NAVENDA NÛÇEYAN – Di roja me ya îro de di cewher de du zihniyet, du terzê jiyanê û bi vê ve girêdayî du paradîgma û sîstem bi hevdu re di nava têkoşînekî de ne. Ew têkoşîna ku di navbera hêzên sîstema şaristaniya navendî û hêzên sîstema şaristaniya demokratîk de pêş dikeve, tê vê wateyê. Ev heft hezar sal e ev têkoşîn didome. Di vê têkoşîne de dîroka sîstema hiyerarşîk û dewletparêz dibe dîroka desthilatdarî û koletiyê; sîstema şaristaniya demokratîk jî dibe dîroka civakê û nirxên demokratîk. Îro ji milekî ve modernîteya kapîtalîst ji milekî ve jî modernîteya demokratîk hewl didin ku biserkevin. Rêbertî û xeta wî jî di vê çarçoveyê de di bin banê nirxên demokratîk û komunal de li hemberî hemu cureyên desthilatdarî û newekheviyê têdikoşe. Bi vî awayî jî temsîliyeta dîrokekî dike. Rêbertî temsîliyeta hemû hêzên ku hewl dane li ser esasê nirxên demokratîk û komunal bijîn, dike. Dîsa dibe berdevkê dîroka exlaq û polîtîkayê. Bi vî awayî têkoşîna Rêbertiyê dibe têkoşîneke gerdûnî. Em dixwazin xwestek û armanca wan kesên ku di dirêjahiya dîrokê de hewl dan bi awayekî wekhev û azad bijîn lê tam biserneketin, pêk bê. Rêbertî dixwaze ew tiştên ku wan sernexistin, em serbixin. Hemû têkoşîn û liv û tevgera me ji bo vê ye. Ji bo serkeftinê jî, rê û rêbazên ku li ser esasê zîhniyet û îdeolojiyeke rast hatiye hûnandin pêwîst e.
Tişta herî zêde ji bo bindestan ango civakê pêwîst, rêxîstinbûn e. Rêxistin ji bo civakê tê wateya bedenê. Ji bo civak hebe, pêdivî bi bedenê heye. Di têkoşîna azadiyê de piştî demeke dirêj, ne tenê ji bo gele Kurd ji bo hemû civakan bersiva rêxistinbûna civakê wek konfederalîzma demokratîk hate dayîn. Ev sîstem bû berhema guhertina paradîgmayê. Ji 2005’an vir ve di rojeva gelê Kurd de înşakirina konfederalîzma demokratîk, di rojeva modernîteya kapîtalîst de jî astengkirina vê heye. Ji milekî ve înşakirin, ji milê din ve jî tesfiyekirin. Tê zanîn niha li hemû parçeyên Kurdistanê nîqaşên di derbarê konfederalîzma demokratîk de pir zindî ne. Pir zêde nîqaş û nirxandin hene. Nirxandinên cur be cur hê di dema despêkê de hatin kirin. Hinekan gotin “ev konfederalîzma demokratîk ji ku derket?” Wek tiştekî bêkok hate destgirtin. Hinekan gotin “PKK’ê berê behsa Kurdistaneke serbixwe û yekgirtî dikir û dixwest bibe dewlet. Di roja me ya îro de jî behsa konfederasyonê dike. PKK’ê armanca xwe ya di derbarê dewletê de neguherandiye, dixwaze di çar parçeyên Kurdistanê de dewleteke serbixwe ava bike. Dixwaze her parçeya Kurdistanê ji dewletan qut bike û pişt re jî li ser esasê konfederasyonê wan her çar parçeyan bîne gel hev û bike yek dewlet. Di cewher de tiştekî ku hatiye guhertin tune ye, ji xwe berê jî dewlet dixwestin, di roja me ya îro de jî dewletê dixwazin.” Hinekan gotin, “gelo wê di roja me ya îro de bibe yan nebe?” Weke tiştekî utopîk girtin dest. Hinekan jî weke anarşîzmê girtin dest. Piraniya kadroyan jî nîqaşên xwe zêdetir di çarçoveya ‘me çiqas kir, me çima nekir û em ê çawa bikin?’ de nekirin; di çarçoveya ‘wê bibe yan nebe…?’ de kirin. Gelo ev nirxandin çiqas rast in? Armanca van nirxandinan çî ye? KCK bi xwe çi ye? Ev çi rêxistin e ku endamê wê bi hezaran in û tevî
ku her roj girtin û binçavkirin jî hene, dîsa jî xilas nabe? Gelo rastî jî ev rêxistin e, yan tiştekî cûda ye? Gelo endametiya KCK’ê mimkun e, mirov dikare bibe endamê KCK’ê? Gelo KCK dikare wek rêxistinekî bê
damezirandin? Dîsa KCK wek rêxistinekî dikare bê qedandin? Gelo armanca KCK’ê avakirina dewleteke paralel e…? Gelo KCK utopîk e yan tiştekî ku tê jiyîn e…? Eşkere ye ku di van mijaran de sererastkirinek pêwîst e. Ji ber ku tevliheviya ku di vê mijarê de heye, hîn jî eqediyaye. Beriya her tiştî divê rast fêmkirinek hebe ku mirov bikare berovajîkirinên dijmin ji holê rabike û îstîsmara dijmin asteng bike. Dîsa heya ku rast fêmkirinek nebe, înşakirina sîstemê jî mimkun nabe. Ji bo vê jî rast fêmkirin şert û pêwîst e.
Dê bidome….