RENNES – Li bajarê Rennes ê Fransayê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) Kurdistanî hatin ba hev û ji bo protestokirina çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker li qadên gerîla bi kar tîne, meşek li dar xistin. Ciwanan di meşa li qada Repûblîqûeyê hat lidarxistin de, ji bo balê bikêşin ser bikaranîna çekên kîmyewî û gazên bi jehr cilên spî li xwe kirin û belavok belav kirin.
Di daxuyaniya hat dayîn de wiha hate gotin: “Êrîşên dagirkeriyê yên ku dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê di 14’ê Nîsanê de li her herêmên Avaşîn û Zapê daye destpêkirin, bi bikaranîna çekên kîmyewî ji hewayê û li bejahiyê dewam dike. Dewleta Tirk a ku li hemberî gerîla nikare bi pêş ve biçe, tevî bikaranîna teknîkê jî encam nagire. Li ser vê yekê çekên kîmyewî û gazên bi jehr ên li qada navneteweyî weke sûcê şer tê qebûlkirin, bi bêdengiya saziyên navneteweyî hîna bi awayek zêde tê bikaranîn. Êrîşên sîstematîk ên li dijî erdnîgariya Kurdistanê bi operasyonên leşkerî re her roj berferehtir dibe.
Divê her Kurdistaniyek têkoşîna gerîla fêm bike, xwedî lê derbikeve û xwe tev lê bike û encex bi vî awayî dikare van polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê pûç bike.“
Di tevahiya çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî Serok Apo”, “PKK wê serbikeve”, “Em hemû PKK’yî ne” û “Kujer Erdogan” berz kirin.