NAVENDA NÛÇEYAN – Sê girtiyên nexweşên ên li Girtîgeha Kiriklarê ya Hejmar 2’yan a Tîpa F’yê bi rêya parêzerên xwe ragihandin ku li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kirine. Girtiyên nexweşiya wan giran Zekî Bayhan, Ramazan Çelîk û Yucel Kizmaz ên dest bi greva birçîbûnê kirine, ragihandin ji ber ku girtiyên nexweş di heman odeyê de tên girtin, girtiyên siyasî di odeyên cuda de tên girtin, ser hewadariyan bi têlan hatiye girtin û aktivîteyên wan ên sporê û civakî bi temamî hatine sînordar kirin dest bi greva birçîbûnê kirine.
Girtiyan li hemberî binpêkirinên mafan ên giran bang li raya giştî û saziyên sivîl kirin ku di vî warî de hestiyar bin.