PARÎS – Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Ewrupa (TCŞ) li dijî bikaranîna çekên Kîmyawî ya dewleta Tirk ya dagirker ku bê navber li ser qadên gerîla dewam dikin, duh (28.08.2022) çalakî li darxistin. Ciwanan bang kirin ku li dijî gerîla çekên kîmyawî neyên bikaranîn.
Aktîvîstên TCŞ’ê li banliyoya Grîgny ya Parîs a paytexta Fransayê, çalakiyeke teşhîrkirina çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a dagirker ya li ser Herêmên Parastina Medyayê de li darxistin. Di çalakiyê de ji bo bal kişandina ser çekên kîmyawî ciwanan dûmanên rengîn derxistin û maskeyên gazê dan ber dev û difinê xwe, wêneyên zarokên ku bi çekên kîmyawî ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetil kirin, hatin bilind kirin.
Ciwanan pankartên “Erdoganê kîmyewî, terka Kurdistanê bike“, “Duh Helebçe îro Qendîl“, “Kurd, bi çekên kîmyewî tên qetil kirin û dinya lê temaşe dike“, “OPCW çavên xwe vebike û Erdoganê dîktator rawestîne“ hildan.
Çalakgerên ku piştî çalakiyê daxuyanî dan, banga rawastandina lezgîn kirin. Daxuyaniya li ser navê TCŞ’ê hatî dayîn wiha ye;
“Zêdetirî 2 salin artêşa Tirk êrîşên xwe yên li dijî Başûrê Kurdistanê bê navber didomîne. Ji 21’ê Nîsana 2021’an û vir ve balafirên şer ên Tirk bi hezaran caran gund, bajar û zeviyên çandiniyê bombebaran kirin. Bi hawanan li herêmê da û ji ber operasyonên bejahî yên berfireh gelek zeviyên daristanî şewitîn. Lê di van êrîşan de yek ji çekên herî girîng ên ku artêşa Tirk ya dagirker bi kartîne gaz û çekên kîmyawî ye. Di daxuyaniya ku HPG’ê daye de jî diyar bû ku li herêmê zêdetirî 1000 carî êrîşên kîmyawî ji aliyê artêşa Tirk a dagiker ve hatî pêkanîn.
Di 26’ê Mijdara 2021’an de Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrat Karayilan agahiyên berfireh ên çekên kîmyewî û gazên ku li herêmên Avaşîn, Zap û Metîna yên Başûrê Kurdistanê hatine bikaranîn parve kir.
Karayilan di daxuyaniyê de got ku dewleta Tirk a dagirker heya niha 5 cureyên gazên kîmyawî li dijî gerîla bi kar aniye. Ji wan gazên xerdel û yên îsotê bikartîne ji bo ku gerîlayan ji ser hişê wan bibe.
Hat ragihandin ku gaza rondikrêj ku li gorî peymanên navneteweyî qedexe ye, li tunel û qadên girtî yên ku gerîla lê dimînin tê bikaranîn. Ev yek ji bo dewleta Tirk ya dagirker hatiye erê kirin. Di encama van êrîşan de gelek gerîlayên HPG û YJA STAR’ê şehîd bûn.
Piştî êrîşên 21’ê Nîsanê yekser dewleta Tirk peymanên navneteweyî binpê kir û di mehên Havînê de bi dehan caran sûcên şer yên weke bikaranîna çekên qedexekirî pêk anî. Di meha Îlonê de jî artêşa Tirk êrîşên xwe yên kîmyewî hîn zêdetir kir.
Li dijî sûcên şer ên dewleta Tirk ên li dijî hêzên gerîla û binpêkirina qanûnên navneteweyî û stratejiya valakirina gelê Başûrê Kurdistanê, civaka navneteweyî, OPCW, NY û Rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî ji lêkolînan dûr dikevin. Tirkiye çekên kîmyewî bikar tîne. Ev rewş dihêle ku dewleta Tirk sûcên xwe yên şer bidomîne, û dixwazin ji berxwedana gerîla gav paş ve bidin avêtin.
Hîn ne dereng e. Ger civaka navneteweyî, sazî û rêxistinên berpirsyar demildest biryara xwe nedin û tevnegerin, pêşî li bikaranîna çekên kîmyawî ya ji aliyê artêşa Tirk ve tê kirin negirin, emê hesab ji berpirsyarên wê bipirsin.
Ciwanan piştî bi daxuyaniya xwe dewleta Tirk û sûcên ku dike teşîr kirin pişniyara xwe di dawiyê de wiha anîn ziman;
“Ev banga me ji hemû hikûmet, sazî û rêxistinên navneteweyî re ye, bi taybetî OPCW, NY û Rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî re ye.”
– Em daxwaz dikin ku OPCW di 3’ê Mijdarê roja dawî ya Kongreya 27’an de vê mijarê bixe rojevê.
– OPCW; Divê belgeyên bikaranîna çekên kîmyawî yên li ser Herêmên Parastina Medyayê, weke Zap, Metîna û Avaşînê yên ku di destê KNK’ê de hene, werin berhev kirin, lêkolînên wê werin kirin û bi qasî pêwîstî jî ceribandinên wê were kirin. Encamê van ezmûn û lêkolînên ku derbikeve jî, ji raya giştî ya navnetewî re derbikeve.
– Em daxwaz dikin ku şandeyek serbixwe biçe Herêmên Başûrê Kurdistanê û li ser bikaranîna çekên kîmyayî yên dewleta Tirk li Metîna, Zap û Avaşînê lêkolînan bike.
Piştî ku daxwaz gotin, çalakî bi çepik û siloganan bi dawî bû. Piştî çalakiyê ji bo PKK’ê ji lîsteya reş bê derxistin îmze hatin berhev kirin.