NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Bîranîna Gerîla….
“Çiyayê bilind warê me ye
Ar û namûs barê me ye
Li hemberî van zordestan
Li hemberî van xwînmijan”
Hevalekî ev stran distirî.. Hevalê din berê xwe da hevalê xwe
û jê pirsî:
-Heval ji bo çi tenê çiyayên bilind warê me ye? Ma qey em hemû bajaran, deçtan, geliyan, zozanan ji zordest û xwînmijan re bihêlin? Ez jî niha diçim bajêr, peywira min li bajêr e. êdî ar û namûs na barê min e?
-Gotinên te di cih de ne, heval. Çiya, deşt, zozan, bajar her derên Kurdistanê warê me ye; her tim jî ar û namûs barê me ye. Ji bo ku ew stran di bîra min de mabû, min jî ew got.
Du heval bûn. Rêka wan hewraz û berwar bû. Tenê darên kevotê bişkivîbûn. Ji ber ku zivistana derbasbûyî berf û biharê jî baran gelek barî bû, çiverê jî tê de, hemû rê û rêçik wenda bibûn. Ji ber vê yekê çolebir meşiyan. Di rê de hevalekî bi dengekî nizm strana:
“Serê çiyan bi dûman e
Birîn kûr e, bê derman e”
Bavê min distirî…
Piştî nîv saet-çil û pênc xulekan li serê girekî ji bo bêhnvedanê sekinîn. Gir bi çikêr bû; rûniştin û telefona xwe vekirin. Di heman demê de zenga telefonê lê da. Yê telefon dikir, hevalê ku li bendî wan bû. Digot:
-Piştî du saetan emê di navbera du qereqolan de li bendî we bin, heya wê wextê li wê derê amade bin.
Her du heval ji serê gir, ji nav çikêran rabûn. Bi bêhna fireh ber bi cihê ku dê hevalek û dû dost li bendî wan bisekinin meşiyan. Berî wan gihîştin cihê xwe. Heya yên ku wan pêşwazî bikin hatibana, li paş kevirekî xwe veşartin. Telefon ji xwe vekirî bû.
Zenga telefonê dema lê da, ên ku wan pêşwazî bikin bi telefonê gotin:
-Heval em li benda we amede ne.
-Em jî amade ne…
Her du heval rabûn ser piyan. Di hewrazekî pir asê, hewrazekî ku pezkûvî jî nikarin tê re bi hewa kevin, hevalek bi hewa ket. Hevalê din jî li jêr, li ser riya çoşe sekinî. Nûnerê PKK’ê di serê rêzê de, her du dostan jî destê heval guvaştin. Berî ku li hal û wextê hevdu bipirsin, ji dostan ê zikmeşk keniya û berê xwe da hevalekî
-Ma mirov bi vî rengî tê karên dîplomasiyê? Mirov qet bi kincên gerîla tê bajaran? Ji bo çi tu bi kincên sivîl nehatî?
-Ji bo ku ez bi lez û bez bi rê ketim, bajar jî dûrî cihê me bû, kincên sivîl bi dest min neketin; ji ber vê ez bi kincên gerîla bi rê ketim.
Piştî vê axaftinê berpirsyarê berê yê PKK’ê, dost û berpirsyarê nû yê PKK’ê bi hevdu dan nasandin:
-Ev hevalê me, berpirsyarê me yê nû ye; ev her du dost jî, Hecî… û Hecî… Gotina xwe qedand û keniya…
-Heval ji bo çi tu ewqasî bi dengekî bilind keniya?
-Heval, êdî li vî welatî pêwîst nake tu navê kesî bîne ziman.
Her kesek li vî welatî Hecî ye. Çûbe Hecê yan neçûbe Hecê jî, her
kesek Hecî ye…
-Baş e, fanîlayê xwe bi ser yelekê xwe yê leçkerî de berde; emê di rê de pêlavekê peyda bikin û pêlava te ya mekap jî biavêjin.
-Baş e…
Piştî vê diyalogê, şofêr wesayîta megzemîn-toyota da xebitandin û bi rê ketin. Lê bala nûnerê nû yê PKK’ê, her li ser her du dostan bû. Ji dostên ku ew pêşwazî kirin yek xwîngerm û zikmeşk bû. Yê ku destpêkê bixêrhatina heval kirî, yekî xwîngerm bû. Lê yê dîtir; yê qaşo dostê me; yekî xwînsar bû. Ango wek marekî sar bû. Qet, bixêrhatina heval jî nekir. Di dest wî de mekîneke wêneyan, wêneyên xwezayê dikişand. Her dîmenên xwezayê yên balkêş, xweşik û yên ku hunermend nikarin wan teswîr-çanase bikin dikişandin.
Rêka wan çoşe bû. Wesayît di nizar re derbas dibû. Ji ber aşûtê berf bibû weke betonê. Mirov ji ber vê yekê, wexta ku di pencereyên wesayîtê de li dervê dinihêrî pir ditirsiya, ziravê mirov diqetiya. Di rê de yên ku di wesayîtê de bûn, hema hema qet bi hevdu re neaxifîn. Ji bo kirîna hin kuvarikan şofêr wesayît sekinand. Her çar
ji wesaîtê peya bûn. Şofêr jî xwest ku ji wesayîtê peya bibe. Ji dostên wan ê zikmeşk ê ku kêmekî xwîngerm û dev li ken, bi zimanê Azerî li şofêr heytan:
-Sen maşîn de dûr, açaxş înme.
-Temam, înmem.
Sê kîlo kuvarik ji gundiyan kirîn û li maşînê siwar bûn. Heya cihê ku xwarina xwe lê bixwin şofêr wesayît bi şêwazekî asayî ajot. Êdî di rê de berf nema bû, rêk reşayî bû. Li ber xwaringehekê, şofêr wesayît sekinand. Her pênc ji wesayîtê peya bûn. Beriya ku têkevin xwaringehê her sêyan ji hev re gotin; em destnimêja xwe bigirin, piştre taştê bixwin. Ji ber van gotinan berpirsyarê berê yê PKK’ê bêzar bû. Berê xwe da berpirsyarê nû:
-Ev, ewqas pir nimêj dikin ku mirov tu caran di wextê xwe de nagihîje ser karê xwe.
Piştî nimêjê bi hev re taştê xwarin. Taştêya wan dewlemend bû; hêkên kelandî, rûnê nîvişk, zeytûnên çîn, ango zeytûnên salamûra, çay…
Dostê zikmeşk û piçekî xwîngerm, berê xwe da berpirsyarê nû yê PKK’ê:
-Heval, ez ê biçim ji bo te kincên sivîl bînim. Hûn hemû li vir li bendî min bisekinin, heya ku ez bizivirim.
-Baş e Hecî.
Dost bi lez çû û zivirî. Yelekek, pantolonek û pêlavek qundura ji heval re anî. Kincên ku anîn radestî berpirsyarê nû yê PKK’ê kir. Jê re got:
-Heval biçe paş xwaringehê, li wê derê mezelek heye. Kincên xwe yên gerîla ji ber xwe bike, yên medenî li xwe bike. Ji bo rêzgirtina me jî tu wisa bike baştir e.
Dê berdewam bike…..