BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê ev agahî dabû;
“6’ê Tebaxê saet di 13:30’î de li qada Keşanê ya Heftanînê, li hemberî wesayitên kepçe yên dagirkeran ku ji bo armancên leşkerî hewl didan li Girê Koxê Mele Yehya rê çêbikin, bi çekên giran çalakî hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de kepçeyek hate îmhakirin, dagirker hate cezakirin ku operatorê kepçeyê bû.”