DÊRÎK – Di pêşengtiya ciwanên TEV-DEM’ê de perwerdeya destwerdana lezgîn li febrîqaya batatan li Dêrîkê hat destpêkirin.
Di çarçoveya xebatên Şerê Gelê Şoreşgerî de Komîteya ciwanan a girêdayî TEV-DEM’ê xebatên xwe yên amedekariya şer didomînînin. Komîteya ciwanan a TEV-DEM’ê li bajarê Dêrîkê perwerdeya destwerdana lezgîn ji karkeran re vekirin, ev perwerde wê heya hefteyekê dewam bike. Perwerde bi armanca tevlîbûna rewşa awarete ya ku di 6’ê Tîrmehê de ji aliyê Rêveberiya Xwaser a herêma Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ve hatî ragihandin vebûye.
Di perwerdeya ku tê dayîn de ciwan fêr dibin çawa birînan derman bikin, dema cihek bişike çawa nêz bibin, vekirina damarê, bikaranîna derziyan û gelek mijarên din tên dayîn.
Têkildarî mijarê ciwanê ji bajarê Efrînê ku niha li Dêrîkê dimîne bi navê Îbrahîm axivî û got; “Em weke ciwan tevlî perwerdeya tendrustiyê bûne. Ji dema ku dewleta Tirk diyar kir ewê êrîşê ser herêmên me bike, me jî ji wê demê dest bi dayîna perwerdeyên tendrustiyê kiriye. Perwerdeya me di çarçoveya fêrbûna dema rewşên awarte, ji bo vê em perwerdeya destwerdana lezgîn dibînin. Ji bo ku dema şer çêbibe, ger hevalên me birîndar bibin, em karbin wan derman bikin. Ev perwerdeya me ya roja yekemîne, wê hîna jî bidomîne.”
Endamê koma tendrustî ya bajarê Dêrîk Cîgerxwîn Teqreq, ya ji Serê Kaniyê jî derbarê armanca wan ya dayîna ji dersên destwerdana lezgîn wiha axivî; “Ji ber şerê ku rû bide û êrîşên ku tên kirin, rewşa awarte hate îlan kirin. Em jî îro hatine vê derê ji bo ciwanên şoreşger perwerdeya destwerdana lezgîn didin. Ji bo ku dema şer çêbibe ciwan karbin mûdexele bikin. Li hemû kolanan xebatên me yên bi vê rengî hene. Ji xwe em perwerdeya xwe li nexwaşxaneya Roj jî didin. Em perwerdeya xwe li febrîqaya Lûdelînê (Kefa ku feraq pê tê paqij kirin), febrîqaya nîskan û li vê derê jî li febrîqaya batatan didin û em ciwanan bi vê rengî perwerde dikin. Ji ber ku rewş awarte ye ji bo vê jî divê herkes amade be. Ez bi xwe perwerdeya destwerdana lezgîn didim wan. Dema ku şewat an jî tiştekî cudatir hebe ciwan bê deng nemînin, yekser bi erka xwe rabin. Em jî ji bo şerê ku heye hemû ciwanên xwe amade dikin.