BORDÛX – Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê, bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî gerîla, meşek hate li darxistin.
Ciwanan bi pankartên ku rakirine bal kişandin ser bikaranîna çekên kîmyawî û sûca şer a ku dewleta Tirk ya dagirker dike. Heman demê de ciwanan di meşa xwe de cilên spî li xwe kiribûn, ku ew cil ji bo xweparastina ji kîmyasalê tê bikaranîn.
Di çalakiya ciwanan de ji bo berxwedana Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ya ku di bin şert û mercên herî giran ya tecrîd û îşkenceyê de li berxwe dide, heman demê de ji bo berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya li dijî dewleta Tirk ya dagiker silav hatin şandin.