MEXMÛR – Balafireke bê mirov û biçek ya dewleta Tirk a dagirker di saet 12:40’an de xaniyekî welatiyek niştecihê wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê bombebaran kir. Di encama êrişê de xwediyê malê Evîzêt Abdullah ku birîndar bibû, şehîd ket.
Piştî bûyerê xelkê wargehê herikîn ber derê mala Evîzêt û li wir li Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Yusif Kara daxuyaniyek da.
Yûsif Kara li ser navê tevahî şêniyên Wargeha Penaber ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî daxuyaniyek da û destpêkê êrîşên dagirkeriyê şermezar kir û got; “Ji bo şikandina îrade û berxwedana gelê wargehê êrişên wiha yên hovane tên kirin. Em bang li raya giştî û mirovahiyê dikin wê gelê wargehê xwedî li xwîna Evîzêtan derbikeve û li erdê nehêle, dev ji rumet û şerefa xwe ber nede. Bila dewleta Tirk a faşîst bizane li beramberî wî çok na daynin. Em bang li gelê Kurdistanî dikin ku li hemberî van êrişan rabin û xwedî li xwe derbikevin. Ji bilî me kesek nikare xwedî li me derbikeve.”
Daxuyanî bi siloganên şehîd namirin bi dawî bû. Şêniyên wargehê li ber Saziya Malbatên Şehîdan ji bo pêşwazîkirinê li benda cenazeyê şehîdê xwe ne.