dibêjin; “Karê bê teror û rêya çareseriya bê teror.” Gelo ev di ferqê de ne çiqasî xwe dixapînin? Vaye dibêjin; “Em tenê rêya siyasî dihizirin.” Gelo ev dizanin siyaset çiye? Dijminek wisa heye, ne tenê terorê, rêbazên ku li ser lawiran jî neyê sepîn, li ser te disepîne. Bihizirin, navê her lawirekî heye, lê navê te jî qedexe ye. Ger ev mijarek ji terorê jî ne wêdetire, çiye? Dema rastî wisa ye, hinek hêjî li pey ‘çareseriyabê terorin.’ Bi sextekarên wisa neyên xapandin. Ev pêşengên rêya koletiya ku ji dijmin jî kembaxtirin. Dibêjin zehmetî hene, lê dijmin ev zehmetî ferz kirine. Ya van rasteraset ji dijmin re karkirine. Di mercên heyî de nêzîkbûna dibêje; ‘çareseriya siyasî’, radestbûna dijmine. Jixwe tê zanîn radestbûn jî çi bi xwe re tîne.Em dizanin serkeftina me ya herî mezin çek dana destê we ye. Me ji nav we gelê me, her malbat, êl û eşîretê mirov beşdarî artêş û partiya me kir, bi vê jî em dizanin me darbeya herî mezin li dijmin daye. Hema bêjin ji her malbatê şehîdek heye û bi vî rengî jî me hûn kirin xwediyên eslî yên vê dozê. Bi vê jî em dizanin me darbeya herî girîng jî li dijmin da. Vaye dixwazin vê jî reş bikin, weke ku rêyek din a rizgariyê heye, rêyek din a yekîtiyê heye, rêyek din a siyasetê heye, hinek bi xafil, xayîntî û nokerî îdîaya hebûna rêyek din dikin. Rêya fêmkirina van jî, dersên ku heq dikin bi şêweyek balkêş û hêjayî wî dayîne. Di vê manê de ev roj pir girîngin. Ne rêya zirav a kolekirinê, ne rêya çors, ne rêya îşkenceyê û ne jî rêya demogojiyê pêwîste nekare we ji nav şer û serkeftinek wisa eslî bikişîne û derbixe. Pêwîste di vê mijarê de hûn heta dawî di nav şiyarî, serwextî û rêxistinbûnê de bin, rêxistina xwe ya cewherî û artêşa xwe ya cewherî saz bikin, artêşa xwe ya eniyê saz bikin. Niha hûn artêşek ku şer dikine. Em jî ji vê re dibêjin artêşa rizgariya netewî, artêşa wê ya siyasî. Divê êdî hûn xwe weke artêşekê binirxînin.
wê bidome……