NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi daxuyaniyekê şehîdên pêşeng yên meha Tebaxê bi bîranî.
Di daxuyaniyê de şehîd Alîşêr Dêrsim ku ji fermandarên şoreşa yekbûyî bû, û fermandar Baran Dêrsim, Koray Aspîr, Ogûz Aksû, Şahîn, Mercan, Doktor, Atakan Mahîr, Bariş Mûstafa Kalafat, Devrîm Şoreş, Baran Mûnzûr ên ku di salên cuda yên meha Tebaxê de şehîd bûn bi rêzdarî hatin bîranîn.
Di daxuyaniya HBDH’ê de hate gotin; “Şehîdên me di navbera jiyan û mirinê de tercîheke bi zanebûn kirin, ji bo avakirina paşerojeke azad û bi rûmet hunera xwe hemû pêşkêş kirin û tevkariyeke dilnizm li dîroka şoreşê kirin. Têkoşîna me ya şoreşê îro di qonaxeke nû de dewam dike. Her serdem kadro û asta xwe ya têkoşînê diafirîne. Li cografya me ya Kurdistan û Tirkiyeyê ku şert û mercên raperîna gel a çekdar û desthilatdariya gel a şoreşger ava dibin, wezîfeyên girîng dikevin ser milê gelên me û şoreşgeran. Berdêla ku dewleta bûrjûva ya Tirk a faşîst û desthilatdariya AKP-MHP’ê bide wê gelekî giran be. Sîstema sermaye û zordar a faşîst wê bê parçekirin, hesabê kiryarên xwe wê qat bi qat bidin. Têkoşîna me ya şoreşê û sosyalîzmê wê bi ser bikeve.”